Zimanê Bikêr

Ev çi sernivîs e!? Ma zimanê bêkêr jî hene? Ez gotina di serê we de derbas dibe, ji serê zimanê we bi xar bigirim. Na na, ti zimanê bêkêr tine ye. Hemû ziman bikêr û bikêrhatî ne. Ew xwedî heman derfetên pêkşetin û vegotineke bêdawî ne. Di vê mijarê de her kes hemfikir e. Wekî din jî her zimanek biqasî hebûna mirovahiyê jî ji bo miletê xwe pîroz e.

Ti zimanek ne ji zimanekî din binirxtir e û ne jî serdesttir e. Temam, hinek ziman ji ber serdestiya neteweyî îro gelek bipêşketî ne û di her warê jiyanê de bi berfirehî têne bikaranîn. Berhemên cur bi cur bi wan têne nivîsin û vegotin. Lê, ev dîsa jî nayê wê wateyê ku ew ziman ji zimanên din hêjatir in. Çawa ku ti milet ji miletekî din ne çêtir e, lê miletên bindest û serdest hene… Ev jî girêdayî şert û mercên jiyanê yên wek civakî, aborî, leşkerî û siyasî ne.

Ziman û çanda miletan bi zarokan ango bi nifşên nû re zindî dimîne û berdewam dibe. Dema miletek bindest be; zarok jî ji dayika xwe bindest çêdibe. Ew çavê xwe di dinyayeke bindest de vedike û heger miletê wî/wê di dema ew li jiyanê ye rizgar nebe; ew ê wek kesekî/e bindest jî bimire. Yanî nexweşiya bindestiyê bi çêbûnê re dikeve nava laş û ruhê zarokên miletên bindest. Wek endamekî laş e û her ku zarok mezin dibe; diyardeyên wê bi awayekî req û hişk xuya dibin. Çawa zarok bê serî û dil nikaribe ji dayika xwe zindî çêbe, zarokek ji neteweya bindest jî ne mumkin e ku xwedî nasnemeyeke azad ji dayika xwe çêbe.

Belê derd heye, derman jî heye. Zarok ku nexweş ji dayika xwe çêbûbe pişt re bi alîkariya rêbazên tenduristiyê dikare xweş bibe; jiyaneke asa û tendurist bijî. Heman ev zarok di warê azadiya xwe ya neteweyî de jî dikare bi rêbazên cuda yên berxwedanê xweş bibe û di dawiya temenê xwe de wek mirovekî azad bimire.

Ew kesên bindestiyê qebûl nakin û li dijî wê bi awayên cuda têdikoşin û jiyana xwe ji dest didin, heger ew azadbûna neteweya xwe bi temamî nebînin jî ew azad in. Ji ber ku wan bindestî bi helwêsta xwe ya berxwedanê bêminet kiriye, ti qaîde û rêbazên wê li ser kesayetî û jiyana xwe nepejirandine, ew bûne xwedî kesayetiyeke neteweyî û takekesî ya azad.

Yek ji diyardeyên vê ilata bindestiyê ku di salên piçûk de derdikeve pêşiya mirovan jî zimanê qedexekirî ye. Zarokê/a ku heta temenekî zimanê xwe bi awayekî suriştî bi kar tîne ji nişkê ve, ew zimanê di devê wî/ê de dibe sedema lêdan û êşê. Li ruhê wan dibe agir û pêt. Mafê axaftina navmalê bi rêya qanûnan ji wan tê sitendin. Zimanê dayê êdî tenê di nava male û di kolanan de tê hepskirin û bi demê re jî meydana bikaranîna wî teng û tengtir dibe. Her diçe jî, hejmara bikarîneran bi kesên salmezin bi sînor dibe. Dema bi vê xezeb û xedariyê dor li ziman tê girtin û bêhn lê tê çikandin, derfetên wê yên jiyanê êdî gelek kêm dibin.

Îca, mebesta min jî ji sernivîsa zimanê bikêr zimanekî fonkisiyonel e. Zimanekî ku li gorî rastiya xwe tev digere, ne xerîbê guh û hişê xwe yê dîrokî ye. Ango pênûsa ji dara li ser koka xwe şînhatiye incax dikare ji derdê zimanê tarifandî re bibe şax û pel. Tenê ev pênûs dikare zimanê tengavî, xweş û geş bike. Herwisa jî zimanê li vir wek yê bikêr tê binavkirin; ne ew ziman e ku di asteke bilind û xeyalî ya wêjeyî de tê bikaranîn; ne jî ew e ku di xebatên akademîk de ji bo mirovên zanyar û pisporan tê bikaranîn. Ji ber ku bikirên van her du awayê bikaranîna ziman jî hejmareke bijare û neqandî ne. Derdoreke teng û bisînor e. Gerçî di rewşa zimanê me de xebatên akademîk û zanistî ji xwe pirr kêm in û yên hene jî di bin tesîra zimanên serdestan de ne. Ya rastî divê bibêjim ku ev her du qad jî pêwist in ji bo zimanê me jî vebin û heger hinek kes ji niha ve bi berê xwe di vê qadê de berdar in; li ser seran û her du çavan.

Lê li vir ya divê em xwe pê nexapînin ew e ku zimanê me, wek nasnameya me rojane di bin êrişên giran de ye. Ji hemû koşe, kevî û qiraxên xwe ve tê şikenandin. Tenê rêyeke me heye ku em li hemberî van êrişên kujinde zimanê xwe biparêzin. Divê em zimanê xwe bi awayekî sade, besît, rastnivîsandî û ji çavkaniya wêjeya wê ya devkî bixwedîbûyî di wêje û berhemên cuda de bi kar bînin. Pê re jî, berhemên çandî, biyografîk, şanoyî, siyasî, dîrokî û wêjeyî bi vî zimanê ku mijara vê nivîsê ye; ji bo ciwan û mezinan werin wergerandin. Piştî xebateke bi vî rengî incax mirov dikare ziman û gel li ber dilên hev bike şîr û şekir.

Yazarın diğer yazıları