YNK dilgiran e ji biryara Barzanî

Endamê rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula nerazîbûna xwe li dijî biryara serokê hikûmetê anî ziman û bang li serokê hikûmetê kir da ku biryarê di ber çavan re derbas bike.

Duh daxuyaniyeke nivîskî bi îmzeya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate belavkirin. Li gorî nivîsê biryar hatiye dayîn ku karmendên YNK´ê yên bi ser dîwana serokatiya herêmê veguhezin ser wezareteke din.

Endamê rêveberiya YNK´ê Arêz Abdulah li ser malpera xwe ya tora civakî bersiva biryarê da. Arêz Abdula di nivîsa xwe de dibêje; “Em di vê demê de hemû li benda encam û başiyên lihevkirinê ne. Herwiha li benda pêkanîna hikûmeta nû û aktîfkirina serokatiya herêmê ne. Lê di vê demê de nûçeya veguhestina hemû karmendên YNK´ê û hinek partiyên di nava serokatiya herêmê de ji bo wezareteke din bê belavkirin, hat. Bi rastî jî ev biryar cihê xemginiyê ye.”

Sedem ne 1 lê 6 in

Arêz Abdulla sedemên nerazîbuna xwe ya ji biryarê bi 6 xalan nîşan kirin.

  • Karmendên ku li wê kar dikin, heger ji bo cihekî din pêwîst bike werin veguhestin, pêwîst bû li benda hilbijartina serok û aktîfkirina serokatiya heremê bane.
  • Ev biryar di demekê de ye ku hikûmeteke hevpeyman were pêkanîn û hemû xelk li bendê ne ku nakokî kêm bibin.
  • Bi çavê hizbatiyê temaşekirina karmendên dewletê, karekî ne şîrîn e. Divê her kes bizane, kesên karmendên dewletê milkê hemû xelkê Kurdistanê ne.
  • Li herêma Kurdistanê azadiya bîr û baweriya hizbayetiyê azad e. Nabe ji ber fikrên cuda karmendên hikûmetê ji mafên xwe bê par bên hiştin û cudahî lê were kirin.
  •  Cezakirina bi awayekî giştî karek ne rast e û ne yasayî ye.
  • Rast e, hinek endamên PDK’ê jî di nava vê lîsteyê de ne, lê gelo ew bi endamên YNK’ê ve şewitîne, yan jî ji bo ku ev biryar were parastin, bûne qûrbanî?

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found