Adar û aliyên wê yên bi êş

Di Dîroka gelê Kurd de Adar meha azadî û serketinê ye, her wiha Kurd di wê baweriyê de ne ku azadiya wan wê di Adarê de be. Nîşaneya vê yekê jî cejna Newrozê di 21´ê Adarê de ye; cejna ji bo serketina Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqan. Lê heger em dîroka Adarê li ber çavan zelal bikin, em ê derbasî gelek dergeh û pencereyên bi êş bibin. Ji bilî serketin û xweşiya Adarê ka em li aliyê Adarê yê bi êş binihêrin, bê vê mehê çiqas êş anîne. Di 1´ê Adarê de sala 1919´an Şerîf Paşyê Kurd dosyayek li ser pirsgirêga Kurd û nexşeya Kurdistanê pêşkêşî Kongreya Aştiyê ya Parîsê kir, lê ew dosya ji aliyê serokê kongreyê ve hat redkirin.

Di 2´ê Adarê de sala 1933´yan 33 kes ji aliyê Artêşa Dewleta Tirk ve bi fermana orgendral Mustefa Muglali ve hatin gulebarandin.

Di 3´ê Adarê de sala 1924´an Dewleta Tirk ji bo cara yekê xwendingeh û komeleyê  Kurdî qedexe kirin.

Di 4´ê Adarê de sala 1991´ê li navçeya Mêrdînê Hezexê dewleta Tirk êrişî serhildana gel kir. Hêzên Tirk gule li Kurdan barandin, 2 şehîd bûn û 25 jî brîndar bûn.

Di 5´ê Adarê de sala 1979´an li navçeya Rihayê Siwêregê, di navbera du eşîran şer qewimî, 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Di 6´ê Adarê de sala 1994´an, li navçeya Êlihê Kercosê, Mehmet Emîn Bîrlik di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Di 7´ê Adarê de sala 1991´ê raperînê li parêzegeha  Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û gelekî Kurdistanî şehîd bûn.

Di 8´ê Adarê de sala 1943´yan li Xartpêtê erdhejek pêk hat bi hêza 6,0 a li gorî pîvanên Richterê qewimî. Di encamê de 41 kesî jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî brîndar bûn.

Di 9´ê Adarê de sala 1989´an hunermndê kurd ê navdar Mihemed Şêxo koça dawî kir.

Di 10´ê Adarê de sala 1999´an şervanekî Kurd, Akîf Kobanê ji aliyê hêzên îstxbarata Tirk ve li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin.

Di 11´ê Adarê de sala 1991´ê li bajarê Hewlêrê  piştî ku bi dehan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, bajar ji aliyê gel ve hat azad kirin, di heman rojê de sala 2014´an li Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê êrişeke terorê ya mezin çêbû û di encamê de bi dehan xebatkarê Şaredariyê jiyana xwe ji dest dan.

Di 12´ê Adarê de sala 2004´an li Rojavayê Kurdistanê serhildana gel dest pê kir bi dehan ciwanên Kurd ji aliyê hêzên dewleta Sûrî ve hat qetilkirin, û milk û malên Kurdan hatin talankirin.

Di 13´ê Adarê de sala 1995´an Mamosteyê Zanîngehê Dr. Selah Hewramî li bajarê Hewlêrê di encama suîkastekê de jiyana xwe ji dest da. Heman rojê, sala 2017´an hunermendê Kurd yê navdar Hozan Dilgeş koça dawî kir.

Di 14´ê Adarê de sala 1990´î li gelek bajarê Bakurê Kurdistanê serhildana gel dest pê kir û gelek ciwanên kurd ji aliyê hêzên Dewletê ve hatin kuştin. Heman rojê endama TJA´yê Nazê Newaf li komelgeha Xankê bi destê çekdarên PDK´ê hat qetilkirin.

Di 15´ê Adarê de sala 1991´ê li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê serhildanê gel dest pê kir û bi sedan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Di 16´ê Adarê de sala 1988´an li Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebceyê, rêjîma Baesê bi çekên kîmyewî bêhtirî 5 hezar kesan qetil kirin.

Di 17´ê Adarê de sala 1994´an navenda bajarê Amedê karkerê TEK´ê Mehmed Kadrî di encama êrişeke çekdarî ya kontra gerîla de şehîd bû.

Di 18´ê Adarê de sala 1979´an di encama êrişeke dewleta Îranê ya li dijî Sineyê bi sedan xelkê bajêr ên Kurd şehîd bûn. Heman rojê, sala 2018´an pîştî berxwedeneke 58 rojan şervanên YPG û YPJ´ê, dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir.

Di 19´ê Adarê de sala 1951´ê li Erzirom û Gimgimê erdhej çêbû û bi dehan kesan  jiyana xwe ji dest da.

Di 20´ê Adarê de sala 1995´an dewleta Tirk bi 35 hezar leşkeran êriş bire ser Başûrê Kurdistanê û bi dehan gundiyên Kurd qetil kirin.

Di 21´ê Adarê de sala 1982´yan yek ji pêşengên PKK´ê Mazlum Dogan di zindana Amedê de agir berda bedena xwe û Newroz pîroz kir.

Di 22´yê Adarê de sala 1999´an yekem TV´ay Kurdî Med TV hat rawestandin.

Di 23 ´yê Adarê de sala 2002´yê helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj koça dawî kir.

Di 24´ê Adarê de sala 1998´an çalakvana Kurd Sema Yuce agir berda bedena xwe.

Di 25´ê Adarê de sala 1976´an Îhsan Nûrî Paşa li Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Di 26´ê Adarê de sala 1982´yan li bajarê Îdirê de di encama aşûtê de 15 kes mirin.

Di 27´ê Adarê de sala 1991´ê bi destê rêjîma Baesê ya Iraqê bi sedan Kurd hatin qetilkirin.

Di 28´ê Adarê de sala 1948´an nivîskarê Kurd Girîşayê Memê koça dawî kir.

Di 29´ê Adarê de sala 1991´ê Fermandarê ARGK ê Haydar Altûn dîl hat girtin.

Di 30´yê Adarê de sala 1947´an li meydana çarçira Qazî Mihemed û hevalên xwe hatin bidarvekirin.

Di 31´ê Adarê de sala 2004 de hunemendê Kurd Arsênê Reşît Polatov koça dawî kir.