Zarokan ji germê biparêzin

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Bi hatina demsala havînê re, ji ber germahiyê nexweşî zêde dibin. Dixtorê Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê Hadî Elî Abdula li ser mijarê peyivî û got:”Bi hatina havînê re li Şengalê nexweşiyên zarokan zêde bûne, ji bo wê pêwîste malbat zarokan biparêzin û nehêlin ji saet 10:00’an heya 15:00’an derkevin derve.

Em bê berdêl kar dikin

Hadî balkêşand ser girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de jî û got; “Ji ber ku korîdora mirovî girtiye, derfetên di destê me de gelek kêm in. Lê tevî derfetên kêm jî em 24 saet di xizmeta gel de ne. Ji ber girtina korîdorê em zehmetiyan dikişînin. Derman kêm in, û jiderve jî nayên. Heyva Sora Kurdistanê, dema ku korîdor vekirîbû ji me re alîkarî dişand. Lê niha ji ber ku korîdor girtiye em nikarin weke berê karê xwe bidin meşandin û xizmeteke baş bikin. Em ti berdêlek ji xelkê xwe nagrin û hemu xizmet e.”

Korîdora mirovî girtin

Hêjayî gotinê ye, korîdora mirovî di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de, ji aliyê şervanên HPG, YPG/YPJ û YBŞ’ê ve hatibû vekirin, bi deh hezaran kes bi riya vê korîdorê hatibûn rizgarkirin. Piştî ku herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin jî, Şengal di dorpêçê de bû û hemû rêyên wê hatibûn girtin. Lewre korîdora mirovî yekane rê ya ji bo pêdiviyên Şengalê rolek girîng dilîst. Bi taybetî pêdiviyên tenduristî, derbaskirina welatiyên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û pêdiviyên din ên jiyanî, di vê korîdorê de pêk dihat.

Korîdor di 15’ê kanûna 2018’an de ji aliyê artêşa Iraqê ve hat girtin û heta niha nehatiye vekirin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found