Xelata Heme bû ya Leylayê

11’emîn Xelata Rojnamevan Soranî Mame Heme diyarî Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate kirin.

Li Baxçeyê Mala Sindî ya li Silêmanî bi boneya 11’emîn salvegera qetilkirina rojnamevan Soranî Mame Heme merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Li ser navê Leyla Guven Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş xelat wergirt. Xelat ji aliyê Xuşka Soran Gerde Mame Heme ve hate pêşkêşkirin.

Di merasîmê de Muzeyen Guneş axivî û got; “Leyla Guven dixwest di merasîmê de amade be, lê ji ber qedexeya derketina derve li ser heye, nekarî beşdar bibe.” Her wiha Muzeyen Guneş peyama Leyla Guven ji beşdarên merasîmê re xwend. Di peyama Guven de qala yekitiya gelê Kurd û xûrtkirina têkoşînê hat kirin.

Her wiha di merasîmê de rêvebirê Kovara Livîn Ehmed Mîre jî axivî û got; “Ev 11 sal in em ji bo kujer diyar bibin bang li hikûmetê dikin, lê hikûmet heya niha kujerên Soran negirtine. Me hîn ji destpêkê ve dezgehek ewlehiyê nîşan da ku destê wan di qetilkirina Soranî Mame Heme de heye. Lê mixabin niha ew dezgeha ewlehî berpirsên yekem yên Herêmê ne. Daxwaz nakin û nabêjin çima Soran hate qetilkirin, lê ya giring ew e ku em bêjin wê rûhê wî hertim zindî bimîne.”

Têkoşîna wî dewam dike

Piştre li ser navê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Cîgirê Neqîbê Sendîkaya Rojnamegeran Enwer Hisên  got; “Ev merasîm wê yekê nîşan dide ku hîna Soran zindî ye, hempîşeyên wî têkoşîna wî dewam dikin. Ew ne şehîdê yekeme, Serdeşt Osman, Kawa Germiyanî û Vedat Hisên ji aliyê celadan ve hatin şehîd xistin.”

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Yazarın diğer yazıları

    None Found