Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî

Pirsa di hişê vê nivîsarê de ev e; gelo wêjeya Kurdî, ji klasîkan heta roja îroyîn, li gorî qonaxên ku tê re derbas bûye, yekrehî an jî durehî ye?

Wek têgiheke zimanî ‘reh’, di xwe de dualîtiyê dihewîne; hem berê me dide bi alî jêderkeke ku kan e hem jî berê me dide bi alî pirhêliya ku kêm-zêde bi jêderkeke dîtir ve bestiyaye. Ji bo ku ez karibim mebesta xwe xweşikî bêjim, ez ê mînakekê bidim: Em darekê bînin ser hişê xwe; bes ‘reh’eke darê a esasî heye û dar bes ew bi xwe ye û dimîne xwe; li hêla din, ‘reh’ên dîtir jî hene ku ji darê dizên (ev jî rehên esasî ne), lê bi temamî ne jê diqetin ne jî pê ve dimînin û di heman demê de dikarin xwe bigihînin rehên dareke dîtir jî; yanî xwe digihînin kan û jêderkên dîtir û reng û awayê wan rehan hinek diguhere. Di vê mînakê de bihevkelijîneke xwezayî heye ku ji derve ve tu destkarî lê nayê kirin û heke durehiyek pêk were jî, bi awayekî xwezayî û jiberxweve ye.

Îcar, ji bo ku em ji mijara xwe averê nebin, em ê durehiya ku mijara biyolojiyê ye daynin hêlekê û berê xwe bidin ‘durehiya’ ku di biwara çandê de pêk tê. Çand, wek reng û awayê jiyînê, ji bo her gel û netewe xwedî cihêtiyên diyarker e. Loma jî, çand bi tena serê xwe, -digel hêmanên ku di xwe de dihewîne- dikare zanaveke çandî (identity) jî saz bike. Û hêmana sereke a vê zanavê jî ziman e. “Mirov dikare bide ser du rêyan û ji zanava çandî fam bike. 1) Zanava jêderkparêz ku bergirtî û teng e, 2) Zanava dîrokî ku bervekirî û hewînyar e. A yekem diparêze ku zanava çandî, diyardeyeke temambûyî û kakileke stewandî ye. A duyem jî diparêze ku zanava çandî her tim xwe hildiberîne û ew ê tu carî temam nebe.”*

Her wiha, çendî ku ev her du rê hene jî, di jîyana liger de, bihevkelijîn û hevbandoriya çandan ji sînorê van pênaseyan der e. Loma jî Bourse dibêje, “Her çand, ji têkelî, ji durehî û ji danûstandinê pêk tê…” û “…ev danûstandin jî li gorî helwêsta zimanî diyar dibe.”** Nexwe em dikarin bêjin, çendî ku bandor û pevkelijîna behsjêkirî, ji alî çanda serdest ve erênî û ji alî çanda bindest ve neyînî ye jî, nêrîn, qebûl û helwêsta bo ziman dayikê heyî, di heman demê de ast û benda bandora çandeke dîtir jî diyar dike. Û em dikarin bêjin, ziman hem di diyarkirina zanava çandî hem jî di hevbandoriya çandan de diyarker û bandorker e. Û bandor û rengê vê zanavê, di ser dîn, ziman, desthilat û hwd. re bandora xwe bêtir dide der.

Gava di ser van agahiyan re em bala xwe bibin ser wêjeya Kurdî, em ê karibin bêjin;

a) wêjeya Kurdî a klasîk, durehî ye; ji ber ku; di ser dîn re desthilatek heye û ji hêla zimên ve hevbandoriya zimanên Erebî û Farisî diyarker e li ser û pê re jî, çendî ku zimanê esasî,-yanî reha darîn- Kurdî be jî, wek teşe û şêwaz û pîvan, li ser çanda wêjeya Erebî û Farisî ye.

b) wêjeya Kurdî a modern, durehî ye; çendî ku ziman Kurdî ye jî, ji hêla dinyabînî û famkirina ji jiyan û çanda xwe ve û ji hêla teşe, şêwaz û naverokê ve ne yekreng û ne yekreh e û hem ji çand û zimanê serdestên xwe- Tirkî, Erebî, Farisî- hem jî ji çandên dîtir, -Ewrûpî, Emerîkayî, Rûsî û ên din- têra xwe bandor hildaye.

Nexwe, em dikarin bêjin, bes hin berhemên wêjeyî ên folklora Kurdî û pê re jî gotinên helbestî ên gelek kilamên dengbêjiyê û ên stranên gelêrî dikarin ji bo “wêjeya yekreh” bibin mînak û ew berhem ji “rehên darîn” in.

Û divê ez bêjim ku; durehîbûna wêjeya Kurdî, ne kêmasiyek e û di wateya pênaseya Bhabha de, ku dibêje, “…heke li ser ‘reha darîn’ bê danîn û li ser ‘reha darîn’ rabe, durehiya bindestan dike ku bêjara (discourse) kolonyal têk biçe û kirdetiya reha bindest bibe diyardeyeke dîbar (visible).”***

Loma jî, divê em qebûl bikin ku roja îroyîn, tu berhemeke wêjeyî a Kurdî ne “yekreh” e. Lê belê, ji bo ku bindestiya Kurdî lê nebe dezawantajek, pêwîst e em ji hemû rehan zêdetir bi “reha darîn” ve vebestî bin û rehên dîtir di hemd û hêla xwe de stûr û xurt bikin û berbelavî reh û darên dîtir bikin.

*Larrain Jorge, (1995) İdeoloji ve Kültürel Kimlik, Sarmal Yayınevi, 217

**Bourse, Michel, (2009), Melezliğe Övgü, Ayrıntı Yayınevi, 18-28

***Bhabha, Homi, K. (2016), Kültürel Konumlanış, İnsan Yay, 103

Yazarın diğer yazıları