Yên tirk Elewî û yên kurd Yarsanî ne

Dema ez di fîrma Rockwell Golde de dixebitîm. Xortekî çelebiyan jî ji bo demekê hat li wir xebitî. Piştî hevnasînê, wî got: “Ez neviyê pêximber im!” Min jê pirsî: “Tu ereb î?” Wî got: “Na, ez tirk im!” Min pirseke din lê wer kir: “Pêximber tirk bû?” Wî bi qehir ez bersivandim: “Tu mirovekî ters î, bi te re nayê axaftin.” Tim wisa ye, dema mirov virên wan nepejirîne, rastiyê bibêje, ya mirov ters e, yan jî kafir e. Dewleta tirk li gor rastiya xwe neteweyeke gelek sosret afirandiye. Di her mijarê de wiha ye. Ji her kesî dixwazin ku ew bi derewê wan bawer bike.

Di rastiyê de ne baweriyên tirkên elewî, ne jiyana wan, ne jî têkiliya rawestan û perestina wan bi îslamiyetê re heye. Di aliyê bawerî û felsefa jiyanê de bi hin aliyan ve dişibin Yarsaniyên kurd ên li Mereş, Meletî, Koçgîrî û Dêrsimê. Elewiyên tirk bi giranî li Sêwas, Toqat, Çorum, Yozgat dijiyan, piraniya wan paşmayiyên hîtîtan ên ku bûnin tirk in. Ji ber ku hîtîtan jî wek pêşiyên kurdan bi rengekî cuda jî be, bi baweriya Mithra (xwedayê rojê) bawer dikirin, baweriyên paşmayiyê wan jî nêzê yarsaniyên kurd bû, lema di sedsalên berê de zû di nava yarsaniyen kurd de entegre bûn. Niha piraniya wan, li Stenbol, Enqere û li Ewropê ne.

Ereb ji rengê îslamî yê alîgirên Elî re “şîa” faris jî şîî dibêjin. Osmaniyan ji ew peyv bikardianîn, lê ji Yarsaniyên Anatolya û Kurdistana Bakur re jî “Kizilbaş” digotin. Di dema osmaniyan de peyva “Alevî” nedihat bikaranîn. Ev peyva “Alevî” û belgeyên li ser bingehê vê peyvê bi tevahî berhem û afirandinên bêbingeh yê Komara Tirkiyê, ango ya vê sedsala dawiyê ne. Têkiliya Ahmet Yesevî û Elewitiyê jî her wisa.

Baş tê zanîn ku ji sedsala 13. vir ve li ser baweriya yarsanî bi zimanekî din “Ehlî Heq” lîstik û hewldanên îslamîzekirinê hene. Di dema Şah îsmaîl û Yavûzê xwînxwar de ev lîstik li aliyeki ji bandora îslamiya şii, li aliyê din projeya osmaniyan ya di bin navê “Cem-Camî” de ku di encamê de bektaşîtî derket pêş, pêvajoya îslamîzekirinê destpêkir. Di wê demê de li gor hin daneyan li dora 40 000 î yarsanî bi destê Yavûz hatine kuştin û ewqas jî hatine derbiderkirin. 

Dewleta Tirk ne tenê belgehên sexte û li ser derewan afirandin, (mînak: mijara Ahmet Yesevî, ji Xorasanê hatina elewiyên kurd ûwd.) wan bi her awayî hewldane ku Qizilbaşên ku vê carê jî bi peyva „Elewî“ dihat binavkirin, bi netewperestiya tirk biherimînin. Ji bo vê jî bi komkujiyên bi xwînxwariya Topal Osman, yên li Dêrsim, Mereş, Sivas, Çorûm bi şûrê mislimanan tehdîtkirin û di encamê de bi kemalîzma CHP razî kirin. 

Piştî Tevgera Azadî bi tekoşîna xwe ya dijwar di gelek waran de bi ser ket, karlêka wê li gelê me yê yarsanî û li elewiyên tirk jî bû. Elewiyên tirk jî dest bi birêkxistiniyên xwe kirin. Lê mixabin ku bi awayeke gelek nerênî, lewra: Li aliyekî dewleta dagirker hewl da ku van birêkxistin û komaleyên elewiyan bigire bin kontrola xwe û ji bo xwe bikarbîne, li aliyê din piraniya pêşengên kom û komikên çepgirên tirk yên bi bîrdoziya Lenînîzm û Maoîzma bi kemalîzmê lewitî, sekter, bê lêkolîn û agahiyên rast ketin nava saziyên elewiyan. Di encama vê rastiyê de Federasyona Elewiyên tirk hat AABF demezirandin. Ew bi tevahî ji baweriyên berê û yarsaniyan dûrketirine, di rengekî têkliheviya sûnî, şîî, baweriya kevn, yarsanî û nijadperestiya tirk de bûnin xwediyê têgihiştineke sosret û di nava vê geremolê de tevdigerin. Di piraniya komaleyên wan de ne tenê weneyê Elî (wêne sembolîk e) yê Hacim Bektaş (ev jî sembolîk e.) û yê Mustafa Kemal ê ku bi deh hezaran elewî bi komkujî kuştî tên darvekirin.

Li Kolnê ew bangên; „al û sembolan daynin, bila yê federesyonê werin pêş, yên din li paş bimînin û nizanim çi û çi!“. Tev de encama vê têgihîştina vê tevliheviya wan, dagirker û çepgirên tirk yên salên heftêyî ne ku di mêjiyên wan de hatine çandin. Mirov dikane wek prototipeke CHPê jî bi nav bike. Hetanî şoreş li dij her rengê kemalîzmê bisernekeve, dê ev rastiya wan jî neguhere.

 

Yarsaniyên kurd: 

Yarsanî; yarê însan (bi zimanê hinekan Elewiyên kurd) Em yarsaniyên kurd ne şîa, ne şîî, ne jî Elewî (afirîndeka tirk) ne,  em YARSANÎ ne. Bingehê me ta diçe digihîje baweriya Mithra û destana Gilgamêş. Cihana me û cihana afrîndekên tirk, faris û ereban ji hev cuda ne. Di navenda baweriya me de mirov heye. Em dibêjin; „ramanên pak, axaftinên pak û karên pak“ Em cudahî nakin navbera mirov û baweriyan. Ji nijadperestî û zayendperestiyê nefret dikin.

Yazarın diğer yazıları