Yemos cacimê zindî dike

MELÎKE AYDIN/ŞÛJIN / DÊRSIM

Jinên Dêrsimê yên di dema şaredariya DBP’ê de teknîkên çêkirina berr û merşan hîn kiribûn, bi hatina qeyûm re dev kursan berdan. Yemos a di dema şaredariya DBP’ê de çêkirina cacimê hîn dikir, diyar dike ku divê ev çand bigihîje siberojê.

Beriya qeyûm bê tayînkirin ji aliyê şaredariya DBP’ê ya Dêrsimê ve kursa çêkirina berr û merşan hatibû vekirin. Yên tevlî kursê dibûn teknîka herî kevn ya berr û merşan hîn dikirin. Yek ji van jinan Zekiye Akin bû. Lê her kes jê re dibêje Yemos.

‘Ez ji çêkirina cacimê hez dikim’

Yemos ku ji çêkirina cacimê hez dikir, beriya bi du salan di kursa şaredariyê vekirî de hînî vî hunerî bû. Yemos ji caciman çente çêkirin û got, “Ev hilberînên kedeke mezin in. Ez di temenê biçûk de hatim zewicandin. Zarokên min çêbûn. Lê ev cacim her tim di dilê min de ma. Cacima ji dayika min mabû, piştî bi salan qelişî, qetiya. Ez gelekî xemgîn bûn. Dema kurs nû vebû, ez çûm, lê çawa qeyûm hat, girt. Ez niha hilberînên ku keda karê destê min in, difroşim.”

Yemos da zanîn ku di hilberînên pîşesaziyê de ruhê estetîkê tine û got di hilberîna keda destê wan de ruh û reng heye. Yemosê di dewamê de îşaret bi krîza aborî kir, got, krîz bandorê li ser her kesî dike, lewma li Dêrsimê jî firotin tenê havînê dibe.

Yemos di dawiya axaftina xwe de xwest ku jin çanda piştevaniyê û hevgirtinê bidomînin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found