Xwedî li Rojava derkevin

Dîwanên Hevserokatiya TJK-E û KCDK-E´yê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li Kurdistan iyan û dostên wan kirin da ku xwedî li Rojava û pê re jî xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin.

Herduyan bang li DYE, NATO û dewletên Ewrûpayê kir da ku ji şaşiyê vegerin, û hevkariya wan a eskerî, aborî û dîplomatîk a bi dewleta Tirk re rûreş kir. Wan got, “Nebin şirîkê qirkirina (Kurdan) a Dîktator Erdogan, dawiyê li desteka xwe ya siyasî, eskerî û madî berdin.”

Divê em li Ewrûpa, Japonya, Kanada, Awusturalya, û tevahiya gelên dinyayê, di çapemeniyê de, li meydanan, li fabrîkayan, li şirketan û li her warê jiyanê berxwedaneke mayînde ava bikin li dijî dîktator Erdogan û bikin ku hêzên navneteweyî nebin şirîkê vî sûcî.”

Dîwanên Hevserokatiya TJK-E û KCDK-E´yê bang li her kesî û nexasim jî meclîsên xwe kir ku 12´ê Cotmehê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û qirkirinê beşdarî çalakiyan bibin û têkoşînê xurt bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found