Xeleka berxwedanê fireh dibe

8’ê Cotmehê Wezareta Parastinê ya DYE’yê (Pentagon) leşkerên xwe yên li ser sînor ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişandin. Dotira rojê Serokkomarê Tirk Tayip Erdogan 9’ê Cotmehê ango roja salvegera Komploya Nevneteweyî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatibû ferman êrişa qirkirin û dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî da. Elbet hilbijartina vê roje ne tesadûf bû. Wê rojê xwestin di kesayeta Rêber Ocalan de hêviya azadiyê bikujin û roja Kurdan tarî bikin. Niha jî di xwazin bi êrişa ser Rojava jî heman peyamê bidin gelê Kurd. Dewleta Tirk a mêtinger ji destpêka şoreşê ve xwest tevî komên xwe yên çete Şoreşa Rojava bixeniqîne û rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike. Dinya hemû dizane ger ku şoreşgerên Rojava û berxwedana gelên Bakurê Sûriyeyê nebûya wê Sûriye hemû têketa destê çeteyan. Piştî krîza siyasî ya li Sûriyeyê çeteyên El Nusra û DAÎŞ’ê yekser êriş kirin û her dera Sûriyeyê dagir kirin, gelê Kurd rabû ser pêyan û li gund û bajaran xwerêveberiya xwe ava kir. El Nusra û DAÎŞ’ê êrişî van xweseriyan kirin lê gelên Bakurê Sûriyeyê li hemberî êrişên van çeteyan li ber xwe dan û qadên xwe yên azad û demokratîk ava kirin.

Bi berxwedana, Serêkaniyê, Hol, Şedad û Kobanê re êdî hêzên Kurd bi lehengiya xwe li cîhanê deng vedan û bûn hêzên sereke yên parastina hemû pêkhateyên Sûrî. Vî gelî tevî şervanên xwe ji bo parastina vê xakê li ser navê mirovahiyê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin û di oxira azadiyê de 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndar dan. Lê dewleta Tirk a dagirker îro li pêş çavê cihanê êrişî wan dike. Yên ku cesaret dida wan jî bê guman Serokê Emerîkayê Donal Trump e yê ku îddîa dike wî DAÎŞ têk biriye. Lê niha her kes dibîne bê bi helwêst û peyamên wî careke din çawa pêşiya çeteyên ku bûbûn tirs û xofa mirovahiyê tê vekirin û DAIŞ ji nû ve tê zindîkirin. Ev xelata rûmetê jî daye dewleta Tirk a qirker û serçete Erdogan. Çeteyên Erdogan ji bo  DAIŞ’iyan rizgar bikin da ku bi hawara wan ve biçin tişta pêwîst dike. Pêr bi rêya teqînekê erebeyeke li pêşiya zindaneke li Hesekê û ya duyemîn jî li Qamişlo, xwest derfet ji wan re çêbibe ku birevin. Tevî vê yekê jî cîhan xwe li hemberî vê dojehê bê deng dike. Ma gelo çi zû hovîtiya ku çeteyan li Şengalê li hembarî civaka Êzîdî kir hat ji bîrkirin. Gelo kesî hizir dikir ku di sedsala 21. de li pêş çavê cîhanê jin li bazarên koleyan werin  firotin. Van çeteyan serê mirovan jêkirin. Dizî, Talan, Zilm, destdirêjî, êşkence û koçberî ji bo xwe kirin pîşe. Jixwe ji roja roj ve dewleta Tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe tehdîd didît. Ji ber ku neyarê koka Kurda ne. Sond xwarine heta ku ew hebin wê destûrê nedin ku Kurd bibin xwedî statu. Armanc ew e ku weke li Efrînê pergala demokratîk hilweşîne û gel ji cihên wan koçber bikin. Lê ya ku divê neyê jibîrkirin ew e ku wan rojan jî û îro jî ya ku hat kirin û divê bê kirin berxwedan e. Di van 8 salan de her kesî bi çavê xwe dît û nizanin bê şervanên ku li Şengalê Civaka Êzîdî ji fermana 73´an parastin, yên ku li Kobanê destanên lehengiyê nivîsandin, yên li paytexta xîlafetê Reqa rizgar kirin, yên ku DAIŞ`ê di Baxozê de şikandin kî bûn. Elbet wê dîsa ev legeheng bi pişgiriya gel û dostên xwe bergiriyê li nirxên gelan bikin û biparêzin. Li kêleka berxwedana şervana xeleka  berxwedanê li çar aliyê cîhanê û welêt jî berferh dibe.

Di serî de Kurdistan li parzemînên cîhanê hemûyan dil ji bo Rojava û Bakûr Rojhilatê Sûrî lê didin. Gelek dewletan jî helwêstên xwe diyar kirin, lê helwêst tenê têrê nakin lazime gav bên avêtin da ku pêşî li komkujiyan bê girtin. Gelê Kurd ji bo jiyana bi rûmet berdêl çi dibe bila bibe biryara xwe daye navê wê jî danîne berxwedane. Dil dixwaze ku şer rawest e, û êdî mirov nemrin. Lê weke ku fermandariya QSD’ê dibêje: “Dibe ku dewleta Tirk dema destpêkirina şer diyar kiribe, lê tişta ku nizane ew e ku eger bi vê hovîtiyê dewam bike, nikare dema bi dawîbûna wê û çawa bi dawî bibe diyar bike“ Bi vê biryardariyê lazime her kesê xwedî wijdan li dora vê xeleka berxwedanê bibe mertal û nirxên mirovahiyê û Kurdistana bedew ji dagirker û xwînmijan biparêzin. Ji bo yên mîna Hevrîn Xelef neyên qetilkirin, bajarên me neyên wêrankirin, koçberî û talan neyê kirin, zarok sewî nemînin û xwîna çelengan nerije firîna balafiran rawestînin.

Yazarın diğer yazıları