Xemla Heskîfê werandin

METÎN YOKSU / MA / ÊLIH

Şûnwarê dîrokî û çandî Heskif ku heta 12 hezar sal koka wê heye, ji ber projeya bendavê sal bi sal wêran dibe. Bi taybetî di sala 2018’an de ji ber xebatên înşaetê lê hatin kirin, bi dînamîtan zinar û şikeft hatin hilweşandin û berhemên dîrokî neqlî cihên cuda hatin kirin bi temanî reng û ruyê wê hat guhertin.

Dîroka şûnwarên dirokî û çandî ên Heskifê heta bi 12 hezar salan diçin. Di nava sala biihurî de texrîbatên mezin lê hatin kirin. Înşaetê, veguheztina berheman, bi dînamîtan teqandina zinar û şikeftên dîrokî kir ku xemla Heskîfê jê biçe. Ango Heskîf hat talankirin.

Bi hinceta hikûmeta Tirk miracaetî Lîsteya Mîrateya Cîhanê nekiriye, UNESCO´yê ev war neparast. Bi îhaleyên mezin berhemên dîrokî yên weke Mizgefta Eyyûbî, Hemama Kevin, Turbeya Zeynelbeg, Zeviya Mele Ebdulah, Deriyê dîroki yê Romayê û gelek berhemên din ji cihên wan rakirin. Ser keleha Heskifê jî bi betonê êdî hat nixumandin. Bi ser de jî, 123 cureyên sewal û zindiyên li Geliyê Dîcle wê tine bibin.

Gelo ne dereng e

Mehmet Tarhan ê Heskîfî y 66 salî, qederê 60 salan li şikeftên di keleha dirokî de jiyaye û dibêje, “Veguheztina van berhem û warên dîrokî şaş e. Tu gulê ji dara wê bikî, wê biçilmise û hişk bibe. Ji bo bendaveke 40-50 salan, dîroka hezaran salan wêran dikin. Gelo dê bi vê guhestinê çi bi dest bixin? Heskîfê ziwa dikin. Tine dikin. Heger em lê xwedî derkevin, em dikarin dîsa xelas bikin. Hê jî ne dereng e.”

Yaşar Ayhan ê Heskîfî jî dibêje, piştî projeya bendavê û guheztina berhemên dîrokî êdî jiyan li wan herimiye: “Dîrok tine dibe. Em dixwazin li Heskif bijîn û Heskîfê bidin jiyan.”

Xwendekara Zanîngehê ku ji Konya çûye Heskîfê, Aysun Bacak jî dibêje: “Cara yekem têm vir. Warê dîrokî yê 12 hezar sal dê di bin ava bendavê de bê hiştin. Ev ne rast e. Divê dîrok û çand neyê tinekirin. Ev dîroka me ye û divê em tev xwedî lê derkevin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found