Xwe bi xwe hînî Kurdî bibin

Nivîskar Mevlût Aykoç û Xunav Altûn ji bo kesên tirkîaxêver pirtûka “Xwendin û Nivîsandina Kurdî” amade kirin. Her du nivîskaran xebateke hevpar kirin. Ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina Kurdî ev pirtûk hatiye amadekirin. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Ar´ê ve hatiye çapkirin.

Di pirtûkê de ji bo kesek bi hêsayî hînî Kurdî bibe hûrûkûr li ser rê û rêbazê hatiye sekinandin. Bi vegotina Tirkî ji bo xweşkirina zimanê Kurdî gelek biwêj, gotinên pêşiyan, helbest û stran bi wêne û tedrîban cih digirin. Di pirtûkê de du hezar hevok cih digirin. Di nava pirtûkê de ferhengok jî heye. Kesên bixwazin dikarin bi rêya internetê û pirtûkfiroşan xwe bigihînin pirtûkê.

AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found