Arz-i Kurd û Tecrîd

Di vê meha ku dilê mirovanan ji bo “avaan”’iya Xwedayê Mezin vekiriye, Kurd li ber şibaqa  “seyyad-î bî însaf” fîrawunên demê ketine. Kurd bûne Birahîm, bûne Musa û ha ha direvin. Rev jî têra Kurdan nake, di malên xwe de têne kuştin.

Ev meha Remezanê ye û wek siltanê 12 mehan tê binavkirin. Çeteyên DAIŞ’ê jî, di vê meha pîroz de êrîşî Kobanê kirin û Kurd du caran kuştin.  Ne tenê kuştin, bi saxî tên veşartin. Tecrîda li Imralî bi saxî veşartin e. Çekê herî dijwar yê sosyolojîk e.    

Bi êrîşa Kobanê , DAIŞ’ê, hem ew Kurd kuştin, hem bi kuştina zarokên 5 salî jî duyemîn car Kurd kuştin. 

Rojnamevan Sedat Sur, balê dikişîne xemgîniya  gerila Laleşîn. Dibêje: “Di rûdêna wê de xemgîniya “çima sivîl ne parastine” heye.” Divê her Kurd, xemgîniya Laleşîn  di xwe de bibîne. Xemgîniya Gerila Laleşîn mezin e, dikare valahiya navbera ezman û erdê dagire. Xemgîniya Lalêşîn pîroz e… Ji ber ku “çima gel ne parastine” xemgîn e. Parastin gel, zarok, jin û kalan, parastina Xweda ye. Ev xemgînî, biqasî pîroziya meha Remezanê, biqasî „alem-î edebiyat“ mezin e. 

Pîroziya xemgîniya Laleşîn, bi qasî „xewnên Silêman“ pîroz e.  Li hemberî kesên ku nebûne rojî, nebûne Remezan, peykerek cîhanşimûlî ye.  Li hemberî dilê giranît, mertalê parastina nirxan e. 

Ozgur Gundem, di manşêta xwe de;  “Berî 22 salan, dîsa çeteyên DAIŞ‘ê” nivîsiye. Dibêje,  li Sêwasê, Otela Madimak kirin gorek komî.  Kemal Bulbul jî dibêje; “Hîna armanca komkujiya Madimak ne hatiye fêm kirin.”, Divê em, dasa hişmendiya xwe hinekî din fereh bi palênin. Da ku, em armanca Madimak fêm bikin û tîra me jî li hewayê belaş neçê. 

Ligel van gotinan; “eger em çeka herî dijwar ya sosyolojî”, ku herî baş di destê Ziya Gokalp de weke çek hatiye bi kar anîn, li ber çavan negirin, em armanca DAIŞ‘ê ya doh û îro fêm nakin.  Em, gotina rojnamevana Fransî Serge Halîmî ku medya û rojnamevan wek “Kûçikên Gizîr yên Desthilatdariyê” bi nav dike, li ber çavan negirin, em nagihin rastiyê. 

Rastî, di rastiyê de veşartiye. 

DAIŞ’ê tenê ne çete ne û ne komek sergerde ne. DAIŞ’ê, tenê ne DAIŞ e. Rastiya DAIŞ’ê, di DAIŞ’ê de veşartiye. Rastiya Tirkiyê  jî di Tirkiyê de veşartiye. 

Binêrin: Rusya derbarê DAIŞ’ê û desteka DAIŞ’ê de raporek amade kiriye. Di raporê de tê gotin ku;  serkêşiya desteka ji bo DAIŞ‘ê Tirkiyê, desthilatdariya Mesut Barzanî û Rojava dike. Xeleka navbera hemû alîkarî û destekan jî Tariq Haşîmî ye. Tariq Haşîmî, sosyologê ku pêşengiya guhertina demografiya xaka Kurdistanê û tunekirina gelê Kurd kiriye ye. Yek ji plansazê dagirkirina Musilê ye!..  

Tê zanîn, çeteyên DAIŞ’ê ji Musilê dest pê kirin, piştre berê xwe dane Rojava, piştre dane Mexmur û herî dawî berê xwe dane Şingalê. Plan li Enqerê-Stembolê hate amade kirin. Tariq Haşîmî di wê demê de mêvanê Erdogan bû.  

Vêce, Sedat Sur çiqasî xemginiya gerila Laleşîn bîne ziman jî, rojnameya Ozgur Gundem çiqasî manşêta „Berî 22 salan, dîsa çeteyên DAIŞ’ê“ bi kar bîne „Seyyad-î bî însaf“ fîrawunên demê şax û perên xwe fereh dikin û  bi planên stratejîk êrîşî Kurdan dikin.

Gelo, agahiya Pentagon. CIA, ji êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê ya li dijî Kobanê (25’ê Hezîran) çênebû? Gelo, hajê CIA û Pentagon, ji dagirkirina Musilê û guzergeha alîkarî û desteka ji bo DAIŞ‘ê nine? Eger çênebûbe, gelo “çima çênebû, yan gelo “ji xwe çênebû”?!?!….  Em bi vê pirsê baş dizanin ku tûra me li hewayê vala û beredayî naçe. Teqez e, wê li tiştekî bialiq e. 

Têkoşîna Haraketa Kurd, di mertalê sosyolojîk yê Ziya Gokalp de derz û qelşek vekir û her diçe jî fireh dibe. 

Em jibîr nekin, çekê sosyolojîk, pêşî bi komploya korsanî ya li dijî Ocalan dest pê kir, xeleke duyemîn jî, “tecrîda Îmralî” ye, xelek sêyemîn çeteyên DAIŞ’ê ye. Lewra divê Kurd, biqasî Koban û Şingalê, li dijî tecrîdê jî dengê xwe bilind bikin û daxwaza azakdirina Ocalan dijwar bikin.

Serge Halîmî vala ji bo medya û rojnamevanan  “Kûçikên Gizîr, yên Desthilatdariyê”, bi kar nayîne. Firawunên demê har bûne. Hespê xwe zêde dibezînin.  Li her rawestgehê, hişmendiyek xapanadinê heye û bi rengên cûda tê dayin. Wek Mambêj’ên sedsala navîn, bi çîrok û çîvanokan gel dirazînin. 

Li her guzergahê û li her anîşka kolanan dijmin kemîn danîne. Li hemberî, fîravunên “cebabîr”ên weke DAIŞ‘ê û  Hizb-ul Kontra û hwd. Kurd berxwe didin.

Ev arz-i Kurd e û di xemgîniya gerila Laleşîn de, wê bibe  ab-i jiyan, wê bibe ab-i zemre yî can û dilê Kurdan AVAAAN bike .