Zarşîrîn e

Di afirîn û bipêşketina mirovan de pêşî kelam hebû, piştre nivîs û hwd geş dibe û di asta îro de gihiştiye serdema fezayî. Li gorî pirtûkên pîroz yên ji aliyê oldarên serdest ve wekî pirtûkên esmanî tên qebûlkirin, yezdan dibêje; “Min hûn wekî qewmên curbicur afirandin, min zimanên curbicur dan we da ku hûn hevdu nas bikin û li hevdu bikelijin.” Ev her çiqas di hundirê xwe de nakokiyekê jî bihewîne ji aliyê pirraniya dinê û nemaze ji aliyê kesên bawermend û oldar ve hatiye qebûlkirin. Lê gava mirov pirseke wiha aresteyê wan dike mixabin di tengasiyê de dimînin. “Ew Yezdanê ku ewelîn û axirîn li ba wî eyan e û bi her tiştî dizane, gelo ji bilî metoda afirandina cihaneke pirrzimanî rêbaz ango awayekî din hizir nekiribû, lewra dîroka mirovahiyê şahid e ku ew pirrzimanî nebû sedem ku mirov hevdu nas bikin, bikelijin û xwîşk û biratiyê di nav xwe de saz bikin. Nexasim ew bû sedem ku li ser hevdu serdestiya ziman, çand û aboriya xwe ferz bikin, yên hêzdar bibin stemkar û yên lawaz ji holê rakin. Niha li gorî daneyên zanistî her sal hejmarek ziman ji holê radibin, hin ji wan bêyî ku li dû xwe şopekê jî bihêlin tevli nav wendahiyên dîrokê dibin. Li dewsa wan zimanên serdest yên hatîn ferzkirin, cih digirin.

Ew milet û gel jî êdîn li gorî wî zimanî teşe digirin, ji reseniya xwe bi dûr dikevin û vediguherin miletekî din.

Wê demê mirov car caran dikeve nav geremola wan pirs û xeyalan ka gelo ev cihan bi yekzimanî bihata afirandin û sazkirin, wê mirovan hevdu çêtir û baştir nasnekiribane, gelo ew nakokiya di navbera ziman û çandan de heta astekê ji holê ranebûya? Helbet ev hemû pirs in û bersivên wan jî ne hêsan in.

Lê divê mirov neheqiyê li wan pirtûkên ku erka ‘pîroziyê’ li wan bar kiriye, neke. Di wan de nehatiye gotin, divê ziman bi hev re bikevine nav qayîşkêşiyê, zimanê lawaz lê ji aliyê aborî û eskerî de hêzdar dikare yên din di nav xwe de bihelîne, ji holê rake. Her çiqas dîroka dinê nebûye şahidê wê danûstandina ku di nav rûpelên pîroz de hatî destnîşankirin û timûtim şerên di navbera çîn û miletan de mora xwe li dîrokê dabe jî, ew daxwaz û temeniya di wan pirtûkan de dike ku mirovahî hêviya xwe ji dest nede, lê divê neyê jibîrkirin ku ew tenê hêviyek e.

Ew gotina ku ‘encax birîndar bi birîna xwe dizane’ baş li halê me tê. Belkî ji ber ku em jî wek milet û gel di vê babetê de birîndar in, em hinde bi qêrîn û hawar li ser disekinin û dinalin. Nizanim ji bilî Kurdan ka gelên din jî hene ku wiha di nav tirsa wendabûnê de ne û bi hewla dawî dixwazin xwe li keviya deryayên bêbinî yên dîrokê bigirin. Rewş xeter e, rewş tirsnak e, heger tu şemitî nema vedigerî. Tu êdî di nav goristana dîrokê de kêlek î. Heta, dibe ku kêlek jî bi para te nekeve, navê te jî neyê gotin.

Di vê rojê de ku wek Roja Ziman hatiye qebûlkirin, zimanê me hîna jî ji xetera wendabûnê rizgar nebûye.

Her çiqas li gorî mercên berê bipêşketinên mezin hebin jî divê em bi baldarî li ser rawestin.

Li gorî rewşa berê niha gelek kes hene ku dixwazin fêrî Kurdî bibin, dixwazin Kurdiyeke resen, şahîk û li gorî gramera zimanî biaxivin, bixwînin û binivîsin.

Li Başûrê welêt li gel nakokiya zaravayî jî mirov dikare behsa misogeriyekê bike.

Li Bakûr û bi taybetî jî di çarêoveya xebatên çandî, siyasî û eskerî yên Partiya Karkerên Kurdistanê de jî bipêşketinên di warê ziman de xwe deher dikin. Di kombûn û çalakiyan de li gorî berê di asteke bilind de zimanê Kurdî tê bikaranîn. Berî deh salan, ew rêje ji sedî pênc bû, niha mirov dikare ji sedî nodî bihejmêre.

Bi dehan pirtûkên Kurdî tên çapkirin, li çiya û zindanan zimanê Kurdî li pêş e. Berê gava mirov daxwazeke wiha bikira, pirr bi şaşî dihat şîrovekirin. Lê niha pêşengên şoreşê hewl didin Kurdiyeke zelal biaxivin.

Li welêt gelek sazî hatin vekirin, hin ji wan ji aliyê dagirkeran ve hatin girtin, lê diyar e ku pêşîlêgirtina xebatên zimanî ne hêsan e.

Wekî din jî bi dehan alavên ragihandinê jî dikin ku mirov hêvîdar be, lê mixabin heta ku pergaleke siyasî ya di perwede û bazarê de zimanê me biparêze, ev xeter ji holê ranabe.

Divê em vêna ji bîr nekin. Li gel hemû astengî û tirsa wendabûnê jî, roja ziman pîroz be. Di xweşikî û şîrîniya zimanê Kurdî de bijîn.

Yazarın diğer yazıları