Zimanê dayikê û akademî

Hefteya bihurî Yekmalê li paytexta Elmanyayê Berlînê sempozyûmek ji bo zimanê dayikê bi navê “Pirrengî û mafê pirrzimaniyê li nava jiyana bajarê Berlînê”. Di dema sempozyûmê de zimanzan Mehmet Şerif Derince, encamên lêkolînekê eşkere kirin ku bi xwe jî encama hevpeyvînên bi 520 Kurdên li Berlînê re bû. Pêr jî li zanîngeha Bielefeld bi hevkariya Kurd-AKAD, Yekîtiya Mamosteyên ji Kurdistanê (YMK) û Înstîtuya Kurd a Lêkolînê ya li Elmanyayê konferanseke li ser heman armancê bi rê ve çû bi navê “Zimanê dayikê û pirrzimanî: Aliyên pirrfaktorî, zehmetî û derfet”. Di vê konferansê de jî Profesor Abdulrahman Gulbeyaz ê ku li Zanîngeha Nagasakî ya li Japonyayê dersdar e, mijara rexneya li akademiyê derxiste pêş.

Axir li Berlînê ya hat eşkerekirin, yekem car bû ku îdîayên lêkolînerên beriya niha pûç dikirin. Ango ji sedî 92´yê van 520 kesan, got, ew di nava rojê de bi awayekî ji awayan bi Kurdî dipeyivin. Wekî din dîsa ji sedî 92´yê van kesan got, ew amade ne zarokên xwe li dibistanên dewletê bişînin dersa Kurdî. Ev jî nîşan dide ku nasnameya lêkolîneran bixwe tesîreke mezin li encamên lêkolînan dike. Nexasim jî lêkolînên ku bi komên mirovan re tên kirin ku têkiliyeke wan a bi sihet bi meydana fermî ya dewletan re nîne, lêkolînên bi vî rengî divê bi dîqet bên xwendin û encamên wan jî li ber rohniya vê rastiyê bên nirxandin. Lewma gava memûrekî nifûsê yê Tirk di salên 60´î de diçû malên Kurdan, gelekan ji wan ji bo zimanê xwe yê dayikê gotibû Tirkî ye. Gava lêkolînerên Elman yan jî lêkolînerên ji zanîngehên fermî yên Elmanyayê ku ne ji civakê xwe bixwe ne, û bi hesasiyet, tirs û trawmayên civakê nizanin, nikarin li ser mijarên elaqeya xwe bi van hesasiyet, tirs û trawmayan re heye lêkolînan bikin, heger bikin jî encamên çelexwarî wê derkevin holê.

Gava ku lêkolîna li ser zimanê dayikê bi destê saziyeke Kurdî û kordînatorên lêkolînê yên Kurd hat birêvebirin jî encam çawa ku bi vê lêkolîna li Berlînê derket holê ji sedî sed guhertî ne.

Heman rojê Prof. Dr. Katharina Brizic, bi navê “Minaqeşeyeke têgehî li ser jiyan û zimanên civakên koçberan li Ewrûpa/Elmanya/Berlînê” pêşkêş kir û îşaret bi xwezayîbûna pirrzimanîbûnê kir.

Pêr li Bielefeldê mijara pirraniya gotaran li dora dersa zimanê Kurdî li dibistanan li Elmanyayê geriyabe jî, gotara Profesor Dr. Abdulrahman Gulbeyaz ê ji zanîngeha Nagasakî ya Japonyayê di gotara xwe de meseleya binavkirina asîmîlasyonê, têgeha wê û helwêsta zanyaran di nav hev de nirxand, di peywenda qirrkirina ziman de ew zelal kir û rexneyeke dijwar li akademîsyenên Elmanyayê kir ku nihêrîna fermî û ya mainstream her û her dîsa diafirînin, lê nabin xwedî helwêsteke exlaqî beramberî mijarê de. Di vê çarçoveyê de binavkirina zimanê dayikê, bi têgeha rûniştî ya serwer jî Prof. Dr. Gulbeyaz red kir di heman peywendê de û got, Kurd jixwe li ber xwe didin, û têgeh û rêbaza wan di warê ziman de jî ev e; lê bêdengmayîna akademiya Elman bermanberî Kurdan û qirrkirina wan (tinekirina zimanê wan û qetilkirina kesên bi zimanê kurdî dipeyivin) bi tundî rexne kir û pirsa bi tinazpêkirinê, “ma gelo li hemberî vê qirrkirinê hûn ê tezên doktorayan binivîsin?” kir.

Encamên lêkolîna bi 520 Kurdan re a li Berlînê, û gotara Prof. Dr. Gulbeyaz tiştekî bi bîra me dixin; her akademî ne akademî ye, encamên lêkolînên wê ne mutleq in, zanyar û lêkolîner bi têkilî, girêdan û nasnameyên xwe tesîrê li encamê lêkolînê dikin û bi ser halan de jî gelek akademiyên heyî weke mekan veguherîne cihê avakirin û ji nû ve avakirina rewakirina neheqiyên siyasî, civakî û bêedaletiyan. Pê re jî ji bo akademisyenan nîşandana helwêstên exlaqî her diçe kêmtir dibe nexasim jî li Elmanyayê. Van herdu xisûsan careke din anî bîra min ku ji bo akademiyê alternatîfên cidî ku mekanên lêkolîna azad biafirînin hewce ne.    

Yazarın diğer yazıları