Ziman bi berhemên zarokan dewlemend û temendirêj dibe

Heta ku peyvên zimanekî ji ser zimanê zarokan nekevin, ew ziman ê hertim mîna biharê geş û jîndar be. Ti carî bi kalepîran re wê neçe gorê. Loma jî gelek girîng e ku ziman bi awayekî xweber û suriştî di nava malê de bê bikaranîn û bi rêbazên hunerî û nivîskî jî jiyana xeyalî ya zarokan dewlemend bike. Di demên berê de zimanê Kurdî zimanê landik û dergûşê bû; yê lorîn û çîrokan bû, her wisa jî yê lîstik û henekan bû; xewn û xeyalên zarokan jî bi Kurdî ava dibûn. Loma jî xetera nemanê jê gelek dûr bû.

Belê îro xetereke mezin a zimanî di nava mal û malbatên me de heye. Zimanên dagirkeran di derî û paceyan re derbasî navmalê bûne û li serê odeyê di bin çavan re li xwediyê malê ango zimanê Kurdî dinere. Tevî hebûna vê xetera mezin jî heger îro zimanê Kurdî li ber xwe dide; ev bi xêr û saya serhejmariya bikaranînerên wê yên zêde, çanda gundîtî û eşîrî, ola Ezdahî ku rêûresmên wê yên ayînî bi Kurdî ne û herî dawî jî hişyariya neteweyî wê li ser piyan digire. Wekî din jî niha li hinek beşên Kurdistanê destketiyên xwebirêvebirinî hene û ev jî tirsa ji nemana zimanê Kurdî her diçe kêmtir dike.

Jixwe, heger ev destketiyên me yên hene bi hişmedî û aqlekî stratejîk ên neteweyî werin xurtkirin, ez bawer dikim ku tesîreke wê ya domînoyî wê li ser hemû şênî û malbatên Kurdan çêbe. Gelek malbat jî wê bixwazin ku zarokên wan bi zimanê Kurdî fêrî çanda xwe û ya dinyayê bibin.

Bêguman axaftina bi zimanê dayikê ya endamên malbatê ya bi zarokan re hîmek esasî ye lê têra ku zarok û ciwan wî zimanî di jiyana xwe ya li derveyî malê de bi dewlemendî bi kar bînin, nake. Li vir berhemên cuda yên bi zimanê dayikê dikevin dewrê. Loma li hemû deverên dinyayê wêjeya zarokan xwedî ciyekî girîng e. Li vî welatê ku ez aniha lê dijîm; Swêdê ku serhejmara wê ji deh milyonan hinekî bêtir e, sala 2017´an  64544 pirtûkên zarokan ji bo 0-3 saliyan hatine firotin, îca ev hejmar sala 2018´an hinekî din zêde bûye û gihaye 64701 pirtûkan*.

Di dema nivîsandina vê berhevkirinê de hejmarek fikir di nava serê min de peyde bûn… Werhasilîkelam,  dîsa li Swêdê li gorî heman lêkolînê di nava van her du salên dawî de herî zêde pirtûkên zarok û ciwanan hatine firotin.

Ez dizanim ku xebatên li ser pirtûkên zarokan li welatê me jî, dewam dikin. Heta niha gelek weşanxaneyan xebatên hêja kirine. Gelek pirtûk ji zimanê biyanî ji bo kurdî hatine wergerandin. Min bi xwe jî heta niha sê pirtûkên zarokan û yek jî yê ciwanan ji zimanê swêdê wergerandiye Kurdî.

Di van rojan de du pirtûkên hêja yên zarokan giheştin ber destê min. Her du pirtûk jî ji aliyê Çetoyê Zêdo ve hatine nivîsandin. Çetoyê Zêdo wekî dramatûrg di ÎBŞT û di hin şanoyên Kurdî de xebitî. Di Teatra Zîv de derhênerîya şanoyên “Şengê û Pengê” û “Bêlome” kir.

Wekî din jî, ez dizanim ku hê gelek xebatên wî yên hêja ji bo zarokan hene. Îca heger ez li van her du pirtûkan vegerim, ên ku Ronî Battê berg û xêzikên wan çêkirine û Nûbiharê jî ew bi navên  “Du Legleg; Zozan û Gernas” û “Daweta Noko û Nîskê” çap kirine. Bi rastî jî Çetoyê Zêdo berhema xwe bi zimanekî ji bo zarokan palandî û bi peyvên neqandî hûnandiye. Di warê rastnivîsînê de jî, mirov keda Ardî Zêdo divê paşguh neke û loma jî mirov dikare bêtirs van berheman bide zarokan.

Her wisa jî bi peyamên xwe yên li ser parastina xweza û şûnwarên dîrokî (Heskîf) yên Kurdistanê, hêza hunerê ango ya amûra bilûrê ya muzîkê, diyaloga bêdeng a Leglegan û şivanê hawîrhez û ajalparêz, hewldan û berxwedena avakirina jiyaneke biewle û hevbeş, ê ji bo zarokan bifêde be… Çi baş bûye ku Çetoyê Zêdo zalimtî nekiriye û aqubeta Siyabendê sêwî û Xecê naniye sere van her du leglegên sêwî û pireş.

Wekî din jî di her du çîrokan de navên mekan û komên civakî yên birastî ango yên ku me mirovan li wan kirine, hatine bikaranîn. Wek Serheda, Qerejdax, Dêra Axtermanê, Heskîf, Çinar, Omeriyan û Koçer, Alûcî… Baştir e ku Çeto li şûna van navan navên xeyalî-honakî bi kar neaniye. Ji ber ku zarok wê têkiliyeke rasterast bi navên rastîn ên dever û beşên civakî ên welatê xwe re dayin. Di van her du pirtûkan de ku li ser hîmê çîrokên gelêrî hatine afirandin, tişta beloq xuya dike; bikaranîna medya civakî ye. Medya civakî berhemeke kompîterê an jî ya telefona destan e. Berî bikaranîna peyva medya civakî ti agahî li ser tine ka civata ji haziran ne çêtir xwedî kompîteran an jî telefonên destan in. Heger vexwendinnama daweta Alûciyan wek e-mail bihata şandin ew ê biba tiştekî din.

Tişta din ku pirtûka bi navê Daweta Noko û Nîskê balkêştir dike, ew e ku, Çeto li kêleka çîroka edetî şanonameya wê jî nivîsandiye. Di pirtûkekê de du berhemên cuda ên yekmijarî hene. Xweş e ji ber ku hemû dibistanên ku bi Kurdî dersê didin, dikarin bi asanî vê şanoya amade bi zarokan bidin lîstandin.

  

https://www.forlaggare.se/sites/default/files/rapport_helar_2018_new.pdf

Yazarın diğer yazıları