Armanc qirkirina Kurdan e

Li Bakurê Kurdistanê îro li dijî gelê Kurd zilmek nedîtî pêk tê. Li ti beşekî Kurdistanê wekî li Bakur û Tirkiyê Kurd nehatine înkarkirin. Li beşên din yên Kurdistanê li Kurdan zilm û zext hatiye kirin, lê polîtîkaya qirkirinê û tinekirina Kurdan di vê astê de pêk nehatiye. Zêhniyeta ku 1925’an Şêx Seîd û hevlaên wî, 1938’an Seyît Riza û hevalên wî darve kir, îro jî her wek xwe didome. Armanc qirkirina Kurdan e. Bi vê armancê di ti dokuman û belgeyek fermî de cih nadin navê Kurd û Kurdistanê. Li meclisa Tirkiyê gotina Kurdistan û navên bajarên Kurdan qedexe ye. Vêca ger ji bo parlementeran ev qedexe heye, tê fêhmkirin ka çi zêhniyet serwer e.

Sed sal e ku gelê Kurd di bin desthilatek wisa qirker û xwînmij de ye. Bi dehan sal e ku gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe, zarok, kal û pîrên xwe li dijî vê dewleta zalim li ber xwe dide. Tevî berdêlên giran jî gelê Kurd dest ji nasname, ziman û çanda xwe bernade. Li dijî dewleta Tirk a qirker Kurd şerê man û nemanê dikin. Her ku Kurd di jiyana azad û demokratîk de israr dikin, dewleta Tirk a qirker jî zêdetir êriş dike. Tenê yek armanc û polîtîkaya vê dewletê heye, ew jî qirkirina Kurdan e.

Ev dewlet wisa ne tenê dijminê PKK, HDP an jî hêzeke din a siyasî ya Kurd e. Ev dewlet dijminê Kurdan e. Dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake, tine bike. Ji ber ku niha li pêşiya polîtîkayên qirkirinê PKK û HDPʼê asteng dibîne, êrişî van hêzan dike. Yên ku ji Şêx Seîdê Kal û Seyîd Riza re gotin eşkiya niha jî PKK’ê weke terorîst dibînin. HDP’ê bi terorîstiyê sucdar dikin. Lê belê niha her kes dibîne ku armanca dewleta Tirk Kurd hemû ne. Heke tu bêjî ez Kurdim, mafê Kurdan bixwazî, ev tê wê maneyê ku tu li ber armanca bingehîn a vê dewletê û stratejiya wê radibî. Ji ber vê yekê, armanca dewleta Tirk kokqelandin e. Dixwaze koka Kurdan biqelîne û qir bike. Ger di warê siyasî de kokê neqelînin, Kurdê rêxistî neperçiqînin, nikarin bigehin vê armanca xwe ya ne bi xêr. Ji ber vê HDP û DBP’ê dikin armanca êrişan.

Di êrişa li ser şaredariyên li Bakur de ev rastî careke din hat dîtin; bi navê Kurdbûnê siyaset sûc e. Yekane sebeba girtina parlementer û hevşaredaran ev e. Hevşaredarên ku bi rêya qeyûmên dagirker wezîfeya wan hat desteserkirin, ne li gorî destûra Tirkiyê ne jî ya navneteweyî ti sûc nekirine. Ji ber ku bi israr bi navê Kurdbûnê û Kurdan siyaset dikin, tên cezakirin. Bi vî awayî dixwazin siyaseta bi navê Kurdan asteng bikin. Wateya vê ya siyasî ew e, dibêje divê hûn doza Kurdbûnê nekin û dev jê berdin.

Zelal e ku dewleta Tirk dijminê Kurdan e, û qirker e. Tinekirina Kurdan li Bakur, tinekirina tevayî Kurdan e. Divê Kurdên li çar aliyên Kurdistan û cîhanê vê rastiyê wiha bizanibin. Kurdê ku vê rastiyê fêhm nake, ew Kurd e ku serê xwe xistiye bin cilikê û naxwaze yan jî nikare rastiyê bibîne. Kurdê ku îro li her devera lê ye li dijî dewleta Tirk nabe xwedî helwest û tênakoşe ew kes e ku dest ji Kurdbûna xwe berdaye. Heke îro li dijî vê dewletê helwest û têkoşîn tinebe, dê piştre êdî dereng be. Wê demê ev kesên derengmayî dê weke keşeyê Elman poşman bibin û wê poşmaniya derengamyî fêdeya xwe nebe. Ma ne keşeyê Elman digot ‘dema dor hat me êdî kesek nemabû xwedî li me derkeve’. Lê poşmaniya dawî bê fêde ye.

Dewleta Tirk êrişî gora Kurdan dike. Eşkere dibêje, li ser vê axê cihê gorên we jî tine ye. Tê dîtin ku ji bo mirinê jî divê welatê te azad be. Ango divê Kurd bibin xwedî statuyek azad. Ya rastî, êdî tekoşîna Kurdan tenê ne bi filan û bêvan armanca siyasî ye. Têkoşîna Kurdan ji bo hebûnê ye. Kurd dixwaze wekî xwe hebe. Ji vî alî ve ev têkoşîn a her Kurdî ye. Ya her kesî ye ku xwe Kurd dibîne. Yan dê li dijî vê dewleta qirker têbikoşe û wekî Kurd hebe; an jî dê Kurbûn tine bibe. Pêkanîn û polîtîkayên dewleta Tirk xwe disipêrin vê rastiyê. Bi bêdengiya li hemberî polîtîkayên vê dewletê Kurdbûn nayê parastin. Lewra wiha em ê nikaribin bêjin ‘Em Kurd in.’

Ji ber vê sebeba pir girîng a manûnemanê, divê her ferdê Kurd, civaka Kurd tevahî rabe ser xwe. Bêyî dereng bimîne bikeve nava liv û tevgerê. Divê ji bo HEBÛNʼê bikeve nava seferberiyê. Ev ne dem û rojgareke normal e. Heke gel, ciwan, jin, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermend wisa normal bibînin, dê ev bibe xeflet. Divê yên raketî ji xewa xefletê şiyar bibin, di serî de dewleta Tirk li dijî dijminên Kurdan beşdarî şerê man û nemanê bibin.

Bi wê hêviyê ku her Kurd ji bo parastin û demana hebûn û azadiya xwe tevlî vê têkoşîn û berxwedanê bibe…