Xizmetguzariya li Til Şayir

Bajarokê Til Şayir 4 km. dûrî navçeya Deşîşa ye. Rêveberiya Xweser li Til Şayir navendeke tenduristiyê û li rex wê gelek saziyên xizmetguzariyê di 5’ê Îlonê de, vekirin. Di navendê de gelek alavên tenduristî û bijîşkî yên nûjen hene. Navend xizmeta 30 hezar şênî dike.

Navenda perwerdê, desteya enerjî, komîteya çandiniyê, stasyona paqijkirina avê, Şaredariya Gel û navendeke tenduristiyê li bajarok hene.

Navenda tenduristiyê xizmetê ji gelek kesan re dike, her weha nexweşên ji gundan jî tênê. Li navendê alavên bijîşkî yên nûjen hene, fena; alava elektrîk a dil, alava montor, alav Îko û alavên dîtir.

Li navendê bijîşk û hemşîre yên di gelek waran de pispor hene. Navendê gelek westan û pere li ser şêniyan sivik kiriye. Ji ber ku şêniyan rûbereke dirêj dibirî heta ku bigihîjin navendên tendirustî yên li Şedadê yan jî bajarê Hesekê.

ANHA / HESEKÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found