YNK´ê mil daye milê MÎT’ê

Hevkariya di navbera MÎT û Zanyariyê de hîna zêdetir bûye û gihiştiye asteke ku gavên pratîk tên avêtin. Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi taybetî piştî wefata Celal Talabanî ket rewşeke kambax. Her ku çû nakokiyên şexsan û şerê ji bo desthilatdariyê hîna zêdetir bû. Tê zanîn ku YNK bi salan e wek dostê herî esasî yê rejîma Îranê dihat naskirin û tê naskirin. Rola YNK´ê di marjînalkirin û tinekirina partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de pirr zêde ye. Partiyeke ku her tim bi roleke muhafezekar rabûye. Ti caran rûyê xwe yê rast eşkere nekiriye, bi gotineke din her dem maske daniye ser rûyê xwe. Hewl daye pêvajoyên xwe yên ku lawaz ketine, bi rêbazên cur bi cur derbas bike û xwe bihêz nîşan bide.

Di serî de nakokiya di navbera YNK û PDK´ê de mirov dikare wek planeke hêzên derve û netewe dewletên li ser Kurdistanê bibîne. Ji ber ku yekîtiya di navbera Kurdan de, li dijî berjewendiyên wan e. Ev nakokî her tim hatiye kûrkirin û bi berdewamî wek kirîzekê li holê maye. Lê ya balkêş ew e ku her tim jî di bin banê hikûmeteke hevbeş de tên gel hev. YNK ti caran bi rola muxalefetê li dijî PDK´ê ranebûye, berovajî vê, ji bo PDK bi hêz bibe, di pozîsyona xwe ya niha de maye. Pozîsyona YNK´ê gelekî dişibe pozisyona CHP´ê li Tirkiyeyê ku qaşo dijberiya AKP´ê dike. Li derveyî qaşo nakokiya di navbera her du partiyan de, di nava YNK´ê bixwe de jî gelek fikr û meylên cuda hene. Ev yek bêguman piştî wefata Celal Talabanî hîna kûrtir bû. Her ku diçe, parçe dibe û ji taqet dikeve. Jixwe, cudabûna herî mezin ji YNK´ê, avabûna partiya Gorran bû. Tê zanîn hemû endamên Gorranê kadroyên pirr kevin ên YNK´ê ne û bi salan di wê partiyê de mane.

Parçebûna di nava YNK´ê de bi taybetî ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve her wiha hêzên hegemon ve kûrtir dibe. Her ku parçe dibin, serweriya hêzên biyanî û dagirker li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Jixwe, pêwîst nake mirov behsa rewşa PDK´ê di vê mijarê de bike. Dagirkirina Kerkûkê encama van nakokiyan bû, heger wisa dewam bike, wê hê jî gelek bajarên Başûrê Kurdistanê werin dagirkirin. Çawa ku niha YNK newêre li beramber dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bike.

YNK îro di pozîsyoneke ji ya PDK´ê wêdetir de derbê li yekîtiya neteweyî dide. Hevkariya bi Îranê re ne bes bû, niha jî mil daye milê faşîzma Erdogan û dimeşe. Bi halê xwe yê jihevdeketî wer dihesibîne wê bi dayîna hinek tawîzan bibe xwediyê petrola Kerkûkê. Erdê li bin lingê xwe difroşe û pêşkêsî dagirkeran dike, bi hesabê ku wê sûdê ji petrol û dewlemendiya welat bigire. Xafil e ji wê yekê ku her bihosteke xaka Başûrê Kurdistanê di oxira berjewnediyên xwe de pêşkêş dike. YNK´ê di sala 2014´an de bi êrişa çeteyên DAIŞ´ê re hewl da prestîja xwe ya çûyî dîsa bi dest bixe. Her wiha li ser pişta destketiyên li Rojavayê Kurdistanê siyaseteke zirav meşand. Lê belê li ber têkçûnê ye, nakokiyên ji bo desthilatdariyê di nava vê partiyê de zêde bûne; dixwaze bi dareke hişk ango faşîzma ber bi têkçûnê ya AKP-MHP´ê bigire û xwe ji xeniqandinê rizgar bike. Siyasetên şaş ên YNK´ê hişt ku rejîma Îranê serweriya xwe li ser Başûrê Kurdistanê zêde bike. Krîza aborî li Îranê rê li ber qeyranên mezin ên aborî li Başûr vedike. Îro herêma kesk muhtacî elektrîk û xwarinên ji Îranê ye. Her wiha di warê eskerî de jî heger Îran bixwaze di nava 24 seatan de dikare tevahiya herêma kesk dagir bike. Saziya îstixbarata Îranê û Sipahê Pasdaran bi salan e li ser xaka Başûr hêlîna xwe çêkirine. Gelek mixabin, weke ku ev ne bes be, niha jî rê didin dewleta dagirker a Tirk. Peywendiya PDK´ê bi MÎT´a Tirk re tê zanîn. Îro YNK bi heman rolê radibe û ji wê jî pêşdetir tevdigere. Dost û kesên zane û welatparêz di nava YNK´ê de hene, beşeke zêde ya YNK´ê jî pêk tînin. Divê li beramber vê hevkariya qirêj bikevin nava liv û tevgerê. Heger ev rewş wisa dewam bike, wê xelkê herêma kesk wek çawa em li Şêladizê jî bûne şahid, li beramber vê siyasetê rabin ser piyan. YNK´ê mil daye milê MÎT´a Tirk, gelek êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastina Medya bi koordîneya dewleta Tirk pêk tîne. Jixwe, êrişên li ser sazî û dezgehên Kurdan li Başûr tên zanîn û li ber çavan in. Ev aliyekî mijarê ye, lê aliyên veşartî û hevkariya di warê îstixbarî de di van deman de gelekî kûr bûye û dewam dike. Belge hene, dema wexta wê hat, mirov dikare eşkre jî bike. YNK wê bi vê helwêsta xwe dawiyê li xwe bîne. Dijminahiya bi Rojavayê Kurdistanê û desteka ji bo konsepta qirrkirina li ser gelê Kurd, wê YNK´ê baavêje nav sergoyê dîrokê. Her wiha, divê ev hevkariya qirêj ji aliyê tevahiya xelkê Başûrê Kurdistanê, bi taybetî herêma kesk ve baş bê zanîn û teşhîrkirin. Gelek pêşmergeyên dêrîn, bi caran li dijî dagirkeriyê û bombebarana artêşa Tirk helwêst nîşan dane. Ew pêşmerge hemû, bi salan di nava Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê de têkoşiyane, herî zêde divê ew li beramber vê yekê derkevin. Partiyên hevkariya dagirkeran dikin, ti caran xelkê Başûr temsîl nakin û wê nekin jî.

Yazarın diğer yazıları