Xwendina helbestê wate û têgiştina wê

Heger em seresere li berhemên wêjevanên Kurd nexasim jî li helbestê binihêrin, em ê bi awayekî raste rast hîn bibin û di cih de em ê di şêwazê derbirînê de, di aweyên ristin û avakirina hevokan de bibînin ku bandora wêje û dibistanên Tirkî-Erebî-Farisî li mejiyên rewşenbîran daye. Jixwe, em baş dizanin ku rola zimanê hînbûn û dibistanê roleke gelekî bingehîn û serekî ye. Nivîskarên îro bi Kurdî dinvîsinin bi giştî bi zimanê xwe yê ku pir pêwist bû ku ew pê perwerde bibana, ya ni bi Kurdî perwerde nebûne.

Em vegerin ser mijara xwendina helbestê!

Pirraniya me dixwaze helbestê bixwîne, lê ne her kes dikare wê baş bixwîne, an jî bi kêmanî, wate û naveroka wê wekî ku ji hêla helbestvan ve hatî nivîsandin fam bike.

Xwendina helbestê ji xwendina gotar, çîrok an jî romanekê cuda ye, tevî ku helbest bi bingeha xweyî wêjeyî van hemî beşên din dihewîne.

Her wiha di helbestê de ji aliyê hinek helbestvanan ve hin destavêtinên zimanî car caran têne kirin û ew destûra wan didin xwe. Ev ji çi tê? Ji bo xwendin û xweşkirina helbestê wekî ku divê hewce be ku li ser hin tiştan bala xwe bidiyê, gelek helbestvan vê bi zanebûn dikin. Ji ber vê yekê, helbestvan wê di hilbijartina mijarên xwe û di asoyên xeyalên xwe de di vê mebestê de berdewam bin.

Di xwendina helbestê de gelek ji xwendevan û heskiriyên helbestê meraq dikin dema rastî hin peyvan tên û tênagihîjin; hingê ew dixwazin zanidbin bê ka wateya wê peyvê çi ye.

Mînak

1- Şevên spî; erê şev çiqas tarî ne şevên helbestvanan spî ne, helbestvan dema şevên xwe bi peyvan spî dike, wê çaxê dibe helbestvan.

2- Xwîna kesk; erê her wiha xwîna ku ji devê pênûsa wan dirije, ew jî kesk e.

Serkan Birûsk di nivîseke xwe de li ser helbestê wiha nivîsiye: “Helbest bi hindiktirîn peyvan vegotina kûrtirîn hest û ramanan e. Bi gotineke din; helbest bi pêjnan zeftkirin û bi alîkariya hunera peyvan hûnandina wê kêlîkê ye ya ku bahoz û bagera her cure hestên tîr û kûr di nava dil û ruhê helbestvan de radibe”.

Rast e! Helbest bi peyvên hindik û kurt  hest û ramanê eşkere û zelal dike, lê gava ku helbest hebesta rasteqîn be car caran hewce dike ku dirêj be jî.

Lê ew pirsên dijwar ên çanda me ya talankirî ku li ser keviya dîrokê û li ber dergehên aloz yên vê serdemê ne, gelo wê hîna bimînin?

Ji bo ku em dîsa dereng nemînin kesên ku helbestan dinivîsinin, çarçoveyeke teorî bo zeftkirina kêlîkên windayî yên giyanê rewşenbîriya Kurdî û destnîşankirina helbest û wateya wê û pirên dan û stendinê di navbera nivîskar (helbestvan) û xwendevanan de ava bibe.

Yazarın diğer yazıları