Xwedî li Rojhilat derkevin

KAMRAN MÎRZAÎAN / STOCKHOLM

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya KNK’ê li salona Westmanska Palatset a bajarê Stockholm ê Swêdê li hev kom bûn.

Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û got, şerê niha li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin şerê çarenûsa gelê Kurd e, û bal kişand ser girîngiya çalakî û kombûnên bi vî rengî yên ji bo piştevaniya berxwedana Rojava.

Nûnerên partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê jî derketin ser dikê û helwesta xwe diyar kirin.

Piştî ku platform bi dawî bû komxebatek hate kirin. Beşdaran bal kişand ser rewşa heyî ya li Rojhilatê Kurdistanê û gotin, “Ji ber rewşa li Rojhilatê Kurdistanê lazim e ku em bi awayekî awarte weke tevahiya rêxistin, tevger, saziyên civakî yên Kurd li Rojhilat bibin xwedî, ji bo paşeroja welatê xwe tevbigerin.

Partî û saziyên tevlî platforma piştgiriya Rojava bûn: Hizba Demokrat a Îran, PJAK, Komeleya Zehmetkêşanî Kurdisstan, Tevgera Gorran, Hizbî Demokratî Kurdistan, Partiya Pêşverû, Nûnera NCDK-Swed, Rewta Sosyalîst Komele, Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, Tevgerî Kurd FS, Tevgerî Kurdayetî û PSK.

Yazarın diğer yazıları

    None Found