7 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk bi seatan bê navber bombe li cih û warê sivîlan barand. Ji ber bomberdûmanê 7 kes birîndar bûn rewşa 2 birîndaran giran e.

Dagirkerî û êriêşa artêşa Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker doh bi şev herêma Bradost û gundên geliyê Şêx Zade yên herêma Xakûrkê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê li gundê Şêx Zade 4 sivîl û li herama Biradostê jî 3 pêşmerge bi giranî birîndar bûn.

Dewleta Tirk bi seatan bê navber bombe li cih û warê sivîlan ên li Xakurkê barand.

Di dema êrişê de zevî, bax û baxçeyên gundiyan tên şewitandin. Êvara Sêşemê zeviyên li geliyê Şêx Zade hatin şewitandin.

Nehiştin gundî agir vemirînin

Gundiyan serê sibê saet 6’an hewl dan şewatê vemirînin. Lê belê balafirên şer ên Tirk bombe li gundiyan barandin.

Ji ber bomberdûmanê çar gundî birîndar bûn,  rewşa yekî ji wan giran e. Li gorî agahiyan navê du gundiyên birîndar Cabir û Xoşevî ne.

Hate ragihandin ku birîndar ji gundê Merga Reşê yê geliyê Şêx Zade ne û ji bo tedawiyê  ew rakirine nexweşxaneya Soran.

Rewşa birîndara giran e

Li aliyê din doh danê sibê balafirên şer yên dewleta Tirk gundê Mêrgereş yê dikeve ser herêma Bradostê bombebaran kirin. Di bombebaranê de agir bi deşta Hêrt ya herêma Bradostê ket. Ji bo vemrandina agir  3 pêşmergeyên ji hêza 80’ê ya bi ser PDK´ê ve,

berê xwe dan cihê bûyerê. Lê balafirên artêşa Tirk carek din herêm bombebaran kirin. Balafiran rasterast pêşmerge kirin hedef û 3 pêşmergeyên xelkê gundê Mêrgereş ên bi navê Xoşewî Mîkaîl, Muhacir Mîkaîl û Ezîz Cavir birîndar bûn. Lingê pêşmergeyekî jêbû.

2 ji wan pêşmergeyan birayê hevin û yê din jî pismamê wan e. Pêşmergeyê bi navê Xuşewî Mîkaîl bi giranî birîndar bû.

Zarok nikarin bilîzin

Artêşa Tirk ji bilî wêrankirina gund, jîngeh û kuştina welatiyan, cihê lîstikên zarokan jî dike hedef û bombebaran dike.

Zarokên gundê Sîran a bajarokê Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê dema dileyîztin bûn hedefa bombebarana artêşa Tirk. Zarokên gundê Sîranê dibêjin: “Ji ber hatina artêşa Tirk a vê herêmê ew nikarin herin pişta gundê xwe li wir bileyîzin û zarok dibêjin ew melevaniyê bikin. Dema em diçin ser avê  artêşa Tirk herêmê bombebaran dike. Em niha nikarin têkevin avê, di binê avê de parçên topan hene. Em gelek ditirsin, em nikarin bi rehetî ji xwe re derkevin derve.

ANF/XAKURKÊ