Xwedê hişto lawo!

Kula Helebê kuleke giran e,
Bikeve devê deriyê mala
van xayînan û dijminan…

Erê bi rastî jî carinan nifirên di payîzokan de ji wan nifiran in ku mirov dikare ji bo rewşa xwe ya îro bi kar bîne. Êdî mû bi zimanê min ve hatiye bi meke, bigereyan; ji zarokên xwe yên hûr re dibêjim. Dibêjim, dibilînim, meke bavo, bigere êdî bes e. Lê ma mirov dikare nifiran li zarokên xwe bike. Mirov bêguman ji zarokên xwe bi xwe jî ji ber sedemên cihê bêzar dibe û heta êdî wiha dibe ku mirov bibêje, eaew û ‘offf û sed carî ‘offff. Lê devê mirov nagere nifirekê wisa bi dilekî tijî bi gotinên hişk bike. Mirov bixwaze jî nikare… Dê û bav, pîr û kalên me dema devê xwe li nifiran vedikirin ji bo zarokên xwe, digotin, “Heyla xwedê hiştî lawo!” “Heyla stûneşikestî!” Devê wan li nifiran nedigeriya ji bo zarokên xwe…
Êdî civata giştî ya KNK’ê ji bo cara 16’an li Brukselê li dar ket; wiha diyar e ku aliyên siyasî hemû ji bilî yekî û dûvikên wî amade ne ku stratejiyeke neteweyî ya berjewendiyên gelê Kurd bi pêş bixin. Ev yek û dûvikên wî tevahiya çarenûsa xwe û ya Kurdistanê bi Tirkiyeyê ve girêdane, hem li Mûsilê û hem li Helebê. Ew Heleba ku di ti dema dîroka xwe de weke îro nehatî texrîbkirin. Ji ber wê jî ew gotinên payîzokan di guhên min de olan dan û min jî ev gotara xwe pê da destpêkirin.
Jixwe, kî bixwîne wê bibêje, payîzok, nifir, zarokên me, pêşiyên me û kula Helebê? Ma çi elaqeya wan bi hev re heye, tu çi ji xwe re “wilo” li hev tînî! Te dît, îcar ji KNK dixwaze demildest Kongreyeke Neteweyî pêk were, ango navmala Kurdan yek deng bibe di meseleya berjewendiyên heyatî yên Kurdan de. Ha ev nav mal, bivênevê bi hemû alyên xwe yên siyasî me dike ferdên yek malê; û ya rastî gelek caran dixwazim weke wê payîzoka li jor, nifiran bikim li hin ferd û aliyên vê navmalê ku destê wan her di destê dijminê vê navmalê de ye. Ev ne îmajeke jî; hema bînin bîra xwe Şivanê “me”, Mesûd Barzanî û Erdogan destê hev girtin û beriya hilbijartineke li Tirkiyeyê ku ji bo Bakurê Kurdistanê girîng bû, propagandaya dijminê hov û har ê Kurdan li dilê Kurdistanê Amedê kirin. Îcar were û nifiran neke li Şivanê “me”! De were û vê nîska kelî vexwe lo! Jixwe behsa “ka/ek”ê me Mesûd jî hîç nakim, nikarim bikim, newêrim bikim; ma ne ji malê ye! Ji ber ku nikarim bi tama dilê xwe nifirên xwe bikim, ez jî weke dayika xwe, ji neçarî dibêjim, “destketiyên” Kurdan divê nekevin tehlûkê li Başûr; tehlûke ew bi xwe ne ha! Êdî feqîrên weke min jî xwe li ehmeqiyê datînin; na lo, ma bi zanîn dikarin vê bikin, de na yaw ma wê di kaniya gundê xwe de mîz bikin!?
Ew pirsa dawî li jor, ka careke din bixwînin! Bersiva wê wiha ye, erê tê de mîz dike, hela ew mirovên min behsa wan kir gelek caran tê de û pê de mîztine. Di nava malekê de her kes pak nabe, herkes maqûl jî nabe, lê divê cihê herkesî hebe; bawer dikim pirsgirêka herî mezin a siyaseta neteweyî ya Kurd ew e mirov çawa vanên ku bi maqûlî û bi neteweyî zehmet e di wan bigihîje, di nava vê malê de bi cih bike. Heke siyaseta Kurd karî hevkariya wan a bi Tirkiyeyê re sînordar kir û karî wan bîne navmala “wan”, ev ê bibe serketina herî mezin a siyaseta neteweyî ya Kurd. Ez nizanim ka ev ê bibe, yan wê navmala Kurd hewl bide bê wan, bi qasî ku bibe bi erka xwe ya Kongreyeke Neteweyî rabe. Niyaza min ji xwedê ew e, ez neçarî nifirên xwe nebim; jixwe, bi vî halê “Xwedê hişto lawo” jî ev nifirên min ne ti nifir in.

Yazarın diğer yazıları