‘Xwebûnî ya Wêjaya Kurdî’

Xwebûnî, encama demajoyeke çetin e ku bi awayekî jixweberê pêk nayê û ji bo pêkhatina wê jî gelek hêman, kartêk û qonax divên. Digel vê jî her divêtî, wekî encam, dikare bibe sedema aqûbeta baş an jî nebaş a ‘xwebûnî’yê. Û her wiha, xwebûnî, çendî ku takekesî ye di heman demê de civakî ye jî. Loma jî, ji bo pêkhatina wê, çi bi awayekî civakî çi jî takekesî, serê pêşîn bo ‘xwenasîn’ê, ‘dîkeyek’ pêwîst e. Dîketî; hem ji alî heyînên derveyîn ve li mirov tê barkirin hem jî ji ber ku jihevcihêtiya ‘ez’ û ‘ew’ê saz dike, heyînên hundirîn û derveyîn di heman demê de li dar in. Hegel di diyalektîka xwe ya ‘hebûnî’yê de qonaxên ‘xwebûnî’yê wiha qebûl dike. “1) ez’a ku hê negihaye xwehişberiya xwe (self-consciousness, öz bilinç), 2) ez’a ku rastî dîkeya xwe tê, 3) ez’a ku piştî vê lihevrasthatinê digihîje xwehişberiya xwe.”*

Xwek sazbûna peyvê jî, diyar e ku xwebûnî, berpêyî ‘xwe’ye. Ev ‘xwe’ bi qebûla hebûna heyîna derveyîn, xwe ava dike. Loma jî, di vê qonaxê de, ‘biyanek’ heye. Ev ‘biyan’ di qonaxa avakirina ‘xwebûnî’yê de, dibe sedem û kartêka ‘nebanbûnê’. Herçî nebanbûn e ji bo pêkhatina wê, heyîneke nas hewce ye da ku takekes ji xwe dûr bikeve û bi nêzbûna heyîna nas li xwe neban bibe. Z. Bauman, hebûna têgiha ‘biyan’ qebûl nake û wiha dibêje, “Ji bo ku ez karibim kesekî wekî ‘biyan’ qebûl bikim, divê qet nebe ew nêzî qada min a naskirinê be û ez hin tiştan bizanibim der heqê wî de.”** Hemin ku ‘xwebûnî’ avakirinek e, jê re demajoyeke xwenasînê jî divê. Û di vê demajoyê de, takekes, di ser nasîna ‘biyan’ re xwe nas dike, xwe ava dike; ji lixwenebanbûnê difilite û digihîje hafa ‘xwebûnî’ya xwe. Ji hêla din ve Gasset, demajoya ‘xweavakirin’ û ‘xwebûnî’yê, di sê qonaxên dîtir de pênase dike, “1) qonaxa dîkebûnê, 2) qonaxa ketina kozika xwe, 3) qonaxa çalakkirina jiyanê (yanî praxisa xwebûnîyê).”***

Hegel di ser ‘qebûla heyîna dîtir’ re, Bauman di ser ‘nasîna heyîna dîtir’ re, Gasset jî di ser ‘nasîna xwe’ re, qonax û pênaseyên di barê xwebûnî, xwehişberî, xweavakirinê de dikin. Ev her sê pênase, bi awayekî tevdeyî, di wêjeya Kurdî ya li bakur ya piştî salên 1960î  pê li pê xwe daye der û di roja îroyîn de, hem li me bûye rêya çareserî û gihîştina ‘xwebûnî’yê hem jî li me bûye rê û bijareya ‘xwelî(li)serî’yê…

Kurd, li bakur, heta salên 1950yî, bi awayekî çalak –yanî wek perwerdehîya xwendegehî- û ji nêz ve ne nasyarê Tirkî bûn. Loma jî, zimanê ku pê diaxivîn bi Kurdî bû û bi taybetî piştî salên 1970yî, kêm kesên ku Tirkî nas kiribûn, dest bi nivîsîna Tirkî kiribûn ku di berhemên wan de behsa Kurdan dihat kirin. Ev qonax, qonaxa, ‘nasîna biyan’ê ye ku du dibetiyan bi xwe re tîne; an takekes dê bi nasîna biyan re bêtir berê xwe bide ‘xwenasînê’ û nêzî ‘xwebûnî’yê bibe, an jî dê bêtir berê xwe bide ‘biyannasînê’ û ji ‘xwebûnî’yê dûr bikeve. Sedem çi dibe bila bibe, ji salên 1950yî heta salên 1995an, ji ber qedexetiya hişk a li ser ziman, Kurdan piranî berê xwe da ‘biyannasîn’ê; wan bi Tirkî nivîsî û çi bihemd çi jî bêhemdî xwe, demajoya ‘dilkêşiya lixwenebanbûnê’ da destpêkirin.

