Zarokên jina DAIŞ´î birin stargehê

Omaima Abdî ya ku endama DAIŞ´ê bû û piştî Îlona 2016´an vegeriya Hamburgê, hîna nû pêr hat girtin. Omaima Abdî îro derkete pêşberî Dadgerê lêpirsînê ku wê biryara dewama girtîbûna wê ji bo lêpirsînê bide. Me di nûçeya doh de dabû zanîn ku dozgeriya federal a Elmanyayê her weha şideta bi sîleha AK47 jî weke tohmet dixe stûwê Omaima Abdî ya 34 salî. Ew tevî mêrê xwe û sê zarokên xwe 2014´an çûbû nav refên çeteya DAIŞ´ê. Piştî kuştina mêrê xwe ew bi endamekî din ê çeteyê re zewicî ku bi navê xwe yê rapvan Deso Dogg navdar bû û navê wî yê bi rastî Denis Caspert bû. Omaima Abdî beriya zaroka wê ya 4´an bê dinê Îlona 2016´an vegeriya Elmanyayê. Ji hingê ve jî weke ku ti tişt neqewimîbe, li Elmanyayê dima. Rojnamevana televizyona Al Aan TV Jenan Moussa beriya bi 3 mehan ev yek derxist holê û kire rojev.     

Wekî din hat zanîn ku 4 zarokên Omaima ên ku ne reşîd in, dewleta Elman ew birine stargehên xwe. Zarokên Omaima Abdî sê, pênc, şeş û duwanzdeh salî ne û Saziya Miqatebûna li Zarokan a Hamburgê jî ev agahî piştrast kir.

HAMBURG

Yazarın diğer yazıları

    None Found