Zanist û mufredateke demokratîktir çawa dibe

Teknolojî bi serê xwe ne xirab e, lê di nava sîstema heyî ya desthilatê û têkiliyên wê yên di nava çerxa rêveberiyê de bazar û kar du têgeh in ku dikarin gelek ”bi serê xwe ne xiraban” veguherînin kara madî. Wexta ev diqewime jî armanca sereke ya zanînê nabe naskirina maneya jiyanê, yan jî gerîna li heqîqetê, berevajî dibe bidestanîna kara madî ku jehr e ji civakê re.

LUQMAN GULDIVÊ

Ji bo gelekan ji me mufredata perwerdeyê û dabeşkirina zanistê li dîsîplînên cihê, jixwe heye, hebûye û wê hebe bi rengê xwe yê heyî. Yanî belkî navê dersan û şêweyê dabeşkirinê biguhere, lê mufredata perwerdeyê bi rengê em dizanin heye û wê hebe. Û pê re jî li gorî heman mantiqî, dîsîplînên zanistî -di vê behsê de bi vê gotinê em qala dîsîplînên zanistên civakî dikin- jî dibe ku biguherin, nav û naverokên wan biguherin, lê hene û wê hebin. Me weke heyeteke zanyaran ku şikeke giran ji vê yekê dibe, berê xwe da Rojava ji bo ku li ser derfetên diyarkirina ”mufredateke gerdûnî” û ”zanisteke parçenekirî” – belkî jî ”zanîneke parçenekirî” bihizirin, minaqeşe bikin û li Rojava bibînin ka li wir ji vî derdî re li çi dermanan digerin û çi ilacan tetbîq dikin. Em komeke ji 18 kesan bûn û pirraniya me elaqeya wan bi antropolojiyê re hebû, lê ji qewlê Profesor Andrej Drubacic ve wan jî pirsa ka bi rastî ez antropolog im jixwe dikir. Gerçî wî bersiv jî dabû, û digot, ji ber ku ez bawer dikim, divê tiştekî mîna antropolojiyê -weke dîsîplîna zanistî – nebe, ew ne antropolog e.       

Li vir em ê bi meseleya zanîna di nava çerxên zanistê de hilberandî de û pirsgirêkên wê bi xwe nekin. Yanî ne ku em pê nizanin, meseleya dîsîplînan di nava sîstema hilberîna zanînê ya li zanîngehên sîstema heyî ya global de jî tê minaqeşekirin. Yanî em ê li vir bi pirsa dîsîplînan û navdîsîplînbûna gelek beşên lêkolînên zanistî danekevin ka çawa navdîsîplînbûn dîsîplînan dikare ji holê rake yan na. Em li vir bi pirsgirêkeke cidîtir dadikevin û ew jî bi parçekirina zanistê û pê re jî hilberîna zanînê ya bi vî halê parçekirî ye ku me û civakên me dûrî heqîqetê dike. Gava em behsa heqîqetê jî dikin, em behsa heqîqeteke civakî dikin jixwe. Li vir, ev dûrxistina heqîqetê dikare weke parçekirina zanistê û pê re jî amûrkirina zanîna tê hilberandin di xizmeta desthilatê de bê fêmkirin. Bi şêweyê herî şênber ev desthilat dewlet xuya be jî, ji wê û wêde, em behsa tehekum û qewîmkirina vê tehekumê ya modernîteya kapîtalîst dikin. Ocalan gava îşaret bi lêgerîna li heqîqetê dike, mekanê wê û çarenûsa wê di nava vê tehekuma modernîteya kapîtalîst de wiha terîf dike: ”Lêgerîna li heqîqetê navê wê lîstikê ye ku di sêgoşeya sermaye-zanist-desthilatê de şênber dibe û em dikarin wê weke ‘şirket’ jî bi nav bikin. Li derveyî vê lîstikê her lêgerîna li heqîqetê yan dijminê sîstemê ye, yan tê tinekirin yan jî hewl didin wê bikişînin nava sîstemê û bihelînin.”

