Xerabo; weleh û bileh tu xerab î

Xelkê digo: ”Keleşgewra te esmer e û genimxwîn e”

Bi xelkê tehl e û bi nefsa min şêrîn e.

Tu rabe serê xwe di kulek û şibaka qesrê de biderxîne

Bila sirra bayê Qerejdaxê li ser şêbiskê te yê şê xîne

Bi ser hinarkê rûkê rastê de vegerîne

“Xerabo” strana serpêhatiyeke li herêma Omeriyan a Mêrdînê ye. Stran îsyan, gilî û gazinca jinekê ye li dijî xiyaneta mêr, qanûnên civakî yên kevneperest û çarenûsa ferzkirî. Bi gotineke din nifireke jineke dilşewitî ya li dijî xiyanet, fesadiyê ye.  

“Xerabo” yek ji stranên evînê yên di wêjeya Kurdî ya devkî de hema hema li hemû herêmên Kurdistanê tê naskirin strana “Xerabo” ye. Stranê di nava demê de formê strana gelêrî wergirtiye. Hema hema li hemû herêmên Kurdistanê û ji aliyê pirraniya stranbêj û dengbêjan ve hatiye gotin. Li gorî herêman şêwazê şîrovekirinê, gotin û naverokê de hin guhertin pêk hatine. 

Ji ber ku li tevahiya Kurdistanê li dijî jiyên xiyaneta mêr, qanûnên civakî yên kevneperest hene, stran li van herêman jî mîna bilêvkirina îsyan, qêrîn û bilêvkirina êş û azarên jinan a li dijî xiyanetê deng daye. Bi gotineke din, li her dera evîn-evîndar lê hene, xiyanetkarên mîna Xerabo, civakeke ku bingehê xiyanetê diafirînê jî heye. Lewra her mexdûra jin a mexdûra xiyaneta mêr, mîna jina Omerî diqîre û nifiran rêz dike. Lewra li ku derê be bila be, her mêrê xiyanetker jî dikeve sûretê Xerabo. Jixwe, ji ber tolazî, kirinên ne baş, leqeba Xerabo hatiye gotin. Xerabo temsîla xiyanet û tênegihiştina qîmetê evîna pîroz e. 

Dilnizmiya jina Kurd

Di stranê de dilnizmî û mitewazîbûna jina Kurd tê dîtin. Lewra ji xiyanetkerê mêr Xerabo re dibêje, heger ya te ji bo wê xiyanet kirî ji wê baştir, bedewtir be li te pîroz be, helal be ji te re. Lê heger jê ne baştir be wê demê hêrsa xwe tîne ziman. Bi gotineke din tenezula Xerabo ya ji bo jineke ne baş, wiha vedibêje:

Xerabo dîno, min bihîstî tu zewicî

Te ji xwe re yek dî xwestî

Heke ji min çêtir be

Bila li te helal be, li wî canî

Di straneke din a gelêrî ya bi navê, “tiliya min diêşe” de heman mijar bi gotinên ”Lawiko qurban min bihîstiye te jin xwesti/Heger min çêtir be ez ê jê re bibim ha berdestî” tê bilêvkirin. Yanî dibêje, heger ya hatiye tercîhkirin jê baştir be ew amade ye jê re bibe berdestî yanî xizmetkar. 

Di vir de çiqasî jina ku hem mexdûr hem leheng hem jî xwediya stranê ye baweriya bi xwe, baweriya bi bedewî û pakiya xwe bi îdîa bîne ziman jî, li aliyê din qebûlkirin û sernimzkirina ji qaîdeyên civakî yan jî qebûla civakî re jî xwe diheman demê de didin der. Nexasim di mînaka Lawiko amadebûna jinê ku bi hewî bi serê xwe di vê peywenda pirsgirêka civakî de dikare bê dîtin. 

Bergîla li şûna kihêla metewilî!

Lê belê diyar e, Xerabo tercîheke xirab, karekî xirab kiriye. Di gotinan de diyar dibe bi jineke Ereb a navê wê bi nebaşî derketî û ne sipehî re zewiciye. Yanî “Gul daye bi Sosinê”, “Mih daye bi bizinê”, “kihêl daye bi bergîlê”.  Her wiha mirov dikare nîşaneyê poşmaniya Xerabo jî ji gotinên jêr derxe:

Xerabo xerabê dinê, 

te mîka xwe daye bi bizînê

Te gula xwe daye bi sosinê

Xerabo dîno, bila li te be li wî dilî

Bila li mala hezar û hefsed bavê te be 

Li wê sewdanê li wî aqilî

Çawa te dev ji mi kehêla serê tewla berda

Tu yê li Bergîla  şûxilê Rişmiliya û Qûbaliya dihesilî

Min ji te re nego: Di meha biharê, bergîla li şûna kihêla metewilî!

Bi kirina xwe ya xirab, Xerabo derbeke giran lê xistiye û li dewsa wê bedewê çûye “Erebeke lêvdeqandî” ji xwe re aniye. Vê yekê jî mîna bi darekî lêxistin û weşandina hemû darên gul û beybûnên baxçeyê wan bi remz û nîşan dike: 

Çi darika di bexçê mala bavê min de bû,

Ji gula, ji beybûna xemilandî,

Xerabê min rahiştî hejkî, lêxistî temam diweşandî!

Bê lome be, çawa dostikek mero gelekî bedew hebe,

Li çiyakî mîna çiyayê Omeriya be,

Mero dev jê berde, dil pêveke Erebekê

Lin binê beriya jêrî û lêvdeqandî!

