Armanc têkbirina faşîzmê ye

Di rojeva me de gelek mijarên girîng cih digirin. Lê divê em van mijaran li gorî pêwistiyê ji hev veqetînin û çarçoveya wan baş bihûnin. Li vir tişta girîng ew e ku em karibin çend rojevan di nav hev de û bi hev re bimeşînin. Niha rojevên herî girîng ji bo gelê Kurd û derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê hilbijartin û grevên birçîbûnê yên li zindanan, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat in.

Ev her du rojev, her çiqas bi rebazên cuda bên meşandin jî di bingeha xwe de heman in. Ji ber ku armancên van rojevan yek in. Em dikarin bibêjin du rêbaz lê heman stratejî ye. Ev her du rêbaz bi awayekî hemahengî bi hev re bên meşandin, hev du temam bikin dê armanc jî zûtir bi cih bê. Dîroka têkoşina me bi van mînakan dagirtiye.

Stratejiya van her du çalakiyan jî têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ye. Faşîzm niha li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û heta ji destî tê li welatên cur bi cur ên cihanê êrişî destketiyên me dike. Bêguman li hemberî vê yekê li heman qadan têkoşîneke bêhempa ya cur bi cur jî tê meşandin.

Rejîma AKP-MHP’ê hem li hundir hem jî li derve bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye. Di hundir de qeyrana aborî, siyasî û leşkerî heye. Ji derve jî tecrîdeke mezin heye. Bi armanca meşandina zordariya li hundir hemû berhemen Tirkiyeyê pêşkêş dike. Bi piştgiriya ji derve jî çewsa li ser çivakê dişidîne.

Lê êdi faşîzm nikare civakê bi rê ve bibe. Li hemberî berxedaneke herî piçûk jî diheje. Têkoşîna girtiyên azadiyê û piştgiriya ji derve, ji niha ve ev pergala faşîst xitimand û qrîza wê kûrtir kir. Hemû cureyên zordariyê di van çend salên dawiyê de bi kar anîn. Niha bi hind lîstikan dixwaze berxwedanê pûç bike. Hevdîtina bi Birêz Ocalan re hatî kirin û tahliyeya Leyla Guven bêguman destketiyên girîng in. Di encama berxwedanê de hatine bidestxistin.

Ji vir tişta divê em fêm bikin ew e ku bêyî berxwedanê rêyeke din a serederiya bi faşîzmê re nîne. Bi tawîzdayînê faşîzm nayê ser rê. Qasî tawîz bê dayîn, faşîzm dê ew qasî har bibe û zêdetir tawîzan bixwaze. Ji ber ku dawiya tawîz û tawîzkariyê nîne. Her wiha, kes nikare pêşiya berxwedêr û berxwedanê jî bigire. Qasî berxwedan mezin bibe, ew qas faşîzm têk diçe.

Niha di pêvajoya pêşiya me de wezifeyên dîrokî li pêşiya me ne. Wekî li jor jî hate destnîşankirin ku em rojevên xwe yên sereke bi hev re baş bimeşînin, teqez faşîzm dê têk biçe. Grevên birçîbûnê aliyê berxwedêr ê pêvajoyê ye. Ev alî divê bi her awayî bê xurtkirin. Heta daxwazên vê çalakiya rûmetê pêk tên û tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî dibe. Ji bo vê divê her kes çi ji dest hatibe bike. Divê kes li mezinbûn û piçûkbûna çalakiyan nenihêre. Çi ji dest hat divê bike.

Aliyê duyemîn hilbijartin in. Ev hilbijartin bi gelek aliyan ve girîng in. Niha faşîzm dixwaze politikayên xwe yên qirrkirinê rewa bide nîşan. Qeyûman wekî ku gelê Kurd ji wan razî ye, bide rewakirin. Ji bo vê, hemû rêbazên qirêj bi cih tîne. Gelê me di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de derseke dîrokî da rejîma faşîst. Divê di hilbijartinên herêmî de ev ders xurtir bê dubarekirin. Nexwe, faşîzm di sindoqê de neyê fetisandin, ew ê pekanînên xwe yên heta niha dijwartir bike. Êdî li malan jî dê axaftina bi Kurdî qedexe bike.

Serketina di hilbijartinan de redkirina polîtikayên qirrkirinê ye. Di heman demê de xwedîlêderketina berxwedana li zindanan, şoreşa Rojava û hemû destketiyên gelê Kurd e. Ji bo vê, divê em her çalakiya hilbijartinê veguherînin çalakiya piştgiriya berxwedana zindanan û her piştgiriya ji bo berxwedana zindanan jî veguherînin mitîngeke hilbijartinê.

Armanca her du çalakiyan jî şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, xwedîlêderketina li îrade û parastina destketiyan e.