Çîna bajarî asteng e

Dewlet an rêvebiriya herêmî yên xwedî statuyeke siyasî, dikarin zimanê neteweyî di hemû astên rêveberiyê de ferz bikin, lê nikarin tercîhên zimên ên civakî bi awayekî radîkal berepaş bikin.

Amed ji bo Kurdan eniya herî mezin a şerê ziman e û wiha xuya dike, Kurd li vir newêrin li hember serdestiya Tirkî têkoşînekê bidin destpêkirin. Ez ditirsim aqûbeta paytexta Kurdistanê jî bibe wekî Dublinê.

Çalakgerê ziman û wergêr Necat Ayaz bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê hizrên xwe li ser zimanê Zimanê Kurd, mînakên li dinyayê û nexasim jî li ser girîngiya siyaseta ziman bi me re parvekirin. Ayaz bi mînakên Îrlanda û Skoçyayê nîşan dide ku dewlet ji bo parastina zimên bi tena serê xwe diyarker nînin û ji xwe meseleya vejandina zimanekî jî ji bilî mînaka îstîsna ya Îsraîlê li ti devera dinyayê bi ser neketiye. Bi ya wî çînên navîn û xasma çîna navîn a bilind a bajarî li Kurdistanê di warê ziman de asîmîle bûye û nebûna siyaseteke ziman a tevgera siyasî û civakî ya Kurd jî bi vê rewşa wan re li hev dike. Ayaz rexneyan di vî warî de li siyaseta Kurd jî digire û dibîje, yan newêre yan jî nikare li dijî serdestiya Tirkî tîkoşîneke zimanî bide destpêkirin. Ew, retorîka radîkal a siyaseta Kurd jî rexne dike û dibêje, ”Esas, di nava civakê de pasîfîzmeke bê ser û ber bi pêş dixe.”

Ew gava helwêsta rêxistinên Kurd a beramberî ziman bi rastiya tehl bi nav dike û dibêje, ”Dema mirov bala xwe dide nêzîkbûna rêxistinên Kurd ên ji bo ziman rastiyeke tahl dibîne. Di 40 salên dawî de polîtîkayeke diyarkirî ya ji bo ziman derneketiye holê. Carinan ziman ketiye rojevê, wekî kampanyaya ji bo dersa hilbijarî ya zanîngehê, daxwaznameyên dêûbavan ên ji bo perwerdeya bi Kurdî, avakirina dersxaneyên taybet, damezrandina Kurdî-Der’an û hwd. Lêbelê pirraniya van înîsiyatîfan demkurt bûn û ne di çarçoveyeke siyaseteke ziman de hatibûn avakirin. Dema siyaseteke ziman tine be û xebatên ziman ne meydaneke bingehîn a têkoşîna Kurd bin, ne şaş e ku mirov karibe qala înstrûmentalîzekirina ziman bike.”

Ji ber xemsariyê hêvî kêm e

Di warê şaşiyên siyaseta Kurd de xasma di warê siyaseta Kurdî de ew gotinên xwe venadize: ”Redkirina bikaranîna dersa hilbijarî ya li dibistanên navîn, ambargoya destpêkê ya li ser beşa Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê, dîsa bikarneanîna derfera vekirina dibistanên taybet da ku bi Kurdî karibûya perwerdeyê bide, çend nîşaneyên girîng ên tinebûna polîtîkayeke ziman in. Radîkalîzmeke pûç ku dibêje, ‘ez jî mafê Perwerdeya Zimanê Dayikê pê ve tiştekî din qebûl nakimʼ bi salan e di hemû rêxistin û saziyên Kurdan de serdest e. Ev retorîka radîkal, esas, di nava civakê de pasîfîzmeke bê ser û ber bi pêş dixe. Ne ew karekî kêrhatî dike û ne jî dixwaze civak ji bo maf û parastina ziman têkeve nava tevgerê.”

Necat Ayaz dibêje ev helwêst li hesabê çînên navîn ên bilind ên Kurdî jî tê: ”Ev yeka hanê di heman demê de li hesabê çînên navîn ên bilind jî tê yên ku li bajaran zimanê wan asîmîle bûye. Ji ber ku radîkalîzma pûç a em qal dikin hemû sûs dixe stûyê dewletê an jî ji piştî şoreşê re dihêle. Lewma ez bi xemgînî dibêjim, ji ber mezinbûna vê xemsariyê û ku bi ya min di asta sûcên li hemberî zimanê Kurdî ye, paşerojek bihêvî ji bo zimanê me nabînim.”

