Xwînxwar çawa dibin xasên Xwedê?

Ev pirseke bersiva wê hem hêsan û hem jî dijwar e. Dema mirov bikane rastiya wê bixwîne û paşxana wan poşandin û viran bibîne, bersiv jî hêsan e. Eger civak bi awayê hîpnotîzekirî pê ve girêdayî be, vekirina rastiyê pirr dijwar e. Hele civakeke di bin siya pîroziyên wisa sexte û dijminane de fetisîbe, mîna şûrekî li ser qirika mirovan e, Lewma dîrok bi sedan kabirayên xwînxwar ên bûnin pîrozî, lewitiye. Hima bigire li her welatî di her baweriyê de hin kesên wekî gurên harbûyî xwîn rijandine, teroreke hovane meşandine, piştî bi sedan salan wek pîrozî derketine pêşberê neviyên goriyan, neviyên goriyan jî dijminê kalên xwe wek pîrozî pejirandine û bi serê wan sond dixwin, hene. Li Ewrûpa, li Emêrîka Latîn, li Rojhilata Navîn, li her derê.

Ev çawa dibe? Em bi mînakeke rojane ve, mijarê ravekin. Em tîranê Tirkiyê yê nav Reis wek mînak bigirin. Hemû cihan, vir û bovlatên wî, sextekarî û bêbextiya wî, xwînxwarî û diziya wî, bêedebî û hêritiya wî, dekbazî û zivronekiya wî, durûtî û bêwijdaniya wî pirr baş dizane, li ser vê bi sedan nivîs hatine nivîsandin û karîkatûr hatine xêzkirin. Lê dema ew bikane li Tirkiyê, Kurdistan û li tevahiya Rojhilata Navîn bi ser bikeve, xwe bi zora çek, xwînxwarî û bêwijdaniyê bide pejirandin, rê ji pîrozbûna wî re vedibe. Wê cehş û dûvikên wî, troler û pêşalêstên wî bi dehan berheman li ser wî binivîsînin; wê hin bûyarên di rengê pîroziyan de lê zêde bikin, di encamê de wekî mîtolojiyan wisa biwerimînin, bikin wek kesayeteke efsanewî bifiroşin gel û nivşên li pey. Wê sedsal, dused sal, herî dereng sêsedsal dûv re ev sextekar wek pîroziyekê di mejiyê neviyên goriyan de jî rûne û her kes bi serê wî sond bixwe, ti kes nikanibe rastiya wî têke ber pirsiyariyê.

Dema mirov li welatên rojava ku di her warî de bi pêş ketine, dinihêre, bi hêsanî dibîne ku hê ew papayên di dema xwe de di bin navê cadûyan de mirov dişewitandin, li kêleka her dadgehên Inquisitionan eşkencexaneyên gelek taybet û hovane ava kiribûn, mirov di wan dezgehên êşkenceyan de parçe dikirin, tev de bûne pîrozî, Ewrûpayî di vê demjiyana global de hê jî wan wek pîrozî dibînin. Kêliya papayê nû tê hilbijartin navê wan lêdikin, navê wan dane hin kolan û xiyabanên bajaran jî. Ev li Emêrîka Latînî jî wisa ye. Eger îro papayekî ji Emerîka Latîn heye, ew berhemê wê demê ye.

Ev li welatê me hê kortir û bê pirsiyarî wek pîroziyên xwedayî, di mejiyan de rûniştiye. Piştî ev reşebaya îslamîst a di bin navê DAIŞ, El Nusra û û, azîn û kirinên 1400 sal berê referans girtî, kete welatê me, her kesî ew hovitiya bi çavên serê xwe dît, lê zêde tişt neguherî. Hê jî ti kes newêre pirsên wiha bike: Weysel Qaraniyê li herêma Bedlîsê ku di dereceya pêxemberekî de wek pîrozî cih girtiye, çi kare wî li Bedlîsê hebû? Ma cudahiya wî û van îslamîstan îro heye? Her wisa çi karê Suleymanê kurê Xalid bin Welîdê serfermandarê Omer bin Xetab li Amedê hebû? Li gorî hin daneyan wî û bavê xwe wekî DAIŞ´iyan li derdora Ruha, Mêrdîn, Amed ê serê çilhezar kesî jêkirine! Bi hezaran jin birine, li bazarên Ereban frotine. Mixabin, bi dehan kesên wiha li welatê me hene û bûnin pîroziyên gelê me. Tevgerên siyasî jî newêrin wan kesên kujêrên bav û kalên me bûn, têkin ber pirsiyariyan. Lewre ew baweriya wê demê bi şûr hat, bi xwînê di mejiyan de rûnişt, di pêvajoya salan de xwe guhezandiye fermana Xwedê, li dij derketin dibe kafirtî, bê îmanî. Ji bo wan, dikarin bi çavkorî li gel dijmin êriş bikin. Xwedê bi xwe jî têkeve dilqê mirovan were û rastiya wan ji mirovan re raveke, koranî wisa mezin di mejî û giyanan de rûniştiye, wê ti kes bi Xwedê jî bawer neke.

Belê dema civakek ji rayên xwe, baweriyên bav û kalên xwe qetyabe, bawerî û pîroziyên biyanîyan bi kotek û serîşuştinan wergirtibe, ew ji xwe, ji nijada xwe, ji ramandin û rastiya mirovbûna xwe dûr dikeve. Heta kuştina kelên xwe yê ew baweriya biyanî nepejirandî wek fermaneke Xwedê dipejirîne, ji wan kal û bavên xwe şerm dike. Hewl dide ku xwe bi nijad û binyada xwe ve bi wan biyaniyên ev baweriya bi xwînê anî ve, girê bide. Mînaka herî balkêş, “Şerefnameya” Şerefxanê Bedlîsî ye. Wî binyata hemû mîr û mîrnîşan biriye bi malbateke Ereban ve girê daye. Hima bigire hemû seyid û şêxên Kurdên Misliman binyada xwe bi pêxemberê Îslamê ve girê dide. Her wisa pîrên Elewiyan jî. Lê em dizanin ti bingehê wan gotinan tine. Heta belgeh hene ku Selçûqiyan ji bo bi rêya wan kesan gel bi xwe ve girê bide, secereyên sexte bela kirine. Yên wê demê ev secereyên sexte kirîne, îro pîrozî ne.

Rastiyek jî ya ziyaretan bû. Hima bigire li her gundî hin derên bilind wek ziyaret bûbûn pîrozî. Yên li zêr û gencineyan digeriyan di van salên dawiyê de tev de vedan, Vê piçek jî be, di mêjiyan de hin pirseşan danîn, lê pêşî li pîroziyên baweriya wek dagirkerî li welatê me hewirîbû, negirt. Mixabin ku bi rêbaya serkariya Îslama dagirkerên Tirk û terîqetên wek afyonê serê mirovan ditevizîne, mirovên welatê me hinekî din bi pîroziyên baweriya biyanî gêj kirine. Çareserî jî gelek dijwar e.

Yazarın diğer yazıları