Zar û pîrên me dikujin

Beriya bi sê rojan maşîna zirxî ya polîsan li Baxlera Amedê pê li Efe yê 6 salî kir. Efe pêr li nexweşxaneyê şehîd bû. Derket holê ku maşîneke zirxî par bapîrê wî jî şehîd kiriye, bi gotinên bav: “Maşînên polîsan kurê min û bavê min kuştin”.

Dewleta Tirk a dagirker, li Bakurê Kurdistanê û li parçeyên din ên Kurdistanê ku destê xwe digihîniyê, çi tişta Kurdî hebe tine dike. Polîsên Tirk beriya bi 3 rojan bi maşîna zirxî pê li Efe Tektekîn ê 6 salî kiribû. Efe pêr şehîd bû. 6´ê Hezîrana par jî maşneke din a zirxî ya polîsan a bi navê TOMA pê li bapîrê Efeyî, Mehmet ê 85 salî kiribû û ew qetil kiribû. Efeyê piçûk doh gava hat veşartin bavê wî wiha got ka dewleta Tirk a dagirker çawa zar û pîrên me Kurdan dikuje: Maşîna polîsan kurê min û TOMA´yê bavê min kuşt.

Polîsan kurê min qetil kir

Wesayîta zirxî ya polîsên Tirk ên dagirker 11´ê Îlonê li Kolana Emekê ya taxa 5´ê Nîsana Baxlerê pê li zarokê 6 salî ê bi navê Efe Tektekîn kir. Zarok rakirin nexweşxaneyê, lê li wir şehîd bû.

Cenazeyê Efe yê piçûk li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Bavê Efe Ahmet Tektekin, li ser gora kurê xwe got, “Polîsan li ber çavan kurê min qetil kir. Beriya bi salekê jî polîsan bi TOMA´yê bavê min kuşt.”

Dema cenaze ji morga Nexweşxaneya dewletê hat girtin, bav Ahmet Tektekin, bertek nîşanî polîsên ku bi maşîna zirxî kurê wî kuşt da û got: “Maşîna polîsan li pêş çavan kurê min qetil kir. Kurê min 6 salî bû. Ne mêş û morî bû. Çi karê maşîneya zirxî li wir heye. Polîsan çawa kurê min li wir nedît. Beriya bi salekê jî maşîneya TOMA´yê li ronahiyê nesekini û bavê min qetil kir.”

 Polîs şahidan û malbatê bêdeng dike

Şahidên bûyerê û xizmên Tektekîn ku nexwestin navê wan bê nivîsîn jî nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Hem dikujin û hem jî bêdeng dikin. Polîsan şahidê bûyerê yê wêne girtin, destgîr kir.”

Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Tektekin anî Goristana Yenîkoyê û li wir bi wecîbeyên olî, cenaze defin kir.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da û got, “Di 10 salên dawî de di encama pêlikirina maşîneyên zirxî de li herêmê 17 kes hatine kuştin. Ji ber kesên bersûc nayên cezakirin bi maşîneyên zirxî mirovan qetil dikin.”

Bapîrê Efe Tektekîn, Mehmet Tektekin ê 85 salî jî di 6’ê Hezîrana 2018’an de ji ber ku maşîna TOMA´yê ya polîsan lê dabû û şehîd bûbû.

Yazarın diğer yazıları

    None Found