Xwedawenda Somerî Lil.Du /Lil.Lu  û Lilith

Dema min nivîsa Mahabat Felat ya bi serenavê Lîlith xwend, filma Lilith ya Warren Beatty rola sereke dilîst ku min çend sal berê sêr kiribû, hate bîra min. Hê jî di bîra min de ye di fîlmê de Terapoytekî bi jineke bi raz re dizewice, çîrok li dor wê jinê dizivire. Yanê hinek şibandibûn serhişkiya Lîlîtha mîtolojîk.

Çima îro ev mijar? Ji ber ku ji vir 40-50 sal berê jî di nava gelê me de hin ananeyên taybet hebûn, têkiliya wan ananeyan bi vê mijara Lîlîth re heye. Dema zarokeke nû dihat dunê, agirê di pêxirîgê de nedihat vemirandin, sê kozên agir dikirin bin seradê, pêçeka dergûşê dadianîn ser wê seradê, li dor dergûş û dayîka zîstanî jî bi werîsê reş ê dişibiya marê reş bi dîrozan digerandin ku ji giyana xirab, kabos û pîrhebokan ango ji Lilith biparêzin.

Her wisa dema em li baweriya êzdayetî dinêrin li ser dîwarê pêş derê mîrgehan wek Lalişê sembola marê reş heye. Her wisa hin pîr û feqîr jî porên xwe dirêj dikin, dihûnin, tim bi rengê reş direngînin û di ser singa xwe re wekî marê reş berdidin. Ev herdu anane, bawerî yan jî têgîhîştin rasterast têkiliya xwe bi xwedawenda Somerî ya bayê „Lil. Du / Lîl.Lu“ re heye. Lewra li gor bawerî û mitolojiyan giyanên xirab nikane ji marê reş derbaz be, yan jî avzûn bike.

Wek Xwedawend

Lilith yan jî Lil.Lu xwedawendeke Someriyan ya kevn bû. Serhildêr û serhişk bû, serî li ber xwedawendên mêr danedianî. Xwedawenda bi nav û deng ku di destana Gilgamêş de jî roleke bingehîn dilîze, ango Înananaya di warê zevengê de çilek, her li dije wê bû. Di dawiyê de, wê ew ji welatê Someran qewitand û şand ciheke nedihat zanîn. Di mîtolojiyan de tim wek hebûneke bêkêr bi per û li ser darê biyan dijî, hevalbendê tarîtiyê û avzûnkar hatiye sembolizekirin. Di destana Gilgamiş de jî wek sembolekê ji dûr ve xuya dike.

Di relyefên Burney de li ser serê wê taceke bi çar qiloçan heye. Bedena wê mîna ya mirovan e, lê lingê wê bi awayê lemê çivîkan hatiye remzandin. Perên wê jî wek perên xwedawendên cihana tarî, yan jî ya bin erdê ye. Di destekî wê de xelek û çoyê serweriyê heye. Li keleka wê du kundên mezin û di bin lingan de jî du şêr hene. Bi vî rengê xwe ve wek xwedanê tarî û mirinê ye.

Di hin çavkaniyan de, ku vî aliyê wê bi dîtina Înana ve girê didin, wek hevalê cin û kabosan tê venivisandin, kare wê zarokên nû tên cihanê kuştin û ji holê rakirine. Dibe ev aliyê wê yê neyênî demekê di nava Kurdan de jî berbelav bûbe. Ji ber vê jî jina zîstanî û dergûş bi ritûalên Agir û werîs tên parastin. Di mîtolojiyan de heyîyên ji tariyê ne, tenê nikanin ji tiştên reş wek mar yan jî werîs derbazbin, dema ew wan dibînin bi şûn ve dikişin.

Di Ahîta Kevn sura Yes 34 – 13, 14 an de behsa Lîlîthê bi awayeke nerênî di nava keftar cinawiren çolostanê de tê nîşandayîn. Dîsa di sureya Încîlê Ljop 18, 15 de jî ev mijar tê vekirin. Rabbi Isaak ben Jakob di nav nivîsên di sala 1265 an de hatine nivîsandin de radigihîne ku heft Xwedawendên xirabiyê hene, ji vana Samael û Lîlîth wek hevjînên hev nîşan dide.

Di Tewrat û nava cihûyan de Lîlith wek hevjîna Adem a yekem ku bi Adem re ji heriyê hatiye çêkirin û Xwedê giyan daye wan xuya dike. Piştî bi salan bi Adem re dijî, wekheviya mêr û jinê dixwaze, ev jî li pişika Adem nayê, wê ji bihuştê dide dûrxistin, di cihê wê de jineke ji Adem re serî diçemîne ji parsuyê Adem tê çêkirin. Ji ber vê egerê jî Lîlîth jî dijminiya zarokên Adem û Hewayê dike û di her firsendê de wan dikoje.

Navê Lîlîth di nava Astrolojîyê de jî cih girtiye. Li gor vê behsa hevalcêwiyê heyvê ya reş tê kirin. Lê di rastiyê de tişteke wiha tine. Tenê dema hêyv tê xalekê siya wê wek hevciwiyê wê tê xuyakirin. Lê ev tenê şaşdîtineke çav e. Di xeleka zinarên Gerdûnê de zinareke astroit ya bi navê Lîlîth (1181) heye. Ev jî wek Lîlîth sembola femînîstan e.

Encam: 1) Her çendî hin dîtinên LîLîth Xwedawendeke Lulu yan bûye, navê wê ji wir tê, hebe jî, hê baş nehatiye zelalkirin. Lê em êdî dizanin ku ev xwedawendeke dema Someriyan û dijbera Înanayê bûye, Hanahanaya xwedawenda her demê piştgiriya Înana dike û wê ji wê herêmê dûr dixe. Bi çûyîna wê re êdî her xirabiyê jî, ji wê re dikin mal.

2) Min di nivîseke berê de jî nivisîbû ku piştî Cihû ji Babîlonê rizgar bûn, gelek zanyarî û baweriyên Mezopotamyayê bi xwe re birine, bi hin guhertin û şiroveyên piçek cûda ew zanyarî û mîtolojî ji xwe re kirine mal.

3) Ew Ananeyên zarok û jina zîstanî parastina wek kevneşopiyeke di nava Kurdan de rûniştiye jî, ji dema van baweriyên kevnar ve maye.

4) Em car din bêjin; çanda me wek deryayê ye. Ji bo ku em bikanin mîtolojî û hişmendiya navend Kurdistan, pêve giredayi Mezopotamyayê têbigîhîjin, divê em berê fêrî çand, kevneşopî û baweriyên gelê xwe bibin. Baweriyên Ereb û Cihûyan ti sûdekî nadin me.

Yazarın diğer yazıları