Yenî Şafakê BDP wek hedef nîşan da

BDP’ê daxuyand ku dê îro şûnde berpirsyarê êrîşên pêk bên rojnameya Yenî Şafakê û û hikûmeta AKP’ê be.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nûçeyê de BDP, Hevserokên Giştî yên BDP’ê û parlamenter weke hedef têne nîşandan. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: „Duh li Çelê bûyera ku qewîmî weke hincet tê nîşandan û partiya me berpirsyar tê dîtin. Piştî ku Serokwezîr Erdogan partiya me weke rêxistina terorê hatibû nişandan û vê carê jî ev nêzîkatî derket holêb Çi heyf e ku ev derûdor hêza desthilatdariyê ku digirtine destên xwe naxwazin winda bikin û ji ber vê yekê jî çavên wan her diçe tarî dibe.“
Di daxuyaniya BDP’ê de hate gotin ku li gel hemû astengiyan partiya ku bi 36 parlamenteran li meclîsê komek ava kir, weke „kujer“ îlan kirin rezîltî ye û tu caran weke BDP’ê vê yekê qabûl nakin. BDP’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: „Heta ku kejerên esasî yên ku vî şerî pêk tînin bê dîtin û bên teşhîrkirin, heta ku hesap bidin gel em ê tu caran ji têkoşîna xwe gavake paş neavêjin.  

 DÎHA/ENQERE 

Yazarın diğer yazıları

    None Found