Xweserî beriya Cenevre-2 tê ragihandin

Endamê Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan Dr. Ebdulkerîm Umer derbarê xebatên îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk ku li ser esasê amadekirina qanuna hilbijartinan, hevpeymana civakî û rengê rêveberiyê dom dikin de agahî dan. Dr. Ebdulkerîm Umer, destnîşankir ku xebatên wan bi awayekî lez berdewam dikin û xebatên “qanuna hilbijartinan, hevpeymana civakî û rengê rêveberiyê” ku ji aliyê Desteya Pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên meşandin, gihîştine qonaxa dawiyê.

Amadekarî bidawî bûn
Umer diyar kir ku piştî van xebatan wê Desteya Pêkanîna Porjeyê banga civînê li Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî bike. Umer anî ziman ku di nava hefteyek an jî deh rojan de meclîs civîna xwe lidar bixe û pêşniyarên Desteya Pêkanîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk binirxîne. Umer wiha dom kir: “Daxwaza gelê herêmê ew e ku rêveberî beriya civîna Cenevra-2 bê damezrandin. Ev biryara meclîsê jî berê hebû . Ji bo vê pêwîste reveberiya xweseriya demokratîk a demkî  di demek kurt de, yanî beriya Cenevre- 2 bê damezrandin.”

Beriya Cenevre 2 bê îlankirin
Umer diyar kir ku armanca wan ewe hemû pêkhateyên herêmê di nava rêveberiyê de cihê xwe bigirin û di vê çarçoveyê de gelek xebat hatine meşandin.
Umer got ji bo tevlêbûna rêveberiyê gelek serlêdan hene û wiha dom kir: “Wê hin rêxistinên weke Tevgera Civaka Sivîl a Xiristiyan, Tevgera Ciwanên Sûriya ya Dayîk û Partiya Aşûriyan wê serlêdan bikin. Me weke Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan hin ji van serlêdanan nîrxandine û erê kirin, lê yê din emê di rojên pêş de binirxînin.”

Vîna her alî temsîl dibe
Umer anî ziman ku divê hemû rêxistin an jî partî yên dixwazin di nava rêveberiyê de cih bigirin berî kombûna Meclîsa Çêkirina Qanûnan serlêdanê bikin da ku ew jî di nava biryaran de xwedî gotin bin û wiha domand: “Eger meclîs pêşniyarên desteye erê bike, wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî bê damezrandin û ji bo hilbijartinan xebat bên destpêkirin. Armanca we ew e ku beriya 6 mehan rêveberiya mayinde bê avakirin.” 

PÎRAY ARDIL/DÎLBER EHMED/QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found