Yekîtiya li ser parçebûna Başûrê Kurdistanê

Ji federalîzmê ber bi federalîzmê ve ji serxwebûnê ber bi parçebûn û neyekbûna neteweyî ve, serpêhatiyeke sosret û sosirmet xwe li bedena Başûrê Kurdistanê badaye, ha ha dişidîne. Meseleya serxwebûnê, beriya niha jî li vir min hewl dabû li ser du xetên paralel minaqeşe bikim. Yek ji bi maneya xwe ya konvansiyonel, ragihandina dewleteke serbixwe ye, ku bêminaqeşe jî mirov pê dizane, dewleteke serbixwe çiqasî bi rastî serbixwe be ewqasî tehlûkeye ji bo miletan, cîranan û dinyayê, dîsa jî mirov dikare bi demokratîkkirina wî sînoran jê re deyne, û piçekî kedî bike, bike mirov. Ya din jî serxwebûna ferd, kom û neteweyan ku wan azad dike ji zilm, zor, serdestî, şidet û mêhtingeriya fizîkî, aborî, çandî û fikrî.
Tevgera Rizgariya Kurd di dîroka xwe de dema doza dewleta netewe dikir jî, û niha ku bêhtir doza xwerêveberiya kom, netewe, nasnameyan dike jî, minaqeşeya elaqedarî serxwebûnê bêhtir li ser xeta duyem meşand û îro jî wisa dike.
Gelek caran hêzên dijber û dijmin (bi awayekî nakokane dewletên dagirker ên Kurdistanê jî) wisa dixwazin nîşan bidin ku bi pêşengiya Ocalan û PKK, êdî Tevgera Rizgariya Kurd li dijî dewleteke serbixwe ya Kurdan e. Ev bi temamî ji bo lawazkirina Tevgerê ye, ma naxwe dijminê wê ku herî zêde li dijî serxwebûnê ne çima bi kar bînin, propaganda ye, ti rastiya wê nîne û dijberê heqîqetê ye.
Ji bo vê jî mirov awirekî hema welê bigerîne li gotara giştî ya PKK´ê û çavekî bi dêre li daxuyaniyên dayî, wê di cih de bibîne ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê eşkere dibêje, di vê meseleyê de miletê Kurd çi biryarê bide, her ew pişta wê digire, bi rengekî kategorîk serxwebûna dewletî ji bo Kurdan red nake. Lê belê îdeolojiya netewe dewletê weke çareserî ji bo ti miletî nabîne, û çawa îro bi xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk li dijî dewletên dagirker hîmekî datîne ji bo berxwedan, defkirina mêhtingeriyê û sînordarkirina dewletên dagirker, wê vê têkoşîna xwe li Kurdistaneke serbixwe jî ji bo demokratîkkirina sazûmanên fermî, dewletê û civakê dewam bike, lewre ew çareseriya pirsgirêkên neteweya Kurd di vê siyasetê dibîne. Qewimînên mîna fermana li Şengalê jî vê yekê ji bo wê piştrast dikin ku ti yekê ya civakî nabe ku bêrêxistin be, nabe ku dewlet bi tena serê xwe bênê bergirî, aborî, çandî û civakî bigire destê xwe.
Ev perspektîfa hanê ji xwe serxwebûna netewe, civak, kom, nasname û ferd esas digire û li gorî vê siyasetê dimeşîne. Ew nabêje dewletbûn ne heqê Kurdan e yan jî heqê Kurdan e. Ew dibêje, dewlet (ya Kurdan a siberojê jî tê de) divê di nava civakê de were sînordarkirin, civak li ser çarenûsa xwe bêhtir bibe xwedî gotineke yekser di her warî de.
Li Başûrê Kurdistanê perspektîfên siyasî yên desthilatdar ên heyî li ser parvekirina erka desthilatê mucadele dikin. Gotara serxwebûnê ya PDK´ê jî li ser vî esasî ye, gotara têkoşîna li dijî gendeliyê ya Gorranê jî. Tevahiya siyaseta YNK´ê jî xwe li dora parastina hêza xwe li herêmên Kurd digerîne. Ango li Başûrê Kurdistanê gotara Serxwebûnê di demekê de ye ku di warê siyasî-eskerî de biryara man û nemanê wê were dayîn, di heman demê de yekîtiyeke li ser mişterekên esxerî yên neteweyî nîne. Hevgirtineke navmala Kurdî li hemberî Bexdayê jî nîne, li hemberê dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê jî. Di meseleya çalakkirina çerxên siyaseta demokratîk de jî ti lihevkirin li meydanê nîne. Ji ber wê jî gotara serxwebûnê, bi tenê rastiya serxwebûnê bi vî rengî dûr dike.
Divê çi were kirin, pirseke man û nemanê ye ji bo Başûrê Kurdistanê. Xwedê dizane ti kes naxwaze ji para xwe ya desthilatdariya konvansiyonel bigere. Di vê rewşê de wê herî kêm sêparçebûna Başûrê Kurdistanê derkeve pêşberî me. Aliyê ku gotara serxwebûnê dide pêş, ango PDK li Duhok û Hewlêrê xurt e û ji xwe lê defakto desthilatdar e. Li Silêmanî Gorran xurt e û bi YNK´ê re ji xwe êdî wê deshilata wir parve bike. Dimînin deverên derveyî Herêma Kurdistanê ên weke Şengal û Kerkûkê. Diyar e ku wê alî qet nebe li ser xweseriya Kerkûkê li hev bikin, tevî ku minaqeşe li aliyê dijber li pêş xuya bike jî. Ango Herêma Kurdistanê di nava Iraqê de bimîne jî, nemîne jî herî kêm sê parçebûna siyasî li meydanê ye. Rewşa Şengalê taybettir e, ew ê neyê çareserkirin, heta ku civaka Êzîdî bi xwe, xweş li tişta ji Tebaxa 2014´an ve qewimî serwext  nebe. Ji ber vê jî ya xuya dike wê yekîtiyek halê hazir li ser parçebûnê pêk were li Başûrê Kurdistanê. Bi hêviya ku ev lihevkirin ji bo parçeyên mayî yên Kurdistanê bi xêr be û belkî ji bo Kongreya Neteweyî jî rêyekê veke.

Yazarın diğer yazıları