AKP ji bilî şer tiştekî nade civakê

Dema hatî ser kar, çîrokeke îqtîdara AKP’ê hebû. Çi bû ev çîrok?
AKP’ê îdîa dikir ku ew ê mafên hemû beşên civakê yên ji hêla rejîma Kemalîst ve hatine xespkirin, li civakê vegerîne. Bi rêya tevlîbûna nav Yekitiya Ewrûpayê ew ê astengiyên li hemberî maf û azadiyan rake, jiyaneke aram, wekhev, aştiyane û azad ava bike. Di çarçoveya vê çîrokê de piştgiriyeke mezin ji civakê û welaten Ewrûpayê wergirt. Di destpêkê de hind guherînên qanûnî jî kirin.

AKP heta salên 2010’an bi vê çirokê li ser kar ma. Ji 2010’an û vir ve jî bicihanîna sozan li aliyekî, AKP ket nav pekanînên dijberî çîroka xwe. Wekî sedem jî geh Kemalîst, geh Kurd û geh jî terîqeta Gulen nîşan da.

AKP´ê heta 2015’an jî bi van hincetan îqtîdar di deste xwe de girt. Lê êdî baweriya civakê ya li hemberî sozên AKP’ê hindî çû, kêm bû. Ji ber ku ne niyeta AKP’ê ne jî hişmendiyeke wê ya azadî û demokrasiyê hebû. Gelê Kurd û civaka Tirk ev rastî dît û di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de AKP ji kursiya îqtîdarê anî xwarê.

Çîroka AKP’ê di 7’ê Hezîranê de qediya. Ji ber ku hinceteke ku AKP nîşan bide, nema. Ji wê rojê heta niha, çîroka AKP’ê êdî dijminiya li hemberî gelê Kurd û derdorên demokratîk e. Ji bilî şer tiştekî AKP bide civakê nemaye. Êdî nikare soza demokrasî, wekhevî, edalet, azadî, aştî û aramiyê bide civakê. Ji ber ku wê her yek ji van sozan bi dehan caran daye, lê yek jî bi cih neaniye. Lingekî çiroka AKP’ê jî aborî bû. Mijara aboriyê jî piştî şerê topyekûn ê li hemberî Kurdan, talan û xespa heyî, şikest.

Nikare li ser projeyên dînane (çilgin) yan jî serketinên ekonomîk jî sozekê bide civakê. Demeke dirêj, Pergala Serokomariyê wekî çareseriyekê nîşan da. Qaşo bi pergala yekkesî dê biryar bi lez bihatana dayîn, pirsgirêk bihatana çareserkirin û jiyan ji nişka ve bibûya bihuşt. Lê bi vê pergalê, jiyana civakê zedetir bû cehinem.

Ji 2015’an heta niha, AKP bi şerê li hemberî Kurdan hewil dide îqtîdara xwe biparêze. Divê bê zanîn ku AKP êdî nikare rojekê jî bê şer li ser piyan bimîne. Vî şerî jî li hemberî Kurdan dimeşîne. Ji ber vê yekê ye, Erdogan kengî devê xwe vedike, êrişî Kurdan dike. Herî dawî, li Sêwazê bi gotina, “Hûn çima behsa kartol, pîvaz û bîberan dikin. Hûn dizanin guleyek bi çendê ye. Li Efrînê me gule û bombe bi kar anîn” îtîraf kir ku çavkaniyên aborî ji bo şerê li hemberî Kurdan xerc dike. Wekî krîza siyasî, krîza aborî jî encama şerê li dijî Kurdan e.

Stratejiya Erdogan bi tevahî li ser rijandina xwîna Kurdan, talankirina warên Kurdan e. Erdogan bi qasî bi ser keve, şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê wê kûrtir bibe. Aborî dê zêdetir xirab bibe. Maf û azadî dê zêdetir bên binpêkirin. Erdogan amadekariyan dike ku şerê li hemberî Kurdan berfirehtir û kûrtir bike. Dixwaze bi vê hilbijartinê politikaya qeyuman, wêrankirina bajarên Kurdan, dagirkirina Rojava û şerê topyekûn bi dengên ji Kurdistanê girtî, rewa nîşan bide.

Ji bo vê, helwêsta gelê Kurd di vê hilbijartinê de gelekî girîng e. Erdogan çiqas ji Kurdan deng bigire, ew dê ewqasî li hemberî Kurdan şer bimeşîne. Zêde deng bigire dê zêdetir xwînê birijîne. Kêm deng wergire, dê kêmtir xwînê birijîne. Qet deng ji gelê Kurd negire, hingê nikare xwîna Kurdan jî birêje. Ev hevkêşe evqas zelal e. Heger Kurd dixwazin dawî li vê dagirkerî û zordariyê bê, divê destûrê nedin ku yek deng jî ji AKP’ê re biçe. Faşîzma bêçîrok, ling û dest mayî dê bi şeqameke baş a di hilbijartinan de zedetir û zûtir têk biçe.