Ziman hebûn û azadî

Bêbextiya Navneteweyî ya li dijî miletê Kurd a ku wê 15ʼê Sibata 1999ʼan bi revandin û êsîrkirin Rêber Apo bi encam bibûya, bi armanca tinekirina doza azadiyê ya miletê Kurd bi rê ve çû. Ev armanca tinekirina miletê Kurd îro jî dewam dike. Aktorê sereke yê vê tinekirinê dewleta Tirk be jî, hevkar û şirîkan ji qirkirina xwe re hem peyde dike û hem jî di warê mekanî de bi sînorên wê sînordar jî bin, ji bo qirkirina Kurdan bibe serî bi israr xuya ye.

Ev qirkirina hanê bi rêya du tiştên ji bo hebûna civakî sereke bi rê ve diçe. Em behsa ziman û mekan dikin ku ji bo bîra civakî û pê re nasnameya civakî stûn in. Di warê mekên de koçberkirina bi darê zorê, koçberkirina bi siyaseta xizanhiştinê, teşwîqkirina derketina ji Kurdistanê, bicihkirin û teşwîqkirina bicihkirina ne Kurdan li Kurdistanê, rêbazên dewleta Tirk in ji bo qirkirinê. Di warê zimên de bi tengkirina meydana gelemperiyê ji Kurdî re, bi dezavntajên ji bo ziman û helwêstên xirab ên beramberê Kurdî, heta niha dewleta Tirk kariye heta bi astekê bi ser keve. Zimanê kolanên bajar û navçeyên Kurdistanê û li gelek deveran jî meydanên gundan guheriye û bûye Tirkî. Jixwe li bajarên mezin, herçî sîte ne ku şûna kuçe û kolanan girtine, weke ku şertekî ziman be, ew bi Tirkî dest pê dikin.

Di vê nivîsê de ez ê bi mekên danekevim, lê bi zimên dakevim. Helbet ziman tenê ne bes e ji bo hebûnê, lê yek ji stûnên sereke yê nasnameya civakî ye. Yanî gava mirov li doza azadiyê ya miletê Kurd binihêre, divê miropv qebûl bike ku ji bo vê dozê hebûn şert e. Yanî dibe ku Kurd ne azad bin, lê hebûna wan doza wan a azadiyê jî misoger dike. Lewma, meseleya azadiyê meseleyeke heyiyan e. Ziman jî ji bo civaka Kurd meseleyeke hebûnê ye. Axir, mirov nebe, meseleya mirovî ya azadiyê jî nîne. Bi ya min divê mirov di vê çarçoveyê de ji êşa nemanê, tinebûnê jî fêm bike.

Abdullah Ocalan di berga 5ʼan a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de, weha behsa rasthatina xwe ya pêşî ya li Tirkî li meydana ‘amî dike: “Tirkî zimanekî biyanî û xerîb bû. Di wê demê de cara pêşî dest pê kir, min xwe gelekî piçûk û bêqîmet dît… Civaka miletekî [ku] nikare bi zimanê xwe binivîsîne û nikare zimanê xwe bi kar bîne, heq kiriye piçûk û bê qîmet bê dîtin! Vê diyardeyê bivênevê wê di ruhê min ê zarok de birînên xedar vekirana.”

Ev têgihiştina zarokî wê piştre bibûya sedema berxwedaneke mezin a li dijî “bêqîmet“kirin û dîtinê. Di heman kitêbê de Ocalan ziman wiha terîf dike, “Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwediyê îfadeyê. [Civakekê] çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. […] Weke encam mirov dikare bibêje, […] civakeke di vê rewşê de ji aliyê maddî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt be û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe.”

Gotinên Abdullah Ocalan ên di warê ziman de hebûn û xwebûnê îfade dikin. Ew îşaret bi hebûna civakî dike û pê re jî xwebûna ferdî û civakî. Heger pirsgirêka me ya ziman hebe, li gorî wî pirsgirêka me ya jiyana rast û paqij jî heye. Gava mirov di çarçoveya nirxandinên wî yên giştî de jî vê bi cih dike, dibîne ew vê meseleyê weke meseleyeke azadiyê ya sereke dibîne.

Bi ya min jî meseleya ‘weke civak hebûnêʼ ya Kurdan heye û ji bo Kurdan ev meseleya sereke ye. Elaqeya ziman çawa min li jor jî îfade kir bi vê hebûnê re yekser heye. Ji ber wê jî gelek kesên dibêjin, pirsgirêka me ya azadiyê heye û nabînin, pirsgirêka hebûnê şertê pêş ê azadiyê ye, di nava xeyaleke xapînok de ne: yeqîn dikin, ew nebin jî dikarin azad bin.

Yazarın diğer yazıları