Piştî salên 1970yî, bi taybetî çend nivîskarên Kurd û piştî salên 1980yî hejmarek nivîskarên Kurdî yên li Ewrûpayê, rêya ‘xwenasînê’ bijartin û hindik be jî bûn mînaka ‘xwebûnî’yê; wan bi Kurdî nivîsî û hewl da ku nehêlin dilkêşiya lixwenebanbûnê berbelavtir be. Lê belê, ji ber ku ‘qonaxa ez’a ku rastî dîkeya- yanî biyana- xwe tê’ û ‘qonaxa dîkebûnê –yanî qebûlkirina biyanbûna xwe-’ di warê têkiliyên serdest(î)-bindest(î)yê û di warê pêkanîna navgînên asîmîlasyon û lêferzkirina Tirkî de pir xurt û bandorker bûn, ev hewldan kêmbandor man. Loma jî, bi taybetî piştî salên 1995an, takekesên Kurd, yên ku bi zimanê serdestên xwe nivîsîn, bi dilxwaziyeke balkêş di van qonaxan de man û ‘durehiya rezadilî’ ji xwe re bijartin.

Digel vê yekê, dîsa piştî salên 1995an, hejmarek takekesên Kurdînivîs derketin pêş ku hemû qonax li wan qewimîbûn. Bêtirî wan kurdînivîsan, rasterast xwe bi kelepûra xwe ya heyî ve bestandin, destên xwe ji kurdînûsên ji salên berî 1970yî û yên piştî wê ku li Ewrûpayê bûn, nekirin û bi ‘hebûnîya wan a ne-biyan’ re xwe gihandin qonaxa sêyemîn a Gasset danandî û li ser çalakkirina jiyanê ‘xwebûnî’ya xwe ava kirin. Vê avakirina ku di hafa takekesiyê de pêk hat, di heman demê de derbek li demajoya ‘dilkêşkirina lixwenebanbûnê’ jî xist. Hewldana van takekesên Kurdînivîs, di heman demê de, bendek jî danî ber ‘durehiya rezadilî’ û beranberê wê jî rêç û mesîla ‘durehiya berevajîker’**** anî mexderê. Û di vê qonaxê de, ‘durehiya rezadilî’ ku kêfa serdestan pir jê re tê, bû berendamê sêwiyên berdîwaran. Digel vê jî, ‘durehiya berevajîker’ bû hêza likarxist a ‘xwebûniya wêjeya Kurdî.’

Lê belê, vê rewşê zêde nekudand û roja îroyîn, ev yek li wêjeya Kurdî bûye gelemşeyek. Ji ber ku roja îroyîn, ‘dilkêşiya lixwenebanbûnê’, dîsa bi destê takekesên kurd, di vîtrînan de ji berê xurttir xuyanî ye û êdî takekesên Kurd ‘durehiya rezadilî’ wekî rê û çareya herî baş a ‘Kurdbûnê’ dibîne û çendî ku dikare bi hewldanekê, praxisa jiyanî ya xwebûnî’ya xwe ava bike jî, ji ber hêsaniya asîmîlasyonê dayî û ji ber ‘egosantrîzma takekesî’ berê xwe dide Tirkînivîsînê. Ev rewş di hemû qad û biwarên ku Kurd lê hene de li dar e û her ku diçe geştir dibe. Û geşbûna wê jî, di hemû biwarên îroyîn a wêjeya Kurdî û di warên siberojê, -ên wekî kelepûrbûn û domdarbûnê- de li wêjeya Kurdî dibe sedema çêbûn û geşedana gelemşeya ‘xwebûnî’yê.      

Helbet rê û mesîla dûrxistina vê ‘dilkêşiya lixwenebanbûnê’, li ba wan Kurdînivîsan e ku hê jî li ser kewna xwe ya destpêkê ne; nivîskarî û nivîsandina wan di ser ‘qebûlkirina hebûnîyê’ ya Hegel di ser ‘nasîna heyîna dîtir’ ya Bauman û di ser ‘çalakkirina jiyanê (praxisa xwebûnîyê)’ a Gasset re her didome. Û rê û mesîla avakirina ‘xwebûnî’ya wêjeya Kurdî li ba wan takekesên Kurd e ku Kurdînivîsiyê li hember tunekirin û asîmîlasyonê wekî sedemeke hebûniyê dizanin û bi avakirina ‘xwebûnî’yê re ‘durehiya berevajîker’ dikin mesîla avadaniya wêjeya Kurdî.

*G. W. F. Hegel, Seçilmiş Parçalar, (1986), “Tinin Fenomenolojisi’ne İlişkin Temel Düşünceler”Remzi Kitabevi, s. 33-34

** Bauman, Zygmunt, (2018), Kapımızdaki Yabancılar, Ayrıntı Yayınları, 67

***Gasset, Ortega, Y., (1995), İnsan ve “Herkes”, Metis Yayınları, 38

**** 1) Durehiya rezadilî: Ew durehî ye ku dizane Kurd e lê bi qebûlkirineke rezadilî, bi zanebûn û bi hişberiyeke egosantrîk bi Tirkî dinivîse. 2) Durehiya berevajîker: Ew durehî ye ku dizane reheke biyan ketiye nava rehê wî, lê ew vê biyaniyê li xwe dike avantaj û li ser reh û hîma xwe ya resen dimîne û bi Kurdî dinivîse. (Têbinî: min li ser têgihbariya H. K. Bhabha, ev her du têgih ava kirine.)

Yazarın diğer yazıları