Xwendina berhemên Kurmanciyê

Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî (IBV) wê komeke xwendinê pêk bîne. Kom 14´ê Îlonê bi koordînatoriya Suat Baranî dest bi xwendina berhemên Kurmancî û Tirkî dike.

Beşdarên komê wê bi pîvanên “edebiyata Kurdî ya danberhevkî” kitêbên li ser mijarên wek bêdengî, ol/bawerî, hebûnparêzî (egzistansiyalîzm), diyaspora, femînîzm, postkolonyalîzm, vebêjên vegera malê, self-oryantalîzm, birrahiya efsûnî (magical reality), psîkanalîz bixwînin.

15 kes dikarin beşdarî komê bibin. Ew kesên ku dixwazin beşdarî komê bibin divê vê formekê dagirin.

IBV´yê li ser bernameyê daxuyaniya li jêr weşandiye: “Di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî de wêjeya Kurdî ya hevdem dê navenda koma xwendinê be, bi tesîra gelek serpêhatiyên serdema me berhemên Kurdî wê bi perspektîfek firehtir, bi moderatoriya Suat Baranî lê belê armanc ev e ku zêdetirî bi awayekî înteraktîv lê hûr bibe.

Pratîk û teoriyê didin ber xwe

Armanca sereke ya koma xwendinê ji novelê heta çîrokê, ji çîrokê heta helbestê, ji helbestê heta gotarên teorîk; li ser lîsteyeke xwendinê ya berfireh ku tê de berhemên Kurdî hatin nivîsîn hene wê xwendineke berawirdî li ber çav bigire û bi wêjeyên din ên cihanê re hevbandoriyê, hevşibînê, cûdahiyê binêre û wê li bêjinga berawirdiyê bixe.

Di hilbijartina berheman de têma û rêbazên teorîk ên wek alegoriya neteweyî, bêdengî, ol/bawerî, hebûnparêzî (egzistansiyalîzm), diyaspora, femînîzm, postkolonyalîzm, vebêjên vegera malê, self-oryantalîzm, berrahiya efsûnî, psîkanalîz esas hatiye girtin.

Bernameya xwendinê jî li gorî stûrî û tîrbûna berheman di navbera 2 an jî 3 hefteyan de hatiye sazkirin. Ji bo beşdariya çalak û rexneyî, nêrîna analatîk û da ku kom kêrhatî û birêkûpêk bi rê ve biçe kontenjan bi 15 kesan hatiye bisînorkirin.”

STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found