Xeyalek, lîstikek û azadî

Heta niha li pirr mihrîcan pêk hatin. Lê ev mihrîcan jî amûreke populîzmê bûn. Ev mihrîcan dê ji wan cudatir be. Em dixwazin bi hev re bi piştgiriya jinan, ciwanan û hezkiriyên şanoyê di 13’ê Cotmehê de mihrîcana xwe pêk binîn.

Li Wanê bi organîsazyona Şanoya Mencelê, 1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Wanê dê pêk bê. Derbarê mihrîcanê de şanogera Mencelê, Perînaz Delazy agahî dan.

Li Wanê cara yekem bi organîzasyona Şanoya Mencêlê, 1’emîn Mihrîcana Şanoya Wanê dê pêk bê. Mihrîcan bi dirûşmeya “Xeyalek, Lîstîkek û Azadî” dê di 13’ê Cotmehê de dest pê bike û heta 21’ê Cotmehê dewam bike. Li mîhrîcanê, 8 lîstîk, atolye û konsera lorîka dayikan wê pêk bê. Derbarê lîstîkê de şanogera Mencelê Perînaz Delazy axivî û got, lîstîkên pirr balkêş û bi wate di bernameya mihrcanê de hene.

Wan birçiyê şanoyê bû me jî mihrîcana wê çêkir

Perînaz Delazyê, diyar kir ku li Wanê pêdivî bi mihrîcana Şanoyê heye û got, bi hewledanên mezin wan biryara mihrîcanê da û wiha peyivî: “Em ê bi dirûşmeya Xeyalek, Lîstîkek û Azadî îsal li ser dikê cihê xwe bigirin. Bi rastî ev demeke dirêj e ku em li tiştekî wisa difikirîn. Me xwest ku em payîzê sezona wê vekin. Ev demeke dirêj e ku di şanoyê de pirr kêmasî hebûn û me xwest ku em mihrîcana şanoyê pêk bînîn. Mihrîcana me dê di 13’ê Cotmehê de dest pê bike û heta 21’ê cotmehê dewam bike. Gava ku me biryareke wisa da, em pirr fikirîn, ne tenê yekrengî em dixwazin ji her beşa civakê re bibin bersiv. Dî vê mihrîcanê de ew şanogerên ku têdikoşin û yên ku mîna me li ser dikê bi kedeke mezin lîstîkan pêşkêş dikin, di mihrîcanê de cih bigirin. Ji her reng, zimanî dê lîstîkên me bên lîstin. Bi 8 lîstîkan, konser û atolyeyê em di 13’ê Cotmehê de li ser dikê ne.”

 Mihrîcaneke alternatîf

Perînaz Delazyê got, ew dixwazin bi pêkanîna vê mihrîcanê di civakê de zîndîbûneke nû bîafirînîn û wiha peyivî: “Ji Amed, Izmîr û Rojhilat wê lîstikên me hebin. Bêguman, heger ev mihrîcan li Wanê pêk were, divê lîstîkên Wanê yên xweser jî hebin. Di mihrîcanê de 2 lîstîkên jinan dê bên lîstin. Ji xeynî wan, atolye û konserên me dê hebin. Ev atolye dê 5 rojan bidome. Em bi kelecaneke mezin bendewarên mihrîcanê ne. Em dikarin vê mihrîcanê mîna mihrîcana alternatîf bi nav bikin. Di mihrîcanê de lîstîkên cûr bi cûr peyama pirrengiyê dê bide gel. Em hewl didin ku lîstîken ji her zimanî di mihrîcanê de bidin lîstin. Komên şanoyên bajaran ên ku dê di mîhrîcanê de li gel me cihê xwe bigirin, tev jî ew in ku li hemberî pergala heyî tedikoşin. Heta niha li Tirkîyeyê pirr mihrîcan pêk hatin. Lê ev mihrîcan jî amûreke populîzmê bûn. Ev mihrîcan dê ji wan cudatir be. Em dixwazin bi hev re bi piştgiriya jinan, ciwanan û hezkiriyên şanoyê di 13’ê Cotmehê de mihrîcana xwe pêk binîn. Em li benda gelê xwe ne. ”

JINNEWS/WAN


Bernameyeke dewlemend

Lîstikên ku wê di 1. Mihrîcana Şaniyê ya Wanê de bên pêşkêşkirin jî ev in:

  • Tiyatro Mencel: Kerm
  • Şanoya Bajêr a Amedê: Tartuffe
  • Şanoya Yekta Hêvî: Kirêdarê nû
  • Teatra Jiyana Nû: Bêrû
  • Şanoya textê reş: Awaza Dawî ya Bayê Bakur
  • Lêkolînên şanoyê yên fizîkî: Di bin şatoyê de
  • Seyyar sahne: Ben Piêrre
  • Tiyatro Mephisto: Meymûnê Kafka
  • Bi Koraya Tarhan re şanoya xwezayî
  • Konsera Lorîka Dayikan

Yazarın diğer yazıları

    None Found