‘Xwezîka bavê min jî heba‘

Bi rojan e li Bajarê Kobanê me. Di ketina bajêr de gelek hestên ku mirov tu caran nikare wan di xeyalên xwe de ji xwe re ava bike, tenê divê mirov bijî û pê bihese. Li gel wê jî gelek hestên ku mirov nikare bi nav bike, dilê mirov dişidîne. Bajarê ku ew bixwe dikare behsa xwe bike, li hember tiştên jiyaye yan jî tiştên lê hatine jiyîn, mirov gelek zoriyan dikşîne ji bo peyvekê bibîne. Hemû êş, kêfxweşî, birîn û xemên xwe Kobanê bixwe tîne ziman. Bajarek diaxive û mirov li hember wan gotinan tenê dikare guhdar bike. Gelek tiştên bala mirov bikşîne li vê bajarê heye lê ez dibêjim bi qasî zarokên Kobanê mirov bi asta êş û xweşiyên vî bajarî nahese. Kê hate bajarê Kobanê divê di serî de li rûyê zarokên Kobanê temaşe bike û wisa dest bi naskirina vî bajarî bike. Zarokên Kobanê tu caran zarokatiya xwe jiyan nekirine, heta pê hesiyane şevekê de mezin bûne. Şevekê de neçar mane wek mezinan tev bigerin ji bo ku bikarin wate bidin rastiya bi êş a şer. Hest û xeyalên xwe yên zarokatiyê di bin dengê top, tank û qêrîna dayikên xwe de wer veşartine ku pêwîst e tu gelekî wan nas bikî heta bizanî ka çi di navbera lêvên xwe de veşartine. 

Zarokên ku malmalokên xwe di dema şer de bicih hiştin û şevekê de ketin ser rêya koçberiyê. Dema vegeriyan êdî ne tenê malmaloka wan ya biçûk mal û xaniyên wan yên mezin jî li cihê xwe nemaye. Zarokên Kobanê li ser wêraniya bajêr malmalokên xwe çêdikin û pê dilê xwe xweş dikin. Ya rast ev dilxweşî nîşaneya girêdana kûr a van zarokan bi axa xwe re ye ku nabe mirov ji rêzê bibîne. Ger mirov di xeyalên xwe yên zarokatiyê de welatê xwe, dayika xwe û axa xwe bi hemû rastiya wan bipejirîne û pê bawer bike, tê wê wateyê mirov rastiyên xwe yên civakî pejirandiye. Derveyî wê reva ji rastiya civakî ne rêbaza jiyanek azad û bi wate ye. Zarokên Kobanê di nava rastiya bi êş a şer de jiyan kirin û tu caran jê nereviyan, ew bi xeyalên xwe yê zarokatiyê watedar kirin. Di heman demê de di nava berxwedaniya bajarê xwe de jî wateyên mezin dane leyîstokên xwe yên zarokatiyê. Di van çend rojê li Kobanê herî zêde ji zarokan dipirsim ku dixwazin bibin çi? Hinek ji wan bêdeng û qet naxwazin bersiv bidin. Dibe ku di dilê wan de xeyalek hebe lê ji ber rastiya heyî ya pê re rû bi rû dizanin ku xeylên wan pêk nayê, bêdeng in. Wek mînak zaroka bi navê Hemed ku bav û dayika wê di dema komkujiya 7’ê Hezîranê de li ber çavê wî û herdu xwîşkên xwe hatine qetilkirin, qet behsa xeyalên xwe nekir. Yan jî nexwest bi dengek bilind gotina dilê xwe bêje. Dema min çend caran pirsa xwe dubare kir û israr kir, got: “Xwezîka bavê min jî heba!” min wê demê fam kir ku Hemed çiqas zarokek dilmezin e. Bi qasî rastiya civaka xwe hewl dide jiyan bike, ji bo wê qet behsa xeyalên xwe nake, dizane ku rastî ne wisa ne. Mirov zarokek 4 salî be û ewqas ji bo welatê xwe fedakar û ji xwe derbas be. 

Û gelek zarok hene ku her tişt li ber çavê xwe dîtin, lê wer dikenin ku tu bawer dikî ew ji rika hemû êşên xwe dikenin û hêj di kolanên wêranbûyî yên Kobanê de leyîstokên xwe berdewam dikin. Mirov çiqas dixwaze wek wan ruh û dil mezin be ku bikare li gel hemû êşan wate bide rastiyên heyî. Mirov ji van zarokan dersa herî mezin a jiyanê fêr dibe, bi gotinek din zarokên Kobanê mamosteyên pêkanîna xeyalên me hemiyan in. Misoger li milê din ê sînor jî zarok bi qasî rastiya watedar a berxwedaniyê xeyalên xwe mezin dikin.

Yazarın diğer yazıları