Zarokên ku dibin çîroka dapîra xwe

Mirov li Kurdistanê ji hestên xwe wêdetir mezin e. Kurdistan xwedî rastiyeke wer dijwar e ku mirovên wê jî neçar in li gorî vê rastiyê jiyana xwe ava bikin. Berovajî, wateya jiyan û şerê manê namîne. Ji bo wê jî hestên mirovan beriya wan mezin dibin. Bi gotineke din şert û mercên dijwar hestên mirovan li gorî rastiyên heyî şekil digre. Li Kurdistanê zarokbûn wek her tişta din zor û zehmetiyên xwe hene. Dapîrên me hemiyan di serî de ku em çavê xwe li jiyanê vedikin gelek caran di çîrokên xwe yên ku rastiya welat îfade dikin, gelek tiştan ji me re dibêjin. Em bi vê rastiyê mezin dibin ku rojekê welatê me, bajarê me û gundê me wê rastî êrîşekê were. Rojekê hinek ê werin û pehîna xwe li malmalokên xeyalên me bidin û nehêlin em ji xwe re bilîzin. Hinek ê werin û bavê me bi xwe re bibin û em ê tenê hêdîka li pey bigirîn…

Li Kurdistanê zarokbûn beriya tu hebî, nas bikî û fam bikî, di rêya xwe de diçe. Ger her roj li Kurdistanê zarokek bi guleyan tê kuştin, diyar e dijminên me naxwazin tovek jiyanê li ser vê axê serî ji axê derxe û şîn be. Ji ber ku zarok tovên destpêkê yên jiyanê ne ku gava destpêkê davêjin. Dixwazin bi kuştina wan rehên jiyanê li ser vê axê zuha û hişk bikin. Beriya jiyan bike, dimire. Beriya xeyal bike, xeyalên wan têne dizîn û tiştek bi navê siberoj li bal wan nayê hiştin, di wê kêliya heyî de bi tama tal a jiyanê ditamije. Her zarokek vî welatî çîrokêk wan  heye ku dişibe çîrokên ku dapîr û dayikan ji wan re gotine. Heta çavê xwe vedikin û mezin dibin ew jî bûne çîrokeke dapîra xwe, zarok li çîroka xwe guhdarî dikin. Wê demê ye ku yekemîn biryara xwe ya jiyanê dide, ew jî ew e ku dawiya çîrokê biguherîne. Hertim nabe ev çîrok wer biçe serî û dayîka me di dawiya çîrokê de bi goşeya desmala xwe rondikên xwe paqij bike. Bila carekê jî zalim bigirîn, ne kujerên zarokan. 

Di êrîşa Zargelî de çavên zaroka 4 salî Feraşînê qet ji bîra min naçe. Awirên wê gelekî dişibiyan hemû zarokên din ên ku heman hest bi wê re parve dikirin. Mirov niha fam dike ka çima zarokên Kurdistanê wer temaşe dikin. Zoriyên jiyanê ew fêrî awirên tûj kirine, bi hêrs û kîna di dilê xwe de neçar in ku gavên destpêkê bavêjin. Feraşîn keça yek ji wan malbatan e ku di êrîşa Zargelî de bûne mexdûr. Ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber zilm û zextên Îranê koçber bûbûn û li Binarê Qendîlê dijiyan. Feraşîn li Qendîlê hatibû dinyayê. Ji dayika xwe fêr bûbû, tenê dema te jê dipirsî Feraşîn tu dixwazî biçî ku? Digot dixwazim biçim Urmiyê û wêdetirî wê qet xeyal nekiribû. Bavê wê Necîb dema di êrîşê de bi giranî birîndar dibe û nefesên dawî dide, wiha dibêje: “Ji Feraşînê re bibêjin ez baş im, bibêjin bila Feraşîn were serê min rake!” Feraşîn yan jî gelek zarokên Kurdistanê xeyalên lêkirî yên vî welatî ne. Feraşîn hestên veşartî yên bav Necîb e, zarokatiya wî ye ku tu caran wek tu zarokekê nejiya. Di çavên Feraşîn de hesteke ku hêj bixwe jî bi nav nekiribû hebû. Nedizanî çi qewimiye lê rondikên dayika wê jê re behsa her tiştî dikir. Rondikên dayikan, zarokên vî welatî fêrî rastiyên bi êş kiriye û bi wan mezin dibin mixabin! Em bi rondikên dayikên xwe fêrî wateya jiyanê bûne.

Yazarın diğer yazıları