Vejandina zimên îstîsna ye

Di warê dewletê de jî Necat Ayaz dibêje, dewlet ji bo parastin û bipêşxistina ziman ne esas e û mînakan fikra xwe rave dike: ”Piştî bi du salan, sedsaliya Îrlandaya serbixwe ye. Digel hewldanên mezin, Îrlandî bi tenê li du-sê herêmên gundewar ên biçûk li ser piya maye. Niha li van herêmên li peravên Okyanûsa Atlantîkê jî Îrlandî gav bi gav bi paş ve diçe. Skoçya wekî nîv dewletê ye lê zimanê Galî bi tenê ji aliyê 1 ji sedê civakê ve tê bikaranîn û hewldanên derengmayî yên rêveberiyê êdî bêfêde ne. Li vir mesele ev e ku dema ziman ji nava civakî vekişe, êdî nexasim jî zarok naaxavin. Dewlet nikare di bin vî barê giran de rabe. Hem vejandina ziman gelekî dijwar e û hem jî ji ber berjewendiyên siyasî, elîtên ku dewletan bi rê ve dibin, naxwazin hilbijêrên xwe ji xwe bixeyidînin. Helbet pirraniya hilbijêrên em behsa wan dikin, bi zimanên hegemon ên dagirkerên kevin diaxivin. Vejîneke ziman bi tenê li Îsraîlê pêk hatiye lê ev jî îstîsna ye û ji ber sebebên kûr ên dîrokî, olî û xwebirêxistinkirina dêwane ya cihûyan a li seranserê cîhanê pêk hatiye. Dewlet an rêvebiriya herêmî yên xwedî statuyeke siyasî, dikarin zimanê neteweyî di hemû astên rêveberiyê de ferz bikin, lê nikarin tercîhên zimên ên civakî bi awayekî radîkal berepaş bikin.”

Rola ziman di dekolonîzekirinê de

Ji bo mînak û modelên erênî yên li Ewrûpayê jî ew behsa xasma behsa Katalan û Baskan dike: ”Sîstema perwerdeyê ya dibistanên Îkastola yên li Baskê, Akademiya Zimanê Baskî, Enstîtuya Xebatên Katalan, awayê xwebirêxistinkirina medya û weşangeriya Katalan û gelek mijarên din ku Kurd ji xwe re mînak bigirin, hene. Lê meseleya parastina zimanê Kurdî, beriya nîqaşkirina modelan meseleya mentalîteyê ye. Li vir pirsa yekê ev e: Rola dekolonîzekirina ziman di rizgariya neteweyî de çi ye? Bi rastî, ziman parçeyekî nasnameya neteweyî ye û wê bi vî awayî pêşî li îrlandayîbûnê bê girtin an na? Helbet ev ji aliyekî ve pirsên îdeolojîk in û bersivên wan encamên girîng bi xwe re tînin. Piştî van bersivan, nîqaşa modelan watedar dibe. Û li vir, ligel rol û desteka siyasetê, rola xebatên sivîl ku tenê bi saya wan pêşiya enerjî û potansiyela parastina ziman a di nava civakê de veşartî maye, dikare bê vekirin.”

Aqûbeta Amedê nebe weka ya Dublinê

Herçî Kurmanciya li Bakurê Kurdistanê ye, Necat Ayaz xweşbîn nîne: ”Li aliyekî din, dive êdî neyê jibîrkirin, parastina Kurdî êdî ne meseleyeke dewleta Tirk e. Ev êdî bi giranî bûye meseleyeke navxweyî. Çînên bajarî yên terka Kurdî kirine û niha di siyaseta neteweyî-herêmî de serdest in, li pêşiya geşbûna Kurdî ya li bajaran asteng in. Lewma bûye têkoşîneke hundir, bela xwe ji bipêşketina Kurdî vekin, parastina Kurdî jî êdî pêkan xuya nake. Ji ber ku Kurdî herî zêde li bajaran bi paş ve diçe, qada esasî ya têkoşîna ziman bajar in. Axêverên fransîaxêv ên Quebecê di şerê ziman ê li paytext Montrealê de bi ser ketin, lê Îrlandayî li hember îngîlîzîaxêvan di şerê li paytexta xwe Dublinê de têk çûn. Amed bi girîngiya xwe ya neteweyî ya ji bo Kurdan eniya herî mezin a vî şerî ye û wiha xuya dike Kurd li vir newêrin yan jî nikarin li hember serdestiya Tirkî têkoşînekê bidin destpêkirin. Ez ditirsim aqûbeta paytexta Kurdistanê jî bibe wekî Dublinê.”

NAVENDA NÛÇEYAN