Xwîna Kurdan ji çekan binirxtir e

Li dijî haziriya dagirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê helwest didomin. Hem rayedarên Başûrê Kurdistanê û hem jî civaka sivîl helwestê nîşan didin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe ya li ser êrişeke dagirker a pêkan nerazîbûna xwe diyar kir û got, ‘’Em gelekî ne razî ne ku hêzên DYE’yê ji ser herêmên sînor vekişin û piştî vê dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êrîşê bibe. Divê dewleta Tirk gaveke wiha neavêje ku dîsa bike DAÎŞ zindî bibe, ji kontrolê derkeve. Serokê PDK’ê Mesud Barzanî, Meclîsa Navendî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK), Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk ên ser Bakur- Rohilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe raber kirin. Serokê Emerîkayê Donald Trump li ser bûyerên Rojavayê Kurdistanê û vekişîna leşkerên xwe ji Bakurê Suriyeyê gotibû; “Em di vî şerê bê wate û bê dawî de tên derve. Kurdan bê beramber şer nekirine. Me gelek pere û çek dan wan.” Serokê PDK’ê Mesud Barzanî der barê vekişîna Emerîka a ji Bakurê Suriyeyê û helwesta serokê Emerîka Donald Trump de, li ser hesabê xwe yê twitterê de nivîsî û got; “Xelkê Kurdistanê hertim li pey mafê xwe bûne û xwîna Kurdan ji pere û çekan gelek binirxtir e.” Serokê Navendî yê Karê Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî jî got heke dewleta Tirk êrişê bibe ser Rojava wê qurbaniyên vê yên pêşî sivil bin, ev rewş wan gelekî tengezar dike û di encama vê de bi sed hezaran kes dibe ku ji şûnwarên xwe bibin.

Em ê ji bo parastina Rojava erka xwe pêk bînin

Şandeyek Meclîsa Navendî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) jî bi serokatiya Mihemed Hemehejar, Aram Qadir, Hacî Qadir û komek endamên din yên meclîsê çûn serdana nûnertiya kantonên Bakur û Rojhilatê Suriye ya li bajarê Silêmaniyê. Şande ji aliyê hevserokê nûnertiya Silêmanî, Mesud Heso, nûnerê PYD’ê Silêman Ereb û endaman ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê YNK’ê endamê şandeyê Mihemed Hemehejar piştgiriya hizba xwe ji bo Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nîşanda û got; “Her êrişek li ser Rojava, tê wateya êrişa ser Başûrê Kurdistanê. Ji ber ger êriş pêk were, wê dagirkerî bigihe Başûrê Kurdistanê jî. Divê Kurd hemû xwedî helwest bin.”

Divê her kes xwedî li Rojava derkeve

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) jî têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk ên ser Bakur- Rohilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Weke Tevgera Azadî, li gorî me ev êriş û gefên dewleta Tirk û piştgirîkarên wan ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li ser destkeftiyên mezin ên Kurd û li ser her  çar parçeyên Kurdistanê ye. Herwiha êrişa li ser sîstema alternatîf  û modela sîstema demokratîk û çareserkirina pirsgirêkên gelan ên Rojhilata Navîn in. Ji Lewma pêwîste gelê me rewşê baş bibîne û binirxîne. Ji ber ku rojava rasterast dibe hêz û piştgirî ji bo destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê, Kerkûk û Şengalê heta digihe Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Lewma parastin û xwedî lêderketin li Rojavayê welat xwedîderketina li berhema xwîna şehîdên Kurdistanê hemûyan.

Ji bilî berxwedanê ti rêyek din nîne

Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê jî got; “Dewleta Tirk dixwaze qeyrana xwe ya navxweyî û aloziya li welat, bi êrişa ser Rojavayê Kurdistanê veşêre. Tirkiye dixwaze bi valekirin û malwêraniyê desthilatdariya xwe ser piyan bihêle. Ji aliyek din ve, Emerîka ku di nava qeyran û şerê Rojhilata Navîn de bi taybet di deh salên dawî de bi awayekî xelet tevdigere. Niha jî gelek bi asanî bê ku karesatek mirov berçavan bigre, Rojavayê Kurdistanê ji bo êrişên dewleta Tirk vale dike. Em vê helwesta Emerîkayê şermezar dikîn û êrişa dewleta Tirk a ser Rojavayê Kurdistanê weke dagirkeriyê dibînîn. Divê êriş raweste û cîhan li dij derkeve.”

Bi peywira xwe rabin

Nivîskar, rewşenbîr, hunermed û şexsiyetên siyasî li dijî haziriya dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe nîşan dan, daxuyaniyeke bi îmzeya 127 kesan bang li NY’yê kirin ku li ber dagirkerî û komkujiyê raweste. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em dixwazin xwîn neyê rijandin, komkujî werin rawestandin, li deverên herêmên ewle şer derkeve. Li ser vê mijarê em bang li we dikin ku hûn bi peywira xwe rabin.’’

n NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found