Xeml e huner e ya jinê ye

Necwe Şiblî: Xemilandin parçayek ji jiyana min e. Ez alavên xemlê dema çêdikim ez hîs dikim tiştên erênî li jiyana min zêde dibin. Çanda kevnar nasname û jiyana jinê ye.

HESNA MUHEMED / JINNEWS / ŞEHBA

Jina bi navê Necwe Şiblî bi keda destên xwe alavên ji bo xemlê çêdike. Necwe her wiha rûyê balîfan jî dixemilîne. Necweyê derbarê karên destan û alavên ku çêdike got, “Tevî hemû êrişan û rewşa şer, em dev ji çanda xwe bernadin. Xemilandin parçeyek ji jiyana min e. Dema ez alavên xemlê çêdikim, ez hîs dikim ku tiştên erênî li jiyana min zêde dibin. Çanda kevnar nasname û jiyana jinê ye.”

Kantona Şehba ya Herêma Efrînê, weke gelek bajarên din ji aliyê Çeteyên DAIŞ’ê ve hat talankirin û hilweşandin. Lê belê tevî şert û mercên zehmet jî jinan dev ji çanda xwe berneda. Piştî ku Kantona Şehbayê qismî hat rizgarkirin, jinan xebatên xwe dewam kirin. Necwe Şiblî ya 38 salî û dayika du zarokan, yek ji wan jinan e. Necwa bi keda destan alavên xemlê çê dike û malan dixemilîne. Bi derfetên kêm alavên hunerî ava dike û xweşikbûnê belav dike. Necwayê derbarê xebatên xwe de ji me re axivî.

Divê civak piştgiriyê bide jinê

Necwayê diyar kir ku ew ji tinebûnê hebûnê ava dike û got, “Jin nikarin ji çanda xwe dûr bikevin, loma jî tevî rewşa şer, û şert û mercên pirr zehmet, jin dîsa parastina çanda xwe ya kevnar û bi nirx dikin. Loma bi destên xwe malan dixemilînim û alavên xemilandinê çêdikim. Ev xemilandin pirr kevnar e. Jin dema bixwaze dikare çanda xwe li ser piyan bihêle. Lê divê civak jî piştgiriyê bide jinê, da ku bi pêş ve biçe.”

Bi dilê xwe dikim û dixemilînim

Necwayê di dewamê de got, “Ji 18 saliya xwe ve ez vî karî dikim, bi destên xwe hewl didim tiştên xweş derxim holê. Hemû tiştên bi destan ez çêdikim, pirr pê kêfxweş im û bi hezkirin dixebitim. Ji paçên rengîn, dezî rîs, alavên xemlê çê dikim. Dema şer li Şehbayê jî hebû pêdiviyên jiyanê yên pêwîst tine bûn, lê belê bi alavên xwe yên kevnar me debara xwe kir, ji ber wê jî çand divê her were parastin, çand jiyan û nasname ye. Çanda gelekî tine be ew gel kêm e. “

 Hem bi kêra min tê hem jî çandê diparêzim

Necwaya ku kêfa wê gelekî ji çêkirina gulan û dirûnê re tê, axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Dema ez çêdikim, ez xwe aram hîs dikim. Çimkî ji aliyekî ve jî çanda xwe diparêzim. Xwesteka min ji jinan heye ku çanda xwe biparêzin, ji ber ku her gelek bi çanda xwe tên naskirin. Em jî jinên Şehbayê li hember şer me serê xwe hilda û dev ji çanda xwe berneda. Tevî hemû êrişan û rewşa şer, em dev ji çanda xwe bernadin. Xemilandin parçayek ji jiyana min e. Ez alavên xemlê dema çêdikim ez hîs dikim tiştên erênî li jiyana min zêde dibin. Çanda kevnar nasname û jiyana jinê ye.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found