BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Di çarçoveya Nobeta Azadiyê de ya ku ev sala 8´an e bi armanca azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ve diçe, doh li Strasbourgê çalakî hebûn. Nûner û hevserokên saziyên Kurdan li Ewrûpayê, bi rasthatina salvegera 7´an a çalakiyê pêr çalakî dewr girtibû. Di vê çarçoveyê de li meydana Kleber doh pêşangehek hat vekirin li ser jiyana Ocalan û tesîra wî li jinên Kurd.

Çalakiya hevserokan û nûnerên saziyan îro kete roja xwe ya sisiyan. Ji Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê  (TJK-E) Zozan Serhat bi bîr xist ku ev çalakiya di sala 8´an de di dîroka dinyayê de bê mînak e. Serhat got, îdeolojiya Rêber Apo li dora têgeha “jina azad” hatiye gerandin û xwest, jin hemû xwedî li Rêber Apo derkevin.

Helwêsteke ji rêzê nabe

Parlamenterê berê yê HDP´ê yê Mûşê Demir Çelik jî got, nabe ku helwêsta beramberî Ocalan yeke ji rêzê be. Çelîk bi bîr xist ku bi milyonan kesî li cem Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên navneteweyî beyan kiriye ku Ocalan îradeya wan a siyasî ye û got, “Her cara ku guh dan pêşniyazên wî, civak rehet û aram bûye. Ji ber wê jî misogerkirina azadiya wî tevî demokratîkbûna Tirkiyeyê, wê jiyaneke bi hev re ya azad, wekhev mumkin bike.”