Di gotinên li jor de Ereba lêvdeqandî di heman demê de îşaret bi sinifandinên civakî jî dike ku bi awayekî eşkere di navbera eşîra Omeriya û Erebên “beriya jêrî” de datîne. Heta bi xweçêtirdîtineke nijadî mirov li vir nikare biçe, li vir ya qesda wê tê kirin, ne eşîr bûn bi peyva Ereb, lê eşkere sinifandina civakî, û li pêş û jor dîtina eşîrê jî eşkere ye.

  

Hêza gotinên jinan; nifir

Lê belê mîna qanûneke jiyanê ji ber kirina şaş, tercîha çewt û kirinên xirab pêwîst e berdêl bê dayîn. Lewra bi hostatiyeke bêhempa xiyaneta Xerabo bi van nifiran tê cezakirin. Mezintirîn cezayê ku ji bo mirovekî bê dayin; cezayekî bi lanet ê li hemû herêm û di hemû dem û serdeman de were bilêvkirin: 

Ez bi te re dost bûm, tu bi min re dijmin bûyî

Tu li paş xanîka li min dikelistî

Te derbek bi tifingê berda min, ez dikuştim.

Şevê nîvê şeva, te bi destê tola jina xwe girt

Û ez li ber dîwara dihiştim

Ez ti nifira li te nakim, tu dûrî dest î

Xwedê teala bike, rebî goştê canê te bihele

Li hewa bimîne komek hestî

Tu kwîr bibî têkevî ber vî destî

Li canê te keve derdek tu nebînî ti dermanî

Ezê serê sibehê rabim bi destê te bigirim

Te bikşînim wî cebanî 

 

Miriyên hezar û pêncsed salî!

Her wiha dilêşî, trajedî û giraniya xiyaneta hatiye kirin, poşmanî û azarên tên kişandin jî di hevdîtineke piştî xiyanetê re bi şêwazekî bikaranîna hûnerê mubalexeyê vedibêje: 

Ez û xerabê bi tenê, şevê nîvê şeva li sikaka,

Biniya mala, li hev rûniştin

Me gilîkê xwe pev kirin û gazinîkê xwe dihiştin

Kundê şikêran, wawîkê ber devê çema 

li halê min û bejna zirav diponiştin

 

Mirikê gorê di mezela, ê go îsal hezar û pencsedsal mirî bûn

Kefenê xwe li cimcumê serê xwe gerandin,

Li ser qebrê xwe rûniştin

Li halê min û bejna zirav diponiştin

Xerab î lê ji koma pismamê min çêtir î

Tevî nifirên giran jî evîn didome. Jixwe, sedema hêza gotinên bêhempa, nifir ên bi hostayiya hûnerî hatine ristin, jixwe evîna mezin e, yanî hezkirina ji Xerebo ye. Hezkirin didome, poşmanî û di encamê de hev û din efûkurinê tîne rojevê. Lewra “Xerabo” ne mirovekî hevqashi xerab e. Ji bo wê jî dibêje,

Xerabo, weleh tu xerab î

Tu yê ji dinyayê ji alemê xerabtir î

Tu ji koma pismamê min çêtir î


Xerabo, Xerabo! xwedê teala bike, 

Heçî ji xerabê min re bêje, tu xerab î 

Bila qarîn û warîna zarokê nêr,

Ti carê di mala wan de nabe!

 

Bila sed olçek  genimê sor

Li binê beriya Mêrdînê biçîne

Li şûnê, bila qerezîwana reş rabe!

Ê mayî bila kuliyê par û pêrar lê rabe!

Bila salekê, binê ser bênderê, 

Gêrê bike û bidêre, ew jî jêre bi ka be!

Kulmek zad ji wan re safî nabe!!

 

Heçî ji xerabê min re bêje: ” Tu baş î tu pir qenc î”

Xwedê teala bike rebî, kulmek garisê li pişta mala biçîne

Li şûnê, sed olçek genimê sor hilîne

Bi ufara binî, qîza şêxkî, axakî ji xwe re bîne

Zikata malê vê salê, bide min û Bazê dila,

Em ê  pê daweta xwe li dar xînin

 

Wesiyeta dawî:

Helalkirina heqê ramûsanan

Evîn bê dawî ye… Lê herkes bi qedera xwe razî bûye. Jixwe, dem û dewran derbas bûne. Lewra hêrs, nifir, îsyan jî heya demekê ne. Jiyan ne hevqasî dirêj e û dawiya wê mirin e. Di beşên dawî yên stranê de ku têne wateya wesiyetê, bedewiyeke çanda Kurd a qedîm a nakokî, pirsgirêk çi dibe bila be beriya mirinê li hev helal kirinê nîşanî me dide. 

Li hev helalkirin, xweziya bi rojên ku evîndarê hev bûn û heta mirinê jî domandina evînê bi van gotinan tê rêzkirin:

Lawiko dîno ez ê çi bikim?

Sala vê salê ez bi mêr im, tu bi jin î

Kul û kederê te gelek in,

Şax berdane ser vî dilî

Kul û kedera ji bîra nakim

Heya axê mezelan kêlê-di kevirî

Kul û kederê te pirr bûne, ti car dernakevin ji vî dilî


Xerabo, Xerabo, Xerabo!

Wey li minê,  

Çewa îro hatiye cewaba ne xêrê,

Ji min keçikê re

Digo: Delalê dilê te, li welatê xerîb û xurbetê nexweş e

Nexweşekî li ber mirinê

Ezê ji koma pismama newêrim herim serekî bidimê

Xwezî ji xêra xwedê re, ez ê bîstekê 

Li tenîşta Xerabê xwe rûniştama

Meyê li hevdû helal bikirana heqê ramûsana

Malîfeta derdê dilketinê!

 

Gelî gundî û malîno, car û cîrano!

Hûn ê bi qedrê xwedê kin

Mala Xerabê min ziyareteke pirr avzel e

Hûn ê bi destê min bigirin û min bibinê

Yazarın diğer yazıları