Zext li Hepsa Panosê zêde bûn

Girtiyê siyasî yê li Panosê Huseyîn Aşkan di hevdîtina malbatê de ragihand ku li hepsê tîmeke taybet heye û zext zêde bûne.

Huseyîn Aşkan ê 27 salî di sala 2013’an de li Taxa Berçelan a Colemêrgê hat girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn. Ev 7 sal û nîv in ku ew li Hepsa Tîpa L a Panosê dimîne, di hevdîtina malbata de, behsa pirsgirêk û zextên li wan tên kirin, kir.

Bavê Huseyîn Aşkan, Alî Aşkan çûbû hevdîtina kurê xwe. Wî diyar kir ku kurê wî ji wî re gotiye, bi taybetî piştî grevên birçîbûnê, helwêsta rêveberiya girtîgehê hişk bûye û wiha peyovî: “Ji ber ku Huseyîn 2 meh û nîvan di greva birçîbûnê de ma, pirr zeîf û bêhal bûye. Di hevdîtinê de kurê min got, bi zextên derûnî re zextên fîzîkî jî pirr zêde bûne. Piştî greva birçîbûnê hin nexweşî li kurê min peyde bûne. Bi taybetî pirsgirêka dev û diranan giran e. Wan dereng dibin nexweşxanê û bi rêk û pêk nayên dermankirin.”

Doşekan diqetînin

Aşkan da zanîn ku berê jî di hepsê de zext hebûn û got, “Lê di demên dawî de ev zext pirr zêde bûne. Rayedarên hepsê di hefteyekê de 2 caran bi ser qawîşan de digirin, doşekên girtiyan bi kêrê diçirînin û lêgerînê dikin. Gardiyan helwêstên şikandina rûmeta girtiyan nîşan didin û heqaretê li wan dikin. Kurê min got, li hepsê ekîbên taybet hene. Divê Wezareta Dadê vê yekê lêkolîn bike. Hefteyê tenê carekê ava germ didin girtiyan. Dema em jî diçin hepsê rastî zor û zehmetiyên mezin tên. Malbat jî rastî zoriyên mezin tên.”

ç

Yazarın diğer yazıları

    None Found