Yekîneyeke DAÎŞ’ê hat girtin

Yekîneyên Antî-Terorê yên QSD’ê li Dêrazorê girtin ser yekîneyeke veşartî ya DAÎŞ’ê. Di serdegirtinê de gelek cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin. Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku yekîneyên wan ên li dijî terorê li Dêrazorê bi ser yekîneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de girtin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên wan bi ser yekîneyên veşartî yên DAÎŞ’ê yên li gundên Cirdî û Teyanê yên Dêrazorê de girtine. Yekîneyên Antî-Terorê yên QSD’ê di operasyonê de gelek endamên DAÎŞ’ê, cebilxane û alevên wan ên eskirî girtin.

 ANF/DÊRAZOR

Yazarın diğer yazıları

    None Found