Di çalakiyên gerîla de herî kêm 23 esker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji Heftenînê heta bi Serhedê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 23 eskerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî dan: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de hêzên me 5’ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker ku li ser Girê Partîzan bû, çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de derbên giran li kozik û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tesbîtkirin.

6’ê Gulanê hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Girê Merganiş a navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker xist. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin, çeperek hate îmhakirin û 2 esker hatin kuştin.

 

6 esker li Besta hatin kuştin

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de; 5’ê Gulanê saet di 14:40’î de hêzên me li dijî qereqoleke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin ku di navbera qadên Dader û Siwaro yên herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de ye. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, hejmara eskerên kuştî û birîndar nehate tesbîtkirin.

Heman rojê hêzên me li qada gundê Osyan a herêma Besta ya Şirnexê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girekî, çalakiyeke sabotajê kirin. Li dijî yekîneyên peya û wesayîteke tîpa Amarok ên berê wan li gir bû, çalakî hate kirin. Di encamê de 5 eskerên dijmin hatin kuştin. Yekîneyeke dijmin piştî vê çalakiyê ji bo destwerdana li herêmê hat, lê ew jî bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiya sabotajê de leşkerek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi serketî vegeriyan baregehên xwe.

 

Li Bazîdê 15 esker hatin kuştin

Artêşa TC a dagirker demeke li navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û qada Bajêrganê li ser rêya navneteweyî kemînê datîne. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ev yekîne kontrol kirin û 5’ê Gulanê saet di 20:00’an de li vê yekîneya dijmin xist. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî bi temamî îmha bû, 15 eskerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê eskerên kuştî û birîndar bi ambûlansan ji herêmê rakirin. Dagirkeran piştre bi gelek wesayîtên zirxî dest bi oeprasyonê kir. Di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî. Di şerê heta 6’ê Gulanê de hevrêyên me Azad, Pîro û Birîndar heta fîşeka dawî şer kirin û şehîd bûn.”

3 gerîla şehîd bûn

HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ragiand:

Azad Tatvan (Nevzat Pirbudak) ê li Bedlîsê ji dayikbûyî, 6’ê Gulana 2020’an li Agirî şehîd bû.

http://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2020/piro_ozer_small.jpg

Pîro Serhat (Ozer Înce) ê li Qersê ji dayikbûyî, 6’ê Gulana 2020’an li Agirî şehîd bû.

Birîndar Maku (Huseyin Abberim) ê li Maku ji dayikbûyî, 6’ê Gulana 2020’an li Agirî şehîd bû.

HPG’ê wisa behsa şehîdên xwe kir: “Hevrêyên me Azad Tatwan li Tetwanê ya Bilîsê ji dayik bûye û li nav malbateke welatparêz çêbûye. Hevrê Azad ji bo ku li dijî dagirkeran têbikoşe 2005’an tevlî nav refên gerîla dibe. Bi helwêsta xwe ya kedkar û fedakar bi berpirsyariyeke mezin xwe li berpirsyariya gerîla kiriye xwedî û bi rengekî herî baş bi cih aniye. Heta kêliya ku şehîd bûyî jî hevalê me Azad bêyî ku raweste xebitiye, bûye yek ji wan hevalên me ku di nav xebatên eskerî de pêşengî kiriye û li dijî dijmin di şer de bi fedayî şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

Hevrê Birîndar û Pîro hê ciwan têkoşînê nas dikin û qirkeriya dijmin a li ser gelê Kurd ji nêz ve dîtine. Hevrêyên me ku piştî tevlî nav refên gerîla dibin bi bîrewerî û fedekariyeke mezin dixebitin, piştî demeke kurt dibine gerîlayên zîrek. Hevrêyên me yên ku li Eyaleta Serhedê têkoşiyan, heta kêliya şehîd bûn, bi fedakarî kirin, li dijî dijmin weke fedaî şer kirin û şehîd bûn.” BEHDÎNAN