Parçekirina bihevrebûna zanistê û maneya wê

Sedema vê tesbîtê ew e ku di vê sêgoşeyê de zanînên zanistî di jiyana kar de tên bikaranîn, encama wê tesîr û berdariya derdikeve holê jî hem desthilata hêzên hilberîner zêde dike, hem jî cihê çerxa rêveberiyê ya ser bi sermayeyê di nava rêxistina sîstemê de qehîm dike. Zanista li jor behsa wê kirî jî bi kêra şirketên mezin û sermayeya xwediyê wan, lê her wiha bi kêra desthilata dewletan jî tê. Lê ev çawa dibe? Yanî zanist û hilberîna zanînê çawa dikeve xizmeta wan hêzên li dijî civakê bixwe? Wisa diyar e, yek ji gavên sereke ya ku kariye vê bike, bi zêde parçekirina zanistê bi rêya dîsîplînan parçekirina hevgirtina zanistê ya navxweyî û parçekirina hêza wê ya maneyê bûye. Em çima vê dibêjin, ji ber ku zanisteke bi vî rengî pirr hêsanî bi desthilatê ve tê girêdan; ew hêza wê ya civakîbûnê û heqîqeta civakî êdî parçekirî ye û têkiliya xwe ya bi bitûnê re jî ji dest dide. Ev aliyekî meseleyê ye, lê aliyê din jî ew e ku zanisteke zêde li dîsîplînan parçekirî vediguhere teknolojiyê. Teknolojî bi serê xwe ne xirab e, lê di nava sîstema heyî ya desthilatê û têkiliyên wê yên di nava çerxa rêveberiyê de bazar û kar du têgeh in ku dikarin gelek ”bi serê xwe ne xiraban” veguherînin kara madî. Wexta ev diqewime jî armanca sereke ya zanînê nabe naskirina maneya jiyanê, yan jî gerîna li heqîqetê, berevajî dibe bidestanîna kara madî ku jehr e ji civakê re. Çawa ku Ocalan dibêje, ”tifaqa nû ya modernîteyê êdî zanist-desthilat-pere (sermaye) ye” (Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk).

­Ev tifaq, kirinên wê û desthilatdariya wê ji gelek aliyan ve bi berxwedanê re tê rûbirûyî hev. Di meydana zanistê de jî em serêşandina li ser rêyên avakirina zanisteke alternatîf re dibînin. Ji gelek dîsîplînan zanyar, xwendekar jî serê xwe bi rêyên dawîanîna li tifaqa behsa wê kirî, yan jî zanisteke alternatîf a li derveyî vê tifaqê digerin. Ji ber ku parçekirina zêde bi rêya dîsîplînan (nexasim di sedsala 19’an de), zanist, bitûniya wê ya maneyê û heqîqeta wê qels kirine, li dermanê vê jî tê gerîn. Çawa ku heyeta me ya ji 18 kesan a ji zanyar û namzetên zanyariyê, bi serdana xwe ya gelek sazî û dezgehên Şoreşa Rojava xwest bike. Ji nêz ve elaqedarî vê meseleyê, gelekan ji me serê xwe bi mufredateke gerdûnî jî diêşand. Di    van herdu mijaran de jî di nava endamên komê de hizireke giştî weke konsensusekê xwe da der: hîyerarşiya di navbera zanînên cihê, ya di navbera awayên cihê ya hilberîna zanînê û awayên cihê ya veguhestina zanînê de bi dewreke muhim radibe di amûrkirina zanînê û dûrkirina wê ji heqîqetê de.

Zanîngehek bi zêhnekî nû

Heyeta me gava pêşî bi mamoste û rêveberiya Zanîngeha Rojava re rûnişt, zû pê hisiya ku ew ê gelek tiştan jê fêr bibe. Helbet gelekan ji me wê ders jî bidana li holên vê zanîngehê, lê bi ”hevserokên” rêveberiya zanîngehê rengê cihê yê zanîngehê xwe dida der. Gelek pirsgiêkên wê hebûn, weke peydekirina mamosteyan, organîzekirina mekan û wekî din. Lê bi zêhniyeteke nû destpêkirin û xwedana ber vî barî, bi serê xwe nûbûnek bû. Sedema hebûna zanîngehê yekser pêdiviyên civakê bi xwe ne, yanî zanîngeh xwe bi çîn, pêdiviyên desthilatê, yan jî mîta akademiyê rewa nake. Li şûna wê bi gotinên mamosteya Kirmanckiyê, Xecê, ji bo ku zanîn û hilberîna wê ji civakê qut nebe, we daye ser vê rêyê. Banga wê ya, werin û beşdarî vê tecrûbeya nû bibin û wê dewlemend bikin jî bila deynekî di stûyê min de be ku bi nivîseke din ez pê bêhtir dakevim.

Li Kobanê jî zanîngeha bajêr bi armanca ku bibe bersiv ji pêdiviya ciwanan û derçûyiyên amadehiyê hatiye avakirin. Piçûk û mutewazî ye, lê di mijara biyolojiya jenetîk de jî diyar e wê li Rojava bi beşdariya xwebexşên ji beşên din ên Kurdistanê bibe navendeke pêşeng. Ji ezmûn û neqandinê û wê de felsefeya hilberîn û parvekirina zanînê bixwe bû ya ku hevserokên zanîngehê û mamosteyên wê tevî xwendekaran ji me re pirrcarî dikir. Ev pirrcarîkirin jî tevî gelek kêm û kurtiyan îşaret bi hewldanên akademiyeke nû bi zêhniyeteke nû dike. Lê li ber wan jî pirsa dîsîplînan weke li ber me disekine. Li vir ez hema navê wan kêmî û kurtiyan bikim, belkî hinek karibin ji bo jiholêrakirina wan bibin alîkar. Li herdu zanîngehan jî pirtûkxane meseleya herî cidî ye. Yanî li pirtûkxaneyên herdu zanîngehan jî pêdivî gelekî bi kitêban heye, çi bi Kurmancî û Erebî, çi jî bi Ingilîzî û Fransî.

Ji dehan ber bi sedan ve mufredata demokratîk ji bo dibistanan

Meseleya dîsîplînên zanistê ne tenê di asta akademiyê de, di asta dibistanan de jî di çêkirina mufredateke nû de xwe dide der. Yanî rêveberiya ku destpêkê bi çend kesan hewl dida, pêdiviya mufredateke nû bi cih bîne, niha di nava xwe de tenê li Herêma Cizîrê bi sedan mamosteyî dihewîne. Em jî weke heyet çûn serdana wan.

Ew serê xwe li ser dersan, awa, naverok û materyalên dersan diêşînin. Yanî naverokeke ji nijadperestî şuştî, azadiya gelan, civakan derdixe pêş, hevjiyana azad dide nasîn û teşwîq dike, azadiya jinê û ekolojî hîmên wê bin ne tenê mijareke siyasî ye, lê mijareke perwerdeyê bi xwe ye. Heta niha heta sinifên 9´an materyal bi awayekî giştî hatine amadekirin û ji bo herdu sinifên dawî yên amdehiyê jî bi lez û bez materyal tên amadekirin.

Bi awayê xwe yê li jor, ne tenê naveroka dersan demokratîk e, hewldanên avakirina mufredateke nû di nava saziyên heyî de jî divê bi beşdarkirina nava çêkirina materyalan û diyarkirina mufredatê pêk bê. Me di civîna xwe de mînakeke vê ya balkêş dît. Di nava xebatkaran de nûnerên Kurd, Ereb û Suryaniyan hene ku zimanên cihê bi kar tînin, di heman demê de nûnerên diyanetên cihê jî di nava vî karî de hene. Di dema civînê de mamosteyê ku li ser navê Ereban beşdarî civînê bûbû, ji bo ku li derveyî minaqeşeyan nemîne, hevalekî wî yê Kurd li cem rûnişt û wergêr jê re kir. Tevahiya civînê, vê yekê wisa dewam kir. Gava me lê pirsî ka civînên wan bi xwe çawa dibin, em fêrbûn ku ji bo misogerkirina jihevfêmkirinê komîteyeke wergerê heye ku beşdariya herkesî misoger dike.

Pirsgirêka sereke ya mufredateke nû û naverokeke nû, misogerkirina pirrengiya civakê di nava mufredatê ye. Ev yek lê belê divê ne tenê di birêveçûna diyarkirina naverokê de hebe, her wiha di nava naverokên zimanên cihê de jî. Di dema minaqeşeyan de em lê hayil bûn ku ev yek jî ne ewqasî besît e. Mesela dema naveroka dersa dîrokê tê amadekirin, ne tenê neteweperestiya berê ya Baesê divê bê beralîkirin, lê neteweperestiyên Ereb, Kurd û Suryanî jî. Tevî wê dîroka ”yên din” û dîroka berxwedanê jî mijarên girîng in ku di nava materyalên dîrokê de bi îhtîmam bê bicihkirin. Meseleya ”pêkhateyan” bi hemû rengên xwe yên neteweyî, qewmî, dînî û wekî din tevahiya pêkhateyên civakî, ji jin, zarok û yên din wê çawa di nava van hewldanên avakirina mufredateke nû de bi awayekî demokratîk xwe di nava vê mufredatê de bibînin, wê serketîbûna van xebatan diyar bike. Niha yek ji dersên li mufredata amedehiyê (lîse) hatiye zêdekirin Jineolojî ye û serketîbûna wê, wê ji bo saziyên mufredatê û sîstema dibistanan wê teşwîqker be.

Beşdarkirina herkesî ya nav perwerdeyê

Li jor min bi zanîn zarok jî weke pêkhateyeke civakî bi nav kir. Ne ku ez ê niha bi kite kitên xisletên wan dakevim, lê bi ya min jinûvehizirîna li perwerdeyê lazim e. Ev jinûvehizirîn divê wê dubendbûna di navbera ”mamoste” û ”xwendekar/şagirt” de weke berê hişk nebîne. Projeyeke besît, lê pirr bi kêrhatî ya li Dêrikê ji bo ez ya dilê xwe bibêjim wê pirr alîkar be. Ev proje ya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya li Dêrikê ye. Li sinifekê, zaroka herî bê deng û qet beşdarî dersê nabe, gelo pirsgirêk e, yan ew sîstema ku wê zarokê bêdeng dike û beşdar nake? Di encama vê projeyê de ji dibistanên Dêrikê zarok hatine vexwendin û ji wan re çîrok hatine gotin. Ya derketî holê jî ev e; zarokên herî bê deng di dersan de di çîrokbêjiyê de yên herî degel û jêhatî bûn. Di çarçoveya projeyê de çîrokbêj hatine diyarkirin, wan ji zarokan re çîrok gotine, û paşê jî zarok bi xwe hatine teşwîqkirin da ku çîrokan bibêjin. Û behremendiya wan zarokan jî xwe daye der. Li vir bi ya min du tiştên ku sîstema dibistanan û saziyên mufredatê dikarin serê xwe pê biêşînin, derdikevin holê: Yek jê ew e ku dersên di mufredatê de ne illeh yên herî lazim û teşwîqker in ji bo behremendiyên zarokan, ji ber wê jî qayîşokîbûna mufredatê wê erênî be; ya din jî sîstem divê xeteke hişk di navbera kesê fêr dike û kesê fêr dibe de nekişîne, yanî mamoste dikare carinan bibe şagirt û şagirt bibe mamoste.

Di dawiyê de ji bo pêşxistina hevkariya akademiyeke demokratîktir di navbera Înstîtuya Lêkolînên Întegral a San Francisco (CIIS-San Francisco) û Zanîngeha Rojava de peymana hevkariyê hat mohrkirin. Ev hevkarî wê serê xwe bi awayên muhtemel ên mufredateke gerdûnî û zanisteke demokratîk biêşîne. Lê ez li zarokên çîrokbêj ên li Dêrikê vegerim û bipirsim li şûna encam û bersivekê; Ma ji çîrokbêjan çêtir mamoste hene!

Yazarın diğer yazıları

    None Found