Xîret, serfirazî û berxwedana li dijî dagirkeriyê

Berxwedana xwerêveberiyan wê ji bîra kolektîf a miletê Kurd neçe; lê belê halê hazir bi dehhezaran mirov hene ku stareke wan nîne û zivistan jî li ber deriyan e. Koçberên berê xwe dayî deverên wek Wanê, êdî ji ber sirr û serma bajêr di xaniyên weke holikan de êdî hedana wan nayê û li Şirnexê vedigerin. Ji bo ku li welatê xwe bimînin û li çûna derveyî bajêr negerin, divê miletê Kurd hevgirtî xwedî li Cizîr, Şirnex, Sûr, Nisêbîn û Geverê derkeve.

Mesele ne alîkariyeke madî ye. Mesele pêşîgirtina li “paqijkirina” van navçeyan ji Kurdan e. Kî çi dibêje bila bibêjê û çi difikire bila bifikire, yek ji armancên dewleta Tirk a dagirker niha ew e ku qirkirinekê li van deveran bi ser bixe bi wê rêyê ku bike ku Kurd ji van deveran derkevin û xelkê ne Kurd li wan bi cih bibe. Bi tenê berxwedana gelê Kurd û hevgirtina wî dikare pêşiyê li vê bigire. Heger xîret e, xîret a vê rojê ye, jê pê ve û jê bi wê de nîne. Bi malbatên hevpar, bi alîkariyên konên zivistanî, lê belê beriya her tiştî, bi wê yekê, heke xaniyên vala, xalî hebin, ji bo van mexdûrên berxwedana xwerêveberiyan divê werin terxankirin. Divê ji bo mana li van erdan her tişt were kirin. 

Nabe ku ev kelehên berxwedanê yên miletê Kurd ku êdî nîşanên hêz û taqeta miletê Kurd in li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji kurdîtiyê werin şûştin. Nabe ku kolanên van navçe û bajaran ku nîşan dan, vîna çend ciwanan dikare artêşa dagirker a dewleta Tirk nikaribe xwe tevde, ji deng û awazên Kurdî xalî bibin. Nabe ku ev navçe û bajar ji Newrozên bi heybet, ji çalakiyên mafdar, û çand û bazara Kurdî beyar û bêhay bibin. Nabe! Hem li dijî dîrokê ev ê bibe neheqî û hem jî nabe, ma em çawa dikarin weke milet vê qebûl bikin!? Vê şermê, vê êşê, vê sertewandinê!

Niha navê berxwedana miletê Kurd divê bibe hevgirtin. Tifaqeke berê nedîtî ferz e, xîret ferz e. Û ferz, ne ku ji ber gotinekê û du peyvan peyde dibe; ev ferzek e ku dîroka Kurdan û nexasim jî dîroka van çend dehsalên bihurî yên van navçe û bajaran bi xwe diafirîne. Xîret peyvek e ku herî zêde bi xwedîderketinê dikare were îfadekirin. Û xwedîderketina li vîn û xewna jiyana azad a wan ciwanan ku di berxwedana xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest dan, wê bibe xîreta vî miletî. Ev milet heke karibe pêşiyê li “paqijiya etnîk” – di rastiyê de yek ji gunehên herî giran e li dijî mirovahiyê – a dewleta Tirk bigire û bi hevgirtina xwe hebûn û xwebûna xwe ya li ser van erdan dewam bike, ew ê bi xîreta xwe bi ser jî bikeve û serfiraz jî bibe. Ji bo mirov zanibe ev rastî ye, mirov hema bi serê awiran jî berê xwe bide Rojava wê vê yekê bibîne.  

Yazarın diğer yazıları