15ê Tebaxê neynika dîrokê ye

15´ê Tebaxê destpêka Meşa Dirêj û Mezin e.       Xeyalên “Meşa Dirêj û Mezin”jî mezin in, tevahiya deman digirê nava xwe û  di yek holkê de komkirina hemû çepgir û demokratan e. Biratî, hevaltî, û di riya bextewariyê de meş e.  Ev “Meşa Şoreşê” ye û dirêj e. Ev riya dirêj têr astengî ye û gelek efsûnên demagojîk jî di nava xwe de radigire. Di 40 salên şer de gelê Kurd ev rastî dît. 

Piştî meşa çil salî, îro, demagojiya efsunî ya Erdogan derketiye pêşberî gelê Kurd. 

15´ê Tebaxê, otopsiya  di dîroka têr  qîr û teşqele ya Komara Tirkiyê de ye,  rizgarkirina ji qirêj û kotîtiyê ye. 

Dîroka Komara Tirkiyê û  her dem bûye qotik/veba. 15´ê Tebaxê jî, di şahdamarê komarê de otopsiyek sentezî ye. 

15´ê Tebaxê jî, mucîzeya rizgarbûna ji nexweşiya cuzamê/kotîtiyê ye.  Destpêka “medya alternatîf e”, ku berî çend rojan xelatên pêşbirka çandê ya Denîz Firat li Mexmurê hatin dayîn. 

15´ê Tebaxê neynika dîroka Komara Tirkiyê ye û romanek e. 

Roman, hunerekî mezin e, li ser bilindkirina mirov tê avakirin; parastina nirxên mirov dike. Hunerê herî pêşketî ye.  Kesên ku nikarin vê romanê bixwînin gelek in. Romana 15´ê Tebaxê  “bîadîstiya kurd” pûç kir. Biadîst, ji lehengiya civaka Kurd "tert" kirin û  da xuyakirin ku “bîadîstên Kurd” ji dînamîzma felsefîk bêpar in, ji enerjiya civakî nekar in. Ji bo ku ji vê keraseta bêpar rizgar bibin, dive ji Nietzsche dest bi xwendinê bikin, lêgerîna Sartre ya li kolanan fêm bikin. Sartre, dinamîzma fêmkirina kolonyalîstên otarşîk baş vedibêje. Piştre xurşîdnameyên Ocalan bixwînin.

Dema ku 15´ê Tebaxê,  bi baweriya bi xwe, bi mirov û bi meşa dirêj a şoreşê, “bîada eylulîst” berteref kir; îspat kir ku ew qonaxa amadekirina çavkaniyên paşerojan e. Ev qonax bû çavkaniya exlaq. Ji pêşerojan dersan digire û dike xerca paşerojan. 

Li aliyekî jî; 15´ê Tebaxê neynika rastiya dîroka Komara Tirkiyê ye. Li aliyê din; vekolana arkeolojîk ya bedena Kurd e.  Vê hêzê, lewhayên  ku  bi zorê hatibûn nivîsandin û wek nirxan derxistibûn pêş, bi enerjiya kolektîf yek bi yek ji hole rakirin. 

Dixwazim bale bikişînim ser “mişûrên” ku bi kedeke mezin û demdirêj hatine nivîsandin. Ev mişûr, hem bûne Xurşîdname, hem bûne “mîhragên hişmendiya Kurdên nû.” Vêca, 15´ê Tebaxê bû çavên ku Kurd xwe di neynika dîroka Komara Tirkiyê de bibînin.

Di dîroka dewleta dagirker de dîtin û naskirina xwe, feylesofiyek civakî dixwaze. Lê, “mişûrên” ku bûne qolincên şiyarkirinê, îro li Rojava kulîlkên   xeweseriyê vedikin. 

Çima, ji ber ku di  xwezahiya Komara Tirkiyê de guhertinên civakî çênebûne;  germ û sarî, ronahî û tarîtî weke hev in. Klîmat nînin û formulasyona efsunî jî bû Erdogan. Slogan jî “yekparêzi”ye. Vê sloganê behişt û dojeh di xwîna mirovan de kire yek. Berhemê hişmendiya Erodgan, yek;  bîad e, yek; demagojiya siyasî ye. Her du rê jî,  cureyê afirandina “kitsch(kîç bixwîne)” (rîxê, sergo, hunerê xapandinê) ne. 

Biad totalîtarîzm e, xewn û xeyalên behişta bi xwîn e û seferberiya “xezwa”  ye. Erdogan jî di vê "xezwa"yê de Qur’ana Pîroz dihejîne.    

Romana 15´ê Tebaxê jî fêmkirina rastiya dîroka Komara Tirkiyê ya aşûfteyî ye.  Dîroka sedsalî, paşverûtiya  akumulasyonan e,  li hemberî guhertin û pêşketinan bê derî û pencere ye. Kulturek talanker  û riya polîtîk ya demagojîk e. Encama wê jî, plûtokrasiya AKPê û otarşiya Erdogan e. Xala duyê û ya girîng: Wê encama vekolana arkeolojîk ya bedena Kurd jî bibînin û fêm bikin.

Temponîzma ku Erdogan kiriye bingeha êrîşên li dijî Şoreşa Rojava jî, ev "xezwa" ye, vegera tekke û dergehan e, û bi kontrayên barbariyetê dike… 

15´ê Tebaxê, şirildaqa  ronîkirina gelek bûyerên di dîroka Komara Tirkiyê de veşartî û di tariyê de mabûn e. Yek ji van bûyerên “bîadîstên Kurd” e.  Yek jî rastiya enerjiya civaka Kurd e; ku di şerê neteweyî de, guleya pêşî li Kurdistanê li dijî Fransiyan hatiye avêtin. Fîşeka pêşî  ne li Izmîrê, li Kurdistanê, Dîlok, Riha û Mereşê hatiye teqandin.   

Eşkere bû ku “bîadîstên Kurd” ji Kurdîtiyê erqa wan diçe û Kurdîtiyê dikujin. 

Erqa min jî ji “bîadîstên Kurd” diçe.