Zêmara li ser Smayilê Mala Eyo; Siwaro heyran…!

Strana “Siwaro” an “Siwaro Heyran” ji aliyê gelek stranbêjan ve bi şêwazên cuda cuda tê şîrovekirin. Stran mîna qêrîna jineke evîndar a bi navê Kinê ye.

Kinê evîndara Smayilê Mala Eyo ye. Evîna wan ne çûye serî an yekalî ye. Bûyer li Dêrika Çiyayê Mazî qewimiye. Di versiyonên dirêj ê stranê de diyar dibe ku Kinê zewicî ye, ji xwe Smayilê Mala Eyo jî mîna parçeyekî nasnameya wî weke “Bavê Mehmûd” tê nasandin.

Di rastiyê de stran trajediyeke seferberiyê ya dema şerê Osmaniyan û Rusyayê vedibêje. Kinê, mîna zêmarekê diavêje ser Smayilê Mala Eyo ku wî bi zorê dibin bereya şer. Bêgûman seferberî tê wateya mirinê. Lewra di strana mîna zêmarê de Kinê bi evîna xwe ya di dil de mayî diqîre.

Ji aliyê leşkeran ve girtina Smayilê Mala Eyo, evêtina çenteyê leşkeriyê ser milê wî, qusandina por û simbêlê wî, bi trêna reş di ser Qutelanê re birina sînorê Rusyayê, mîna fulmeke sînemeyê tê vegotin. Her wiha hewldan an daxwaziyên xwe yên ji bo rizgakirina Smayil jî bi hostayî û dewlemendiya peyvê rêz dike.

Strana orjînal herêm bi herêm jî tê guhertin û her dengbêj, stranbêj şîroveya xwe an beşekê ji xwe jî lê zêde dike. Bi taybetî jî navlêkirinên cografîk li gorî herêma kesên stranê dibêje, têne guhertin. Tevî vê yekê jî stran tevî aliyê xwe yê agahdarker, xwedî hêzeke tund a felsefî û wêjeyî ye jî.

Di versiyona dirêj a stranê de bûyera girtina Smayilê Mala Eyo ji aliyê leşkeran ve, li Amedê dabeşkirina kesên ji bo seferberiyê hatine komkirin, lêkirina kincên leşkerî, siwarkirina li trêna reş, heta li rawestgeha trênê a “Qurtalanê” careke din hewldana dîtina wî, bi berfirehî cih digirin.

Dîsa ji bo rizgakirina Smayil jî, evîndar Kinê amade ye çi fedakariyan bike, yek bi yek tên vegotin. Herî zêde jî kêliya beriya girtina wî, yanî cara dawî dema di ber mala wan re derbas dibe, mîna newayên dilşewat têne vegotin.

Beşên stranê yên hatine berhevkirin û mîna straneke kurt ji aliyê gelek hunermendan ve têne şîrovekirin jî ji her alî ve têra xwe kurr in…

Ne li vir im ne li wê me

Tevî ku evîna wê nîvco jî maye, diyar e ku jina fedakar Kinê, qîma xwe bi dîtina evîndarê xwe ji dûr ve jî tîne. Lê piştî girtina Smayîl û birina wî ya bereya şer, di warê derûnî û hestan de dikeve rewşeke giran. Lewra bi van gotinan, li evîn û evîndariya xwe mikur tê û diqîre:

siwaro heyran qurban

ne liv ir im lo ne li wê me

hur barana tevlî bê me

perçê ewrê reş û tarî lo ser behre me

Wele xelkê gundî û cîrana ji min pirsî

wezê bejim, tu loma ji min nekî;

dosta Smayilê Mala Eyo, lo lawikê çê me

Ne xezalim li çolê xim

Di beşa duyemîn a stranê de li bêçareyî û bêderfetiya xwe mikur tê. Amede ye her tiştî bike ji bo rizgarkirina evîndarê xwe. Heta, amade ye ku guliyên serê, yanî keziyên pora xwe jêke, mîna bertîlê bide û wiha bi gotinên wêjeyî diqîre:

ne gemî me lo li behrê xim

ne werdek im lo li golê xim

ne xezal im lo li çolê xim

van guliyê sorê henekirî jêkim bişînim

da eskerîka malik şewitî ya delalê dile min rebenê ber efûyê xim

Nisêbîna rengîn cihê memûr û tehsîldaran

Beşa sêyemîn a stranê jî nasandina erdnîgariyê ye. Jina evîndar bêzariya xwe, giraniya êş û azarên xwe bi gera xwe ya li bajarên derdorê îfade dike. Li gora herêman û stranbêjan navê cih û waran tê guhertin. Mînak “Cizîra Bota warê Mem û Zînê”, Zaxo, Suruc, Qamişlo, Amed an bajarên herêmê jî têne vegotin û beş li stranê têne zêde kirin. Di beşa dawî de Mêrdîn, Girherîn û Nisêbîn heye û stran bi dilşekestin û gazina qebûlnebûna duayên wê bi dawî dibe:

çûm Mêrdînê li zinar e

min xwe berda Girherînê cîhê suwaran

daketim xopana Nisebîna rengîn cîhê memûr û tehsîldaran

Bila Xwedê Teala qebûl bikira

    Bila delalê dilê min rebenê bûba çawîşê ser firaran 

Yazarın diğer